HPG’ê nasnameya şehîdên Kurojahro eşkere kir

HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Kurojahro şehîd bûne diyar kir û got “Em ê teqez vê mîrateya ku hevalên me bi helwesta xwe ya esîl ava kirine, bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên li qada Kurojahro ya Zapê şehîd bûne, ev daxuyanî da:

“Qada Berxwedanê ya Kurojahro bûye yek ji qada ku dewleta Tirk a dagirker êrişên giran dibe ser wê û li qadê berxwedaneke mezin tê kirin. Li Qada Berxwedanê ya Kurojahro di 23’ê Gulanê de di navbera berxwedêrên Kurojahro û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Di van şeran de derbên giran li dagirkeran hatiye xistin û hevala me Rojbîn bi fedaî çûye ser dijmin, heta nefesa xwe ya dawîn li hemberî dijmin şer kiriye û şehîd bûye. Di 23-25’ê Gulanê de jî artêşa Tirk bi awayekî nemerdane çekên kîmyewî bi kar aniye û êrişî çeper û tunelên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro kiriye. Di êrişên kîmyewî de yên ku di navbera 23-25’ê Gulanê de hatiye kirin, hevalên me Binevş, Çiya, Bêrîtan, Ronî û Devran şehîd bûne.

Hevalên me Binevş, Rojbîn, Çiya, Bêrîtan, Ronî û Devran ên ku her yek ji wan fermandarên pêşeng û zarokên hêja yên gelên me bûn, ji bo parastina Kurdistanê, azadiya gelên me û rûmeta xwe, di şertên herî giran de bi rojan şer kirin û piştre şehîd bûn. Wan diyar kirin çi bibe jî ew ê dev ji heqîqeta berxwedana Apoyî bernedin. Em ê teqez vê mîrateya ku hevalên me bi helwesta xwe ya esîl ava kirine, bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Malbatên hêja yên hevalên me Binevş, Rojbîn, Çiya, Bêrîtan, Ronî û Devran di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Binevş Agal

  Nav û paşnav: Gulperîn Ata

  Cihê jidayikbûnê: Riha

  Navê dê û bav: Gulşah - Reşît

  Dîrok û cihê şehadetê: 23-25’ê Gulana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Rojbîn Agirî Serhed

  Nav û paşnav: Sara Saglam

  Cihê jidayikbûnê: Agirî

  Navê dê û bav: Mihrîcan - Şakir

  Dîrok û cihê şehadetê: 23-25’ê Gulana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Çiya Amed

  Nav û paşnav: Rojda Guler

 Cihê jidayikbûnê: Êlih

  Navê dê û bav: Fadîme – Abdulrahîm

 Dîrok û cihê şehadetê: 23-25’ê Gulana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Bêrîtan Sine

  Nav û paşnav: Nîlufer Xalidyan

  Cihê jidayikbûnê: Sine

  Navê dê û bav: Şehla - Muhyettîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 23-25’ê Gulana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Ronî Bakî

  Nav û paşnav: Mazlum Ozguç

  Cihê jidayikbûnê: Hatay

  Navê dê û bav: Turkan - Fehmî

  Dîrok û cihê şehadetê: 23-25’ê Gulana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Devran Riha

  Nav û paşnav: Suleyman Aydogdû

  Cihê jidayikbûnê: Riha

  Navê dê û bav: Anzilha – Davût

  Dîrok û cihê şehadetê: 23-25’ê Gulana 2022’an / Zap

 

BINEVŞ AGAL

Heval Binevş bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Dema ku wê çavê xwe li jiyanê vekiriye, polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd û zilm dîtiye. Kalikê wê Abdulrahman Ata di sala 1990’an de hatiye qetilkirin, xalê wê heval Welat Ata jî di sala 1990’an de û xalê wê yê din Mehmet Şîrîn Ata jî di sala 1993’an de di nav refên PKK’ê de şehîd bûye. Dewleta Tirk malbata wê him qetil kiriye, him xistiye zindanê û him jî sirgun kiriye. Bavê heval Binevş jî bi salan girtî maye. Heval Bineş di dibistanê dewleta Tirk de xwendekareke serkeftî bû lê ji ber ku dîtiye di pergala dewleta Tirk de cih ji Kurdên azad û xwedî rûmet tune, dev ji dibistanê berda û tevlî nav xebatên şoreşgerî bûye.  Ew wekî jineke Kurd a ciwan tevlî nav xebatên ciwanan bûye, xebatên xweparastinê geştir kiriye û bûye wesîle ku gelek ciwanên Kurd tevlî nav refên gerîlayan bibin.

Dewleta Tirk ew destgîr kiriye û ji bo demeke kin di zindanê de maye. Lê hêrsa wê ya li hemberî dijmin zêdetir bûye. Heval Binevş di sala 2014’an de li Botanê tevlî nav refên gerîlayan bûye û navê Binevş Agal stendiye. Ji ber ku wê îdeolojiya Apoyî û jiyana PKK’ê dizanibû, zû hînî jiyana gerîla bûye. Li qada Bestayê xebatên pratîk kiriye, li Cizîra Botan ji fermandara me ya nemir Rûken Hoserî ya ku li Cizîra Botan şehîd bûye, dersên sereke yên gerîlatiyê stendiye. Ji xeynî pêşketina wê ya di pîvanên jiyana azad de, ji bo ku di warê leşkerî de jî xwe bi pêş bixe, li Bestayê perwerdehiya pisporiya leşkerî dîtiye û bûye sûîkastvaneke profesyonel. Heval Binevş her dem bi helwest û cesareta xwe ji hevalên xwe re bûye mînak.

Di bihara 2016’an de li Bestayê di êrîşeke hewayî de birîndar bûye û pênc hevalê wê li ber wê şehîd bûne. Piştî vê êrîşê hêrsa wê ya li hemberî dijmin zêde bûye, ji bo ku tola hevalên xwe bistîne, dîsa vegeriyaye ser peywira xwe. Di payîza 2016’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye, li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde bûye û ji bo ku bibe fermandareke serdema nû mezûn bûye. Di saziyên me yên navendî de di xebatên taybet ên bawerî û hesasiyeke mezin hewce dike, cih girtiye û hemû berpirsyariyên xwe bi cih aniye

. Herî dawîn jî bi evîneke mezin li Kurojahro ya ku cihê wê yê peywirê bû hate girêdan, li vir hevî hevrêyên xwe kedeke mezin daye, binesaziya şerê ku derbên giran li dagirkeran hatiye xistin amade kiriye. Dema ku artêşa Tirk êrişî Kurojahro kiriye, wê bi cesaretekî mezin û baweriya teqez a bi serkeftinê, bi rojan şer kiriye û fermandariya hevalên xwe kiriye. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana hevrêya me Binevş Agal û hevrêyên bi wê re bêçare mane û bi çekên kîmyewî hevalên me şehîd xistine. Heval Binevş wê bi tevlêbûn, cesaret, helwest, fermandarî û evîna xwe ya jiyana azad her dem rê nîşanî me bide û wê bibe hinceta me ya tolhildan û serfiraziyê.

ROJBÎN AGIRÎ SERHED

Hevrê Rojbîn li Agiriyê ji dayik bûye. Dewleta Tirk a mêtinger li Geliyê Zîlan bi hezaran mirovên me qetil kirine û ev jî bûye sedem ku hêrsa malbata hevrê Rojîn li hemberî dewleta Tirk gelek be. Hevrê Rojbîn hê di zaroktî de ji malbata xwe çîrokên li ser Gelîyê Zîlan guhdarî kiriye û rûyê rastîn ê dijmin di hişê xwe de bi cih kiriye. Ji malbata hevrê Rojbîn jî şehadet û tevlêbûna nav refên gerîlayan çêbûye û vî tiştî ji kûr ve bandoreke xurt li ser meşa jiyanê ya hevrê Rojbîn kiriye.Di ciwantiya xwe de wê zilm û êrişa dijmin bi awayekî şênber dîtiye. Bi taybetî jî wê li dibistanên pergalê ev rastî dîtiye û li hemberî rola jinê ya ku di civakê de winda dibe, wê dest bi lêgerînan kiriye. Bi van nakokiyan re ji ber ku têkoşîna azadiyê ya gelê me jî roj bi roj geştir bûye, hevrê Rojbîn tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Di nav xebatên ciwanan de bûye wesîle ku bi dehan ciwanên Kurd bîr bibin û tevlî nav refên têkoşînê bibine. Wê jî di sala 2013’an de dev ji zanîngehê berdaye û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, wê piştî perwerdehiyan xwe pêş xisitye. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir, wê jî ji çiyayên Kurdistanê berê xwe da Kobanê û li vir bi qehremanî şer kir û birîndar bû. Ligel birîndar bû jî wê dev ji têkoşîna xwe berneda, li Rojava heta ku çeteyên DAÎŞ’ê têk çû, di gelek xebatan de cih girt.

Di her xebatê de bi tarz û tempoya xwe bûye milîtaneke mînak. Hevrê Rojbîn dîsa vegeriyaye çiyayan. Heval Rojbîn di warê leşkerî de bûye gerîlayeke jîr, demekê perwerdehiya îdeolojîk stendiye û xwe li ser xeta PKK û PAJK’ê kûrtir kiriye. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Zapê kir wê jî li qada Kurojahro li hemberî dijmin tevlî gelek çalakiyan bûye. Di 23-25’ê Gulanê de li hemberî dijmin şer kiriye û gelek dagirker ceza kiriye. Di şer de heta nefesa xwe ya dawîn bi awayekî fedaî şer kiriye û piştre şehîd bûye. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna heval Rojbîn di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

ÇIYA AMED

Hevrêya me Çiya li navçeya Bişêrî ya Êlihê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di temenekî biçûk de tevî malbata xwe koçî metropolên Tirkiyeyê dike û li wir mezin dibe. Tevî ku li Kurdistanê mezin nebû jî, bi çanda xwe ya civakî re girêdayî ma. Karî ku bi keda xwe bijî û li ser xwe be. Ji bo ku meraqa Kurdistanê û hezkirina xwe ya ji bo welat ya di dilê xwe de pêk bîne, di beşa aborî ya zanîngehê de serketin bidest xist û çû Amedê. Gelek mereqa paytexta Kurdistanê Amedê dikir û li Amedê rastiya Kurdistanê nas kir. Li Amedê hem rastiya gelê Kurd û hem jî rastiya dijmin nas kir û derxist zanabûnê. Wê ev pêvajo weke pêvajoya xwenasînê nirxand. Rêhevala me Çiya ku di lêgerîna rêya ku wê bibe azadiyê de bû, îdeolojiya Apoyî û tevgera azadiyê nas kir. Rêhevala me Çiya ku lêgerîna wê ya azadiyê mezin bû, fêm dike ku rêya jina azad pratîkkirina îdeolojiya azadiya jinê ye û têkoşîan li ser vê bingehê ye. Bi hêrsa xwe ya li hemberî komkujiya li Gara Trenê ya Enqereyê ya di sala 2015’an de ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve hat kirin û bi hesta tolhildana vê qetlîamê tevlî nava refên gerîla dibe.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir û 5 salan li herêma Heftanînê xebatên pratîk pêk anî. Ji ber ku li qada Heftanînê gelek destpêk jiyan kir, ezmûn bi dest xist û gelek rêhevalên xwe jî şehîd dan ji dil ve bi vê qadê tê girêdan. Bi îdeolojiya Apoyî xwe li çiyayên Kurdistanê ji nû ve diafirîne û di xeta azadiya jinê de asteke girîng bi dest dixe. Ji bo gerîlaya modernîteya demokratîk pêş bikeve û bibe bersiv, di akademiya taybet a leşkerî de perwerde dibîne. Perwerdeya xwe ya akademiyê bi serkeftî diqedîne û wek sabotajkareke pispor mezûn dibe. Ji bo tiştên ku li akademiyê hîn bûye bi pratîk bike diçe herêma Zapê. Rêheval Çiya ku li vir beşdarî gelek xebat û çalakiyan dibe, bi kesayetiya xwe ya tije hest, jidilbûn û dilpakiya xwe hezkirina hemû rêhevalên xwe qezenç dike.

Li Kurojahro ku cihê erka wê yê dawî ye, bi pêşengiya fermandara me ya leheng û fedayî rêheval Mizgîn Ronahî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide. Rêheval Çiya ku di rêxistinbûn û binesaziya berxwedanê ya li qada Berxwedanê ya Kurojahro de xwedî kedeke mezin bû, di pêvajoya şer de jî bi awayekî aktîf cih girt. Rêhevala me Çiya ku ji dagirkeran re got raweste, bi cesareta xwe ya mezin derb li ser derban li faşîstan xist, axa Kurdistanê û rûmeta gelê Kurd parast, weke jina Kurd a qehreman û azad tevlî artêşa şehîdên nemir bû. Hezkirina rêheval Çiya ya azadiyê û baweriya bi serketinê wê her tim ji me re bibe mînak.

BÊRÎTAN SINÊ

Rêhevala me Bêrîtan li bajarê welatparêz ê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Kesayeta rêhevala me Bêrîtan a ku bi dilsoziya xwe ya ji bo nasname, çand û axa gelê Rojhilat mezin bû, bûye xwedî karakterekî welatparêz. Ji ber ew wek jina ciwan a Kurd birçiyê azadiyê bû, ketiye nava lêgerîneke cidî ya azadiyê. Hem ji bo ku jin bigihîje azadiyê hem jî ji bo azadiya civakî ya gelê xwe bi dest bixe, xwend û lêkolîn kir. Rêhevala me Bêrîtan ku jineke pir jîr bû, hînî sê zimanên cuda û sê zaravayên Kurdî bûye. Digel ku xwendekarek serketî ye jî hîn bûye ku di dibistanên dewletê de azadî nayê bidestxistin. Tevî ku demekê di nava rêxistinên Kurdan ên cuda de cih girt jî, dît ku hemû azadiyên civakî bi taybet azadiya jinê di paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo de heye. Bi îdeolojî û paradîgmaya Apoyî nas kir, di roja pîroz a Newroza 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû. Navê rêhevala me Fermandara leheng û berxwedêr a gelê Kurd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe digire. Mîna fermandara me Bêrîtan a ku navê wê lê hatiye kirin, bi lez û bez pratîk dibe, pêş dikeve û peywiran radigire ser milên xwe. Di îdeolojiya Apoyî de kûr dibe, weke jina Kurd a azad di pîvanên azadiyê de jêhatî dibe û di hunera leşkerî de xwe pêş dixe.

Di akademiya taybet a leşkerî de ji bo hînê suîkastê bibe xwe perwerde dike û bi serketî diqedîne. Di sala 2018’an de ji bo perwerdehiya xwe bidomîne derbasî Zapê bû. Ev çar sal in li qada Zapê bi coş û hezkirineke mezin her cure xebat û peywiran dimeşînd. Xwêdana xwe li ser her cihek axa Zapê dixe û tecrubeyên xwe yên herî mezin di jiyan û şer de li Zapê bi dest dixe. Serdema nû ya YJA Star bi lez û bez xeta fermandariyê digire û di nava tîmên gerok de cih digire. Di çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker de cih digire û bi wêrekiya xwe ya mezin derdikeve pêş. Kurojahro ku derbasî dîroka lehengiya gelê Kurdistanê bû, di nava şert û mercên herî dijwar de bi rojan li qada Berxwedanê şer kir û derbên giran li dagirkeran da. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a tirsonek de tevî 4 hevalên xwe digihêje şehadetê.

RONÎ BAKÎ

Rêheval Ronî di nav malbata Ozguç a welatparêz de, ku yek ji hezaran malbatên me yên ku ji ber zextên dijmin neçar man ji Kurdistanê koç bikin, li Hatayê hat dinê. Bi hezaran kîlometreyî ji dûrî welatê xwe jidayîkbûn têr nedikir ku têkiliya rêheval Ronî bi Kurdistanê re bibire. Rêhevalê me Ronî ku mamê wî jî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bû, hem ji bo parastina mîrateya berxwedanê ya mamê xwe û hem jî ji bo ji holê rakirina xeteriya qirkirinê ya gelê me, refên têkoşînê hilbijart. Rêheval Ronî ku demekê li ser vê bingehê di nava xebatên ciwanan de cih girt, di sala 2015'an de ku êrîşên dijmin herî zêde lê dijwar bûn, tevlî nava refên gerîla bû. Rêhevalê me Ronî ku li herêma Zapê perwerdeya xwe ya nû ya şervanan dît, piştre derbasî herêma Cîlo bû. Piştî demeke kin li herêma Cîlo hînê jiyana gerîla bû, beşdarî operasyona rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê bû. Di şerê dijwar de bi cesaret û wêrekiya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di şerê azadiyê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de xwedî ezmûneke mezin di taktîkên leşkerî de bû û bû fermandar. Piştî ku li Şengal ji çeteyan hat paqijkirin, li wir erka xwe bi serkeftî bi dawî kir û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Rêheval Ronî ku vegeriya herêma Zapê û li wir dest bi çalakiyên gerîla kir, vê carê jî weke fermandarekî pêşeng, ji bo bi serketî ev wezîfe bi cih bîne gelek ked daye. Rêhevalê me Ronî ku bi kesayeta xwe ya fedakar ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin, yek ji rêhevalên me ye ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Zapê berxwedana dîrokî xêz kiriye. Ji sala 2018’an û vir ve li herêma Zapê ya ku lê bû li dijî dagirkeran pêşengiya gelek çalakiyan kir û bi tecrubeyên xwe dijmin da poşman kirin ku gav avêtiye qada Zapê. Di Pêngava Bazên Zagrosê de ku di sala 2021’an de jî hate pêşxistin, taktîkên gerîla yên serdema nû bi serkeftî bi cih anî bû pêşengê berxwedanê. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin ji Nîsana îsal ve dest pê kiribû, Kurojahro herêm veguherand keleha berxwedanê û bû sedem ku dijmin derbên giran lê bide. Rêhevalê me Ronî jî weke 4 rêhevalên xwe di encama êrîşa kimyewî ya artêşa Tirk a dagirker de, piştî berxwedaneke lehengî jiyana xwe ji dest da.

DEVRAN RIHA

Rêhevalê me Devran li Rihayê ji dayik bû. Rêhevalê me Devran ku malbat û derdora wî welatparêz e, mîna gelek ciwanên Kurd ên birûmet li hemberî pirsgirêka hebûna gelê me bê xem nema. Haya wî ji statûya qirkirinê a ku gelê me tê de ye hebû û qet nexwendibû. Ji ber vê yekê her tim li hemberî dijmin hêrs dibû û li rêya têkoşînê digeriya. Di encama van lêgerînan de sala 2019’an tevlî nava refên gerîla bû û ji bo gelê me rêbaza herî rast a têkoşînê hilbijart. Rêhevalê me Devran bi vê helwesta xwe rêbaza herî rast a têkoşînê nîşanî bi hezaran ciwanên Kurd ên ku di bin zexta dijmin de ne da. Hevrêyê me Devran ê ku bi kesayeta xwe ya kurt û paqij di demeke kin de xwe adapteyî jiyana gerîla kir, piştî ku tevlî gerîla bû, bi rastiya şerê dijwar a ku em tê de dijîn, di warê leşkerî de xwe pêş xist. Di taktîk û şêwazê gerîlayên serdema nû de ti zehmetî nejî û di vê wateyê de karîbû bibe gerîlayekî Modernîteya Demokratîk a mînak. Piştî perwerdeya ku dît, timî pêşniyara çûyîna qadên şer kir û berê xwe da herêma Zapê. Di her hawîrdora ku li qada Zapê de bû, bi saya rêhevaltiya xwe ya ji dil, bû hevalek delal. Rêhevalê me Devran ku bi tevlêbûna xwe ya rast, bi berpirsyarî û ji dil bû mîlîtaneke Apoyî ya mînak, li gelek qadên Zapê pratîkeke serkeftî nîşan da. Bi helwesta xwe ya bi biryar a li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ji sala 2021’an ve ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê û bi beşdarbûna di gelek çalakiyan de rola xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cih anî. Li herêma Kurojahro ya ku herî dawî lê bû, tevî hemû meylên dijmin ên li dijî mirovahiyê tawîz neda ji îradeya xwe ya Apoyî û berdêla wê çi dibe bila bibe, ji bo têkbirina dijmin bi hemû hêzê canê xwe şer kir. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana dîrokî ya rêhevalên me, hevrê Devran jî di nav de bû, weke her carê dîsa çekên kîmyewî bikar anîn. Em soz didin ku em ê bibin rêhevalekî baş ê heval Devran ê ku piştî êrîşa çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da û em ê xeyalên wî pêk bînin.”