Hejmara kesên di şewata Amedê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an
Di şewata sîteyekî li navçeya Peyas a Amedê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an.
Di şewata sîteyekî li navçeya Peyas a Amedê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an.
Li taxa Firatê ya Navçeya Peyasê ya Amedê agir bi avahiya ku li sîteya Rojava ye ket. Pêtên agir di demek kurt de zêde bûn û li avahiyê belav bû. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane derket 4’an.
Der barê mijarê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak ji rûpela şaredariyê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Mixabin di şewata ku berê êvarê li bloka 13 qatî ya sîteyekî taxa Firatê ya Navçeya Peyasê ya Amedê derket de tevî hemû hewldanên agirkujiyên me jî 3 jê zarok 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan.
Agir bi avahiya ku li sîteya Rojava ket. Pêtên agir di demek kurt de zêde bûn û li avahiyê belav bû. Di encama şewata avahiyê de 3 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 23 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê. Şîfayê lezgîn ji bîrîndaran re dixwazin û ji malbata wan re jî sebrê dixwazin.”