Cara sêyemîn êrîşî goristana Licê kirin

Goristanên gerîla ya li navçeya Lice ya Amedê ku berê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû bombekirin, ev bû cara sêyemîn dewlet êrîşî goristanê dike.

Hat zanîn ku goristana li gundê Sîsê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê carek din hate rûxandin.

Ev rûxandin bi wesîleya Cejna Remezanê ku malbat çûn serdana goristanê derket holê. Malbat kêliya ku çûn goristanê bi rûxandinek nû re rûbirû man.

Malbatan diyar kir ku hemû gor hatine rûxandin, kêlikên goran ku bi Kurdî hatine nivîsandin hemû hatine şikandin û kevirên hatine şikandin carek din li di cihê wan de bicih kirin.

Malbatan destnîşan kir ku nayê zanîn goristan kengê hatiye rûxandin û ev rûxandin di van rojên dawî de ku operasyona eskerî li wê herêmê hebû pêk hatiye.

Li goristanê gorên gerîlayên PKK’ê yên ku di dîrokên cuda de şehîd bûne hene. Goristan di sala 2015’an de du caran ji esmanî û bejahiyê ve hatibû bombebarankirin û rûxandin. Bi vê êrişê re ev cara 3’yemîn e goristan tê rûxandin.