Car bi navê hikûmetê, car jî bi navê Mala Barzanî..!

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gorî berjewendiyên xwe her carê bi navekê saziyên hikûmetê ku aliyekî bi navê hikûmetê û aliyê din jî bi navê mala Barzanî bikar tîne.

Piştî ku Partiya Demomokrata Kurdistanê (PDK) di naverasta meha Adara 2020’ê de, hêzekî leşkerî li Zînî Wertê bi cih kir. Xelkên navçeyê û aliyên siyasî ji vê yekê nerazîbûnên xwe anîn ziman, serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî got; ew hêza ku li wir bi cihbûyin, hêza hikûmetê ye hikûmet dikere li her derê hêzên xwe bi cih bikin.

Li Zînî Wertê weke bersivdan û veşartina pîlanên li wê navçeyê pêwîst dikir ku PDK navê hikûmet û saziyên fermî bikar bînin lê duh bi şev komek ya mirovan bi otobûsan tijî dema ku ji Tirkiyê û deriyê Îbrahîm Xelîl ku bi destê PDK’ê ber bi sinorê Başûrê Kurdistanê ve, bê kontrola tendirûstî û karantînekirinê diçû şêniyên navçeyê jî ji vê yekê nerazîbûn nîşan dan û pêşiya otobûsê girtin.

Asayîşa PDK’ê jî li ser navê wezareta hundirîn vê carê jî berjewendiyên wan ew bû ku li ser navê mala Barzan bi axivin, her wiha gef li welatiyên navçeyê jî bikin.

Ev yek jî wê rastiyê ji me re dide eşkere kirin ku PDK li gorî berjewendiyên xwe her carê navekî bikartîne, hinek caran Hikûmetin ku tu kes nikare biaxive, carek jî Mala Barzanin gef li şêniyan dikin.

Mesrûr Barzanî kurê Mesûd Barzanî ye ew jî xwedî bandoriyeke di nava refên PDK’ê de, di nava aligirên PDK’ê de weke birayê mezin tê zanîn. Bêguman Mesrûr Barzanî di van hewldanan de ne ku weke çawan li mala xwe di nava PDK’ê de birayê mezine, bi heman awayî biratiya xwe ya mezin li ser Başûr hemû û Kurdistanê jî bide ferzkirin. Ji bo vê jî hercarê navekê bikartîne hinek caran mala Barzanî û hinek caran jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikartîne.

Dîmenên ku Rojnewsê parvekirî wiha ne: