ANALÎZ

Çapemeniya PDK'ê, Şengal û Rojava...

Du kesên timî li Navenda Nûçeyan a Rûdawê ne û ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ji Enqereyê çûne û tenê nûçeyên li ser Rojava û PKK'ê kontrol dikin, kî ne? Wîkîleaksê nivîsand, ku 6 xebatkarên Rûdawê ji MÎT'ê re dixebitin. Ev kî ne?

Nazê Nayîf Qewal.. Êzidiyeke ji gundê Zomanê yê Şengalê bû.

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema cinawirên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, Nazê ji herêmê neçû û tevî malbata xwe berê xwe da çiyayê Şengalê. Ji wê rojê ve li wir man. Tevî zor û zehmetiyên giran jî li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan.

Kek, xal û xizmekî nêz ên Nazê, di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan. Mîna bi hezaran mirovên Şengalê wan jî dîtibûn, bê PDK'ê di roja fermanê de ew çawa di nava lepên barbarên DAIŞ'ê de hiştibû.

Li pêşberî revandin û firotina bi hezaran jin û zarokên Êzidî li bazarên koleyan ê DAIŞ'ê, Nazê nikarîbû bêdeng bima. Ji bo civaka Êzidî ji nû ve li jiyanê vegere û Êzidiyên hatine revandin bên rizgarkirin, bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de girt.

Hêzên paramîlîter ên rû pêçandî yên PDK'ê, ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de Şengal di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin û reviyan, di 14'ê Adara 2017'an de êrîşî meşa sivîlan a ji bo şermezarkirina êrîşên li Xansorê kirin. Di encama vê êrîşa hêzên PDK'ê de Nazê jiyana xwe ji dest da.

Di heman rojê de li Şehîdgeha li çiyayê Şengalê, ku bi dehan gerîla û berxwedêrên Êzidî lê radizên, li kêleka kekê xwe yê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat qetilkirin, hat veşartin.

Hîn 20 salî bû...

Çîroka Nazê kurteberiya trajediya Şengalê ye. Ya ku DAIŞ'ê nekarî bike, îro hin hêzên cuda hewl didin temam bikin. Ji ber vê yekê jî hêzên paramîlîter ên rû pêçandî yên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine perwerdekirin û bi Tirkî daxivin, şandin herêmê. Dema ku firsend bi destê wan ve dikeve, yekser êrîşî sivîlan, rojnamevanan û berxwedêran dikin.

Çîroka Nazê ya ku ji aliyê hêzên paramîlîter ve li Şengalê hat kuştin, ev e. Lê belê mijara vê nivîsê, nêzîkatiya medya PDK'ê ya li vê mijarê ye.

Dema ku Nazê Nayif Qewal hat kuştin, bi vî rengî nûçe weşandin; 'PKK'ê sivîl kirin mertalên zindî. PKK'ê Erebên çekdar ji Hesekê anî'. Bi rengekî bênamerdî manîpule kirin, ku jineke Êzidî ya ji DAIŞ'ê rizgar bû ji aliyê kê ve çima û çawa hat kuştin.

PDK'ê şebekeyeke medyayê ji xwe re çêkiriye û naveroka vê şebekeyê, ji ya medya şerê taybet a Tirk xerabtir e. Baş e ku civaka Kurd guh nade van û ji ber ku dizane xwe ji ku xwedî dikin, ev şebeke nikare zerara dixwaze, bide.

Du baskên bingehîn ên vê şebekeyê hene. Yek jê Rûdaw e ku bi ofîsa Nêçirvan Barzanî ve girêdayî ye. Ya din jî K24 e, ku bi ofîsa kurê Mesûd Barzanî Mesrûr Barzanî ve girêdayî ye.

Em bi şerê van ê nava xwe dizanin. Ji xwe li Başûrê Kurdistanê kesekî ku bi vî şerê desthilatdariyê nizane, nîne. Lê dema mijar xizmeta ji bo Komara Tirkiyeyê be, ev her du kom di dijberiya PKK'ê de li ber xwe didin û dikevin nava pêşbirkê.

Ev salek e, li gorî fermana ji wan re hatiye dayîn nûçeyên 'PKK dixwaze Şengalê bike Qendîla 2.' diewşînin. Heman nûçe bû hinceta bingehîn a dewleta Tirk ku êrîşî Şengalê bike. Ez ê niha qet qalê nekim bê PKK kengî û çima hat Şengalê.

Welê nîşan didin, mîna ku gerîla hatiye Şengalê û herêma di kontrola pêşmergeyan de bi dest xistine. Halbûkî her bihosta axa niha ji aliyê gerîla û şervanên YBŞ/YJŞ'ê ve tê kontrolkirin, bi xwîna şehîdan ji DAIŞ'ê hatiye standin. Di heman demê de gelek herêmên weke Rebîa, Sinûnê û navenda Şengalê, tevî ku ji aliyê gerîla ve hatin rizgarkirin, weke nîşaneya niyeta baş radestî pêşmergeyan hatin kirin.

Rûdaw a ku vê rastiyê nanivîsîne û dibêje ku pêşmerge ji Şengalê nereviyane, dema ku bîlançoya 2014'an weşand, di 24.12.2014'an de ev tişt dinivîsand:

"Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, 3'ê Tebaxê roja Şemiyê saet di 09:00 de nekarîn pêşî li êrîşên rêxistina DAIŞ'ê bigirin. Bêyî ku şerekî mezin biqewime, navçeya Şengal a Mûsilê û herêmeke ji 210 kîlometreçargoşeyî ya ji nahiyeyên Sihêla, Rebîa, Sinûnê, Wanê û 150 gundan pêk tê, di nava 3 saetan de hatin valakirin.

Şengal û nahiyeyên wê, di nava demeke kurt a ji 2 saetan de, ketin destê DAIŞ'ê."

Hem Kurdan hem jî tevahiya cîhanê bi çavên xwe dît, bê 2 sal berê di nava 2-3 saetan de 'bêyî şerekî mezin biqewime' bi sedan gund, bajarok û navçe çawa ketin destê DAIŞ'ê.

Piştî ku planên dewleta Tirk ên ji bo ragirkirina Minbicê û bi tevlîbûna operasyona Reqayê re (Di ser Til Ebyad re) parçekirina Kantonên Kobanê-Cizîr ji aliyê DYA ve hat redkirin û li dû serdana Barzanî ya li Tiriyeyê plana 3. ket dewrê, vê medyaya navborî, ku bi fermanên Komara Tirkiyeyê dide PDK'ê derewan hildiberîne, dest bi wezîfeyeke nû kir: Dest pê kir ku hebûna gerîla û berxwedêrên Êzidî li Şengalê weke pirsgirêkê nîşan bide.

Li gorî vê planê, wê pêşmergeyên ENKS'ê yên ser bi PDK'ê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatine perwerdekirin, li Xanesorê ya di kontrola YBŞ/YJŞ'ê de ye bi cih bibin û li dijî YBŞ/YJŞ'ê şer bikin. Bi vî rengî wê Artêşa Tirk hem bombe li ser hêzên YBŞ/YJŞ'ê yên li Şengalê bibaranda, hem jî mîna dagirkirina Cerablûs-Ezaz-El Bab (Mertala Firatê) bikira ku artêşa Tirk ji vir jî biketa Rojava. Rojnamevanê nêzî AKP'ê Abdulkadîr Selvî bi awayekî vekirî ev plan nivîsand. Fermandarê pêşmergeyên ENKS'ê jî ji Rûdawê re got, 'Em ê şer bibin Rojava'. Ezîz Weysî jî, ku beriya niha bi salan ji nava PKK'ê reviya û niha fermandarê pêşmergeyên PDK'ê ye, diyar kir ku pêşmergeyên ber bi sînor ve hatine şandin wê derbasî Rojava bibin.

Ji bo kontrolkirina bicihanîna vê planê, Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan di 14-15'ê Adarê de li Duhokê bi Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî re rûnişt û piştre çû Şengalê bi van hêzên paramîlîter ên bi maske yên ji wan re 'pêşmergeyên rojava' dibêjin, hevdîtin kir. Çapemeniya navborî ya PDK'ê qet qala van hevdîtinan nekir.

Çapemeniya PDK'ê her gavê bi vî rengî nûçe diweşand; 'Pêşmergeyên roj ji aliyê NATO ve tên perwerdekirin û DYA xwest, ji bo derbasî Rojava bibin xwe amade bikin'. Lê balkêş e, fermandarê DYA'yî yê koalîsyona li dijî DAIŞ'ê bi vê gotinê, ev nûçeyên çapemeniya navborî derewand; 'Li Rojava ti planeke me ya xebatê bi pêşmergeyan re nîne, me ew perwerde nekirine'. Ji xwe mebesta çapemeniya PDK'ê ji gotina 'ji aliyê NATO ve hatine perwerdekirin' artêşa Tirk a endamê NATO ye.

Ev çapemeniya ku ji aliyê nivîsandina derewan ve gelekî jêhatî ye, qet nikare binivîsîne bê ew kesên bi çek ên bi Tirkî daxivin, maske xistine rûyê xwe û di nava êrîşkarên li Şengalê (çeteyên bi navê pêşmergeyên roj) de cih digirin kî ne. Jê nayê binivîsîne bê çima ev çekdar di nava pêşmergeyan de cih digirin.

Lê belê dikare bi rengekî gemarî kuştina Nazê Nayif Qewal a 20 salî manîpule bike.

Ev yek, bicihanîna wezîfeya ji wan re hatiye dayîn e.

Berê jî heman tişt kirin.

Di Sibata 2013'an de, cenazeyên komek ji şervanên YPG'ê yên li bajarokê Til Hemîs ê Hesekê ketin kemîna DAIŞ'ê, ji aliyê Rûdawê ve hatibûn teşhîrkirin. Cenazeyên şervanên YPG'ê di televîzyonê de nîşan dan û qala DAIŞ'ê kirin bê çiqasî li dijî YPG'ê serketî ye!

Di sala 2014'an de di dema berxwedana Kobanê de, dema DAIŞ'ê ji dûr ve top davêt Qamişloyê, vê çapemeniyê bi gotina 'bi sedan kes mirin' nûçeyên derew weşand û bi vî rengî xwest çavên gel bitirsîne.

Yên ku bi sed hezaran Kurdên Başûrî yên di Enfalê de ji bîr kirin û ji bo sivîlên ji ber şerê 6 salan ên li Rojava neçar man xwe li Başûr bigirin gotin, 'Ji PYD'ê reviyan, Rojava vala bû', her wiha yên digotin, 'PYD girseyên gel dide koçberkirin. Dest datîne ser malên Ereb, Suryanî û mûxalîfan' ev bûn. (Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya dawî de eşkere kir, ku ev îdîa hemû derew in)

Ev çapemeniya navborî, moralê dide Artêşa Tirk, DAIŞ, El Nûsra, Artêşa Azad, Arar Şam û çeteyên din ên êrîşî Rojava dikin û hewl dide wan li dijî YPG'ê motîve bike. Ji xwe em her roj dibînin, ku çapemeniya Tirk van nûçeyên wan ên derewîn ji xwe re weke çavkanî nîşan dide.

Dema ku Mesûd Barzanî ji bo spasiya gerîlayên Mexmûr ji DAIŞ'ê rizgar kirin çû Mexmûrê, vê çapemeniyê ev serdana spasdariyê nekir nû. Lê rojek piştî vê serdanê, nûçeya 'Mexmûr di kontrola pêşmergeyan de ye' weşandin.

Bi hezaran nûçeyên xwe, piştî demekê wan bi xwe derewandin. Bi eşkerekirina van hemûyan re naxwazim derdorê aciz bikim.

Yên ku gotin, 'PYD'ê Minbic radestî rejîmê kir' ev bûn, lê belê daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê neweşandin, ku meclîsê eşkere kir, ji bo parastina Minbicê ji artêşa Tirk û çeteyên artêşa azad, wan bi lihevkirina bi Rûsyayê re tenê çend gundên li ser sînorê artêşa Tirk-artêşa azad radestî fermandariya hevpar kirine.

Eger em rabin van derewan li pey hev binivîsînin, wê pêwîstî bi gelek rûpelan hebe. Lê belê mijarek heye ku pêwîstiya xwe bi îzahatê heye:

ENDAMÊN MÎT'Ê YÊN DI RÛDAWÊ DE DIXEBITIN'

Du kesên timî li Navenda Nûçeyan a Rûdawê ne û ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ji Enqereyê çûne û tenê nûçeyên li ser Rojava û PKK'ê kontrol dikin, kî ne?

Di belgeyên Wîkîleaksê de her kesî xwend, ku 6 xebatkarên Rûdawê ji bo îstîxbarata Tirk MÎT'ê dixebitin.

Her kesên li wir dixebitin dizanin ku ev kesên navborî nûnerên MÎT'ê ne. Ji xwe tê zanîn ku bi Kurdî propaganda MÎT'ê dikin, lê divê şeşkere bikin bê bi kîjan mekanîzmayan dikin.

Ne lazim e ku mirov li personelên ji bo hesabên medya civakî kirê kirine bipirsin. Ji ber ku tê fêhmkirin bê qumanda bingehîn di destê kê de ye, hewce nake mirov bala xwe bidin ser kêzikên li derdora çiravê.

Me berê jî nivîsand, kesekî di vê qenalê de pêşkêşiya nûçeyan dike, li dijî ROJ TV ji polîsê Elman û MÎT'ê re axivî bû. MÎT'ê ev mikurhatin weke dosyayekê radestî dadgeha Danîmarkayê kir. Ev kes hê li Rûdawê spîkeriyê dike.

Ez kesên ku tenê ji bo kar li wir in, naxim nava vê rewşê. Lê belê ti eleqeya vê şebekeyê bi medyakarî, bi medyakariya Kurdî nîne. Vîrûseke gemarî ye, qûmanda wê li Enqereyê ye.

Yên ku bi rengekî dibin mûxatabê van, lazim e vê qirêjiyê zanibin, nas bikin.