Can: Em ê di ber Rojava de bimirin

Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Ferzad Can got, ''Me bi şer Rojava azad kir, hewce bike di ber de bimirin û berevaniyê lê bikin.''

Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Ferzad Can got Şoreşa Rojava sembola şoreşên sedsala 21'ê ye û êrîşa Hîtler a li ser Şoreşa Sowyet û êrîşa qirker a dewleta Tirk a li ser Şoreşa Rojava şibande hev û got, ''Şoreşa Rojava nûnertiya jiyana gelparêziya pêşî ya sedsala 21'ê, jiyana wekhev û azadiya jinê daye ser milê xwe, dewleta Tirk û hevkarên wê jî, nûneriya dij şoreşê dane ser milê xwe.''

Can her wiha got hêzen şoreşê û dijşorejê hatine pêşberî hev û êrîş her wiha êrîşa li ser şoreşa yekbûyî ya gelan e û domand, ''Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşa li ser Rojava ne tenê êrîşê dibe ser gelên Sûriyê û Şoreşa Rojava, her wiha êrîşê dibe ser Şoreşa Kurd, pê re girêdayî êrîşê dibe ser şoreşa yekbûyî ya Tirkiyê û şoreşa herêmê jî.''

Can got heke Şoreşa Rojava were paşxistin dewleten herêmê yên paşverû wê dîsa xurt bibin, rejîmên şefîtiya faşîst wê polîtîkayên zexta giran deynin û got ji ber vê jî divê gelên Kurd û Tirk û herêmê ji bo berevaniyê li Şoreşa Rojava bikin piştevaniyê xurt bikin.

DIXWAZE TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE

Can bi berdewamî got rejîma AK-MHP'ê hegemonyaya xwe ya li ser çewisandiyan jî ji dest daye, nema dikare xwe jî rê ve bibe. Can li ser Erdgogan got ,''Hîtlerê qelp'' û got bi êrîşa li ser Rojava dixwaze temenê desthilata xwe zêde bike, krîza aborî ya ku faşîzmê ava kiriye dixwaze bi vî şerî veşêre û fatoreya krîzê dixwaze li ser gelan bihêle.
Can got, ''Ên ku li dijî vê dagirkeriyê xwe dimirînin, bêdeng dimînin û temaşe dikin, ên ku ji wan weye wê ji hêrsa şefê faşîst xilas bibin, li bara dîrokê wê bi teqezî hesêb bibin û heta mirinê wê şerma bêdengiyê bijîn. Ên ku bi balafirên şer ji sibehî heta êvarî Rojava, çiyayên Kurdistanê bombe dikin, bi avantajên teknîk û çekan komkujiyan diki, ên ku li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê êşkenceyan dikin, terora destgîrkrin û girtinê dikin, hemû rêveber û hêzên milîtarîst ên rejîma faşîst ku şoreşgeran dikujin, divê zanibin wê hesabê komkujî û sûcên wan were pirsîn. Ên ku li dijî vê dagirkeriya qirker li ber xwe didin wê bi rûmeta xwe carekê bimirin lê yên ku bêdeng mane ew jî bi bêrûmetiya xwe bi hezaran caran wê bimirin.''

Can her wiha got ne bi tesadûfî 9'ê Cotmehê ji bo destpêkirin êrîşê hilbijartina û got, ''Ên ku erîşa dagirker anîne ser salvegera 9'ê Cotmehê divê 17'ê Cotmhehê jî ji bîr nekin.''

DIVÊ HÊZÊN HBDH'Ê BI ROLA XWE RABIN

Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê herî dawî got, ''Hêzên HBDH'ê li hemû qada ku lê dimînin divê bersivê bidin êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst. Li ser rêya Denîz, Mahîr, Ibrahîm, Delal, Mercan, Baran, Ulaş, Atakan, Taylan, Firat û Ozanan divê bi misyona xwe ya dîrokî rabin. Roja roja hesabpirsînê ye. Me Rojava bi şer azad kir, hewce bike di ber berevaniya wê heta mirinê şer bikin.''