Can ê ku bi wesayita zirxî hate qetilkirin, hate veşartin
Cîhan Can ê ku li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve bi otobusa zirxî hate qetilkirin li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.
Cîhan Can ê ku li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve bi otobusa zirxî hate qetilkirin li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.
Polîsên Tirk ku ji 20'ê Mijdara 2018'an ve avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dorpêç kirine, bi wesayitê pê li Endezyarê Înşaetê Cîhan Can ê 33 salî kirin û ew qetil kirin. Wesayita polîsan ku di ser Bûlwara Tûrgût Ozal ber bi avahiya HDP'ê ya Amedê ve diçû pê li Can kir ku Can hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe.
Piştre ji bo otopsiyê cenazeyê Can rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî.
Malbata Can cenazeyê kurê xwe bi şev saet di 01:00 de ji nexweşxaneyê wergirt û serê sibehê li Goristana Yenîkoyê veşart. Malbata Can li Mala Şînê ya Hevedaniyan a li navçeya Baglarê serdanên sersaxiyê qebûl dike.
PÊ LÊ KIR Û DI SER RE DERBAS BÛ
Ji dîmenên mobese tê dîtin ku Can ê di bin wesayita hêzên polîsan de ma demeke dirêj xwe kaş kir. Lê belê polîsên ku dîtin li Can dan balkêşe ku ranewestiyan.