Çalakiyên îsal ên Newrozê wê bi dirûşma "Bi teqezî em ê bi ser bikevin" bên lidarxistin
Çalakiyên Newrozê wê îsal li Nisêbînê di 17'ê Adarê de dest pê bikin. Fînal jî wê di 21'ê Adarê de li Amed û Wanê pêk were.
Çalakiyên Newrozê wê îsal li Nisêbînê di 17'ê Adarê de dest pê bikin. Fînal jî wê di 21'ê Adarê de li Amed û Wanê pêk were.
Bernameya çalakiyên îsal ên Newrozê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê zelal bû. Bername ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat amadekirin. Di çarçoveya vê bernameyê de wê di navbera 17-21'ê Adarê de li 35 bajar û navçeyan çalakiyên navendî bên lidarxistin.
Dirûşma îsal a Newrozê jî; 'Bi teqezî em ê bi ser bikevin' e.
Çalakiyên îsal wê li Nisêbînê dest pê bike. Di 21'ê Adarê de jî wê li Amed û Wanê mîtîngên mezin bên lidarxistin.
BERNAMEYA NEWROZÊ
17'ê Adarê - În: Nisêbîn
18'ê Adarê - Şemî: Îzmîr, Bursa, Adana, Dersîm, Dîlok, Mêrdîn, Meletî, Çewlik, Bazid, Manîsa, Kocaelî, Sêrt.
19'ê Adarê - Yekşem: Stenbol, Mersîn, Antalya, Riha, Gever, Êlih, Konya, Dep, Qers, Hatay, Qoser.
20'ê Adarê - Duşem: Mûş, Cizîr, Semsûr, Îdir, Bedlîs, Colemerg, Agirî, Çewlik.
21'ê Adarê - Sêşem: Amed û Wan.