Çalakiya Konê Berxwedanê Meclîsa Şengalê dewir girt
Konê mertalên zindî ya ku bi armanca derketina çeteyên PDK’ê hatî vedan, Meclîsa Avaker a Şengalê ji Kongra Star a Kantona Cizîrê dewir girtin.
Konê mertalên zindî ya ku bi armanca derketina çeteyên PDK’ê hatî vedan, Meclîsa Avaker a Şengalê ji Kongra Star a Kantona Cizîrê dewir girtin.
Konê ku li bajarokê Xanesorê bi pêşengtiya jinên Êzidî û Însiyatifa Gel a Şengalê hatibû destpêkirin, îro jî çalekiya mertalên zindî berdewam kir. Jinên Kongra Star a Kantona Cizîrê bi armanca piştgirî dayina Berxwedana Şengalê duh konê mertalên zindî dewir girtin, îro bi merasîmekê xatir jî berxwedanvanên Şengalê xwestin.
Kongra Star bi merasîmekê konê mertalên zindî dewirê Meclîsa Avaker a Şengalê kirin. Çalakiya kon wê heya sibê ji aliyê Meclîsê ve werebi rê ve birin. Piştî merasîmê Kongra Star xatir ji gelê Şengalê xwest û ber bi Rojava ve ketin rê.
Armanca vê çalakiyê ew e civaka Êzidî dibêjin bila çeteyên PDK’ê li ser axa me derkevin. Heta ku çeteyên PDK’ê axa Şengalê biterikînin wê çalakiya xwe bidomînin.
Sibê jî wê Tevgera Jinên Azad ên Êzidxanê konê berxwedanê dewir bigirin.