Çalakiya Kon a Mertalên Zindî wê bidome
Konê Mertalên Zindî bi armanca derketina çeteyên PDK’ê hatibû lidarxistin didome, çalakî li ser daxwaza gel wê heta 30’ê Adarê dewam bike.
Konê Mertalên Zindî bi armanca derketina çeteyên PDK’ê hatibû lidarxistin didome, çalakî li ser daxwaza gel wê heta 30’ê Adarê dewam bike.
Konê Mertalên Zindî bi pêşengtiya Jinên Êzidî û gelê Şengalê di 20’ê Adarê hatibû vedan di roja xwe ya 8’emîn de didome. Her roj saziyek û rêxistinek a Şengalê Konê Mertalên Zindî dewir digirin. Armanca vê çalakiya konî ew e ku çeteyên PDK’ê jî axa Şengalê derkeve. Her wiha ji bo piştgirîdayîna kon her roj gelê Rojava tên serdana Konê Mertalên Zindî dikin.
Bi sedan welatiyên bajarê Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgirîdayîna kon hatin Şengalê û tevlî konê çalakiyê bûn.
Çalakiya di roja xwe ya 8’emîn de ye. Sedan welatiyên Dirbêsiyê ji aliyê welatiyên Şengalê ve bi dilgermiyekî mezin ve hatin pêşwazî kirin. Gel bi diruşmeyên ‘‘Bijî berxwedana Şengalê”,‘‘Bimire Xiyanet ‘‘ ketin Konê Mertalên Zindî. Wê heta sibê gelê Dirbêsiyê nobeda kon bigirin.
Her wiha li ser dawxaza gel wê çalakiya Konê Mertalên Zindî heta 30`êAdarê bidome.