Bûyerên di sala 2019'an de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê qewimîn

Serhildana Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, şehîdkirina pêşengên PKK'ê, greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz û boykotkirina malên Tirk çend ji bûyerên girîng bû ku li Başûr mohra xwe li salê xist.

BÛYERÊN LI HERÊMA KURDISTANÊ

Li Herêma Kurdistanê di sala 2019’an de çend bûyerên ku rûdayÎn ya herî girîng jî serhildana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê bû. Her wiha di heman salê de endamê rêveberiya KCK’ê Diyar Xerîb ku bi nasnav Helmet, li gel 2 hevalên xwe di êrîşek hovane ya dewleta Tirk de bi alîkariya îxanetkaran hate şehîdkirin. Her wiha di çarçoveya dagirkeriya dewleta dagirker ya Tirkiyê û çeteyên wê ya li ser Rojavayê Kurdistanê de, ciwanan ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve herikîn. Bi giştî çalakvan jî li herêmên cuda cuda yên Başûr pêngava boykota kelûpelên Tirkî hate ragihand bû. Di heman demê de biryar hatiye girtin ku di sala 2020’an de jî ev pêngava boykotê li ser asta herêmê were berdewam kirin.

ÇILE

Di 11’ê Çileye 2019’an de li Sekoy Azadî ya bajarê Silêmaniyê azadixwazan li dijî biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ya girtina navenda Tevgera Azadî çalakiyekî nerazîbûnê lidarxistin. Di Parqa Azadî de li ser Sekoy Azadî 60 kes ku ji jin û zarokan pêkdihatin hatin destgîrkirin.

Di 26’ê Çileyê de xelkê Şêladizê û Dêralokê ya girêdayî bajarê Dihokê, li diji dagirkeriya dewleta Tirk û şehîd kirina welatiyên sivîl meşek li darxistin. Serhildana wan li dijî baregehên leşkerî û MÎT’a Tirk ên ku li navçeyên wan heyî hate lidarxistin. Di raperîna gel de baregehekî leşkerî û MÎT’ê li gel çend wesayîtên leşkerî şewitandin. Her wiha daxwaza derxistina baregeh û leşkerên artêşa dewleta dagirker ya Tirkiyê ya li herêma Kurdistanê hate kirin. Her wiha leşkerên Tirk li dijî raperîna welatiyên sivîl çek bikar anî, 2 welatî şehîd bû û 13 kesên din jî birîndar bûn.

Di 28’ê Çileyê de komek çalakvan û rojnamevan ji ber sedemê xwepêşandana Şêladizê ji aliyê saziya ewlekariya PDK’ê ve nêzîkî 50 kes hatin destgîrkirin. Her wiha ji kesên destgîrkirî kesên herî diyar yên weke: Takûr Serdeştî, Şêrwan Şêrwanî, Rêkan Reşîd, Neyaz Kerem, Bedel Berwarî, Mistefar Bamernî, Emîn Oremarî, Sefer Şacî, Dilovan Zêbarî, Umûd Beroşkî, Erkan Êtutî û çend çalakvanên din ji aliyê saziya ewlekariya PDK’ê ve hatine girtin û êşkencedan.

Beşek ji wan çalekvanan zêdetirî 40 rojan bi awayek destgîrkirî di girtîgehên PDK’ê de mene. Di 10’ê Adarê de bi zextên Rêxistina Mafê Mirovan ya Navnetewî a cîhanî û navxweyî ew kes hatin azadkirin.

BELAVBÛNA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YA LI BAŞÛR

Di 2019’an de yek ji bûyerên herî girîng çalakiya greva birçîbûnê ya li Başûrê Kurdistanê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Greva biçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger a di bin pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya ColemêrgêLeyla Guven de destpê kir û bi piştgiriya nûnerê HDP’ê Nasir Yagiz ya li Hewlêrê ku bi 187 rojan yek ji çalakiya herî girîng bû li Başûrê Kurdistanê.

Di heman demê de çalakiya grevê li gelek cihên din yên Başûr yên weke: Silêmanî, Germiyan, Mexmûr, Xaneqîn, Kerkûk, Pencawîn û çend navçeyên din çalakî bi awayek komî û dorveger hatin li darxistin.

Li Germiyanê jî endezyar Herêm Mehmûd bi heman awayî destbi çalakiya grevê kiribû, li ser daxwaza Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Nîsanê de çalakiya grevê bidawîkir.

Sala 2019’an jî bi heman awayî weke salên din yên derbasbûyî rewşa navçeyê di çend qonaxên siyasî û awayê rêvebirinê re derbas bû. Gefên guherîna demografiya herêmê û derxistina Kurdan ji malên wan, ya li navçeyên Kerkûk, Xûrmato û Xaneqînê berdewamin.

ADAR

Di 7’ê Adarê de Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya herêma Kerkûkê, projeyek ya çareseriyê ji bo aramkirina rewşa navçeyên bi nakok ji aliyên siyasî re pêşniyar kir.

Weke kevneşopiyekê salane ji bo pîrozbahiya Newroza li Qendîlê, bi deh hezaran kes diçin Qendîlê Newrozê pîroz dikin. di Newroza Qendîl ya sala 2019’an de, endamê konseya serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb peyama KCK’ê pêşkêş kir, Erdogan weke Dihaqê serdemê bi nav kir û berxwedana li Kurdistanê jî weke berxwedana serdemê nîşan da.

Di vê salê de rewşa azadiya raman û karê rojnamevaniyê qet ber bi pêşketinê ve ne çû, heta bi dehan rojnamevan û çalekvan hatin girtin û li navendên asayîşê lêkolîn li ser hatin kirin.

NÎSAN

Di 8’ê Nîsanê de li bajarê Hewlêrê endamê Meclîsa Tevgera Azadî Îdrîs Selîm Mihemed ku pêşmergeyê Dêrîn û tekoşerê azadiya Kurdistanê ye, ji aliyê asayişa PDK’ê ve tê destgîrkirin. Ruxmê tendirûstiya wî jî ne başe di girtîgehên asayişa PDK’ê de ye. Hewldan û zextên ji bo azadkirina wî berfirehtir dibe.

Di şeva 31’ê Nîsana îsal de li bajarê Kerkûkê rêze teqîn rûda, 2 kes şehîd bûn û 38 kes jî birîndar bûn. Ew bûyer jî ji ber valahiya hêzên ewlekariyê ya piştî bûyera 16’yê Cotmeha 2018’an ya li navêçeyên bi nakok çêbûyî. Çeteyên DAÎŞ’ê ji wan valahiyan sûd wergirtin ji bo têkdana rewşa asayişa navçeyê.

Dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê di astekî bilind de ye. Di 31’ê Nîsanê de artêşa dagirker ya Tirkiyê li Sîdekan bi balafirên Drone gundiyan agedar dikir ku navçe û warên xwe vala bikin. Her wiha gef li xelkê dikir û wan dikir armanca êrîşên leşkerî ku vê yekê jî li ber çavên raya giştî, bêdengiya hikûmeta herêmê û Bexdayê hat pêkanîn ku heta niha jî berdewame.

HEZÎRAN

Di 31’ê Hezîrana îsal de li sinorê Zaxoyê bi guleya artêşa dagirker a Tirkiyê kesek bi navê Emîn Salih ku temen 22 salî şehîd bû. Emîn koçberekî xelkê Şengalê bû li wargeha Çem Mişko ya Zaxoyê dima.

Di 7’ê Hezîranê de li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê, hêzên parastina cewherî ya Başûr li Zaxo li dijî baregehek leşkerî ya artêşa Tirkiyê çelakiyek bi bandor lidarxistin. Di encama çalakiyê de 20 leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyê hatin kuştin. Hêjmarek baregehên leşkerî hatin şewitandin û gelek zererên mezin gihiştin baregehên wan.

Di 10’ê Hezîranê de piştî derbasbûna 254 roj ya li ser hilbijartina giştî ya li herêma Kurdistanê re, parlemena herêmê erkê civîna pêkanîna kabîneya 9’emîn ya hikûmetê radestî Mesrûr Barzanî kir.

Di wê civînê de ji bo pêkanîna hikûmetê ji bilî fraksiyona PDK, YNK û Goran fraksiyonên din deng neda Mesrûr Barzanî. Di 10’ê Tîrmehê de parlemana herêma Kurdistanê kabîneya 9. ya hikûmetê pejirand.

Di 14’ê Hezîranê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, ciwanan ber bi Binarê Qendîlê ve herikîn û çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin. Li Başûrê Kurdistanê di asta çîn û pêkhateyên civakê de piştgiriya çalakiya ciwanan hate kirin.

Her wiha kom bi kom serdana Binarê Qendîl û çalakvanan hate kirin. Di heman demê de ji RojhIlat û Rojavayê Kurdistanê jî serdana çalakiya mertalên zindî ya ciwanan hate kirin û piştgiriya xwe nîşanda.

Di 23’yê Hezîranê de ciwanan ji Binarê Qendîlê ber bi devera Bradostê ve çûn û li wir jî çalakiya mertalên zindî ragihandin. Li wir ji aliyê gundiyên herêmê û koçerên deverê ve hatin pêşwazîkirin û piştgiriya wê çalakiya li dijî êrîş û dagirkeriya Tirk ya li navçeyê û Başûrê Kurdistanê kirin.

27’ê Hezîrana 2019’an Hêzên Parastina Cewherî ya Başûrê Kurdistanê, bi awayek fermî bi daxuyaniyekê ji aliyê komek ciwanên Başûrê Kurdistanê ve hate damezirandin û ragihandin.

Armanca damezirandina vê hêzê li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerên Kurdistanê li ber xwe bide ye. Li Başûrê Kurdistanê di mehên derbasbûyî de çend çalakiyên li dijî leşkerên dewleta Tirk hatin lidarxistin ku damezirandina vê hêzê jî li Başûrê Kurdistanê bû mijara herî bi nîqaş.

Hêzên Parastina Cewherî di daxuyaniya xwe de bal kişandibû li ser vê ku li Başûrê Kurdistanê di warê ewlekariyê de valahiyek hebû qasî pêwîst gel nayê parastin ji êrîşên dagirkeriyê.

TÎRMEH

5’ê Tîrmehê di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk û îstixbarata wê û hevkarên li Başûrê Kurdistanê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi nasnav Helmet, li gel 2 hevalên xwe yên bi navê Dewran û Şahîn şehîd bûn.

Konseya serokatiya KCK’ê di daxuyaniyekê de şehîdbûna Diyar Xerîb û hevalên wî eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku şehîdbûna Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Helmet û hevalên wî ne tesadûf bû ku dewleta Tirk hemû îstîxbarat di wê êrîşê de erkdar kir. Her wiha KCK’ê da diyarkirin ku çi dereng yan zû ew kesên sîxûr yên ku alîkariya wê êrîşê kirîn wê bigrin û ceza bikin.

6’ê Tîrmeha 2019’an Parlemena Herêma Kurdistanê li hev civiyan ûêrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û daxwaz ji Parlemena Iraqê kir tazmînata mexdûrên ku 27’ê Hezîrana 2019’an de di encama balafirên şer yên dewleta Tirk ya li Kortekê komkûjî pêkanîn bidin.

Her wiha di encama wê êrîşê de 3’ê welatî şehîd bûn û 5 welatiyên din jî birîndar bûn, di heman demê de jî hemû ji yek malbatê bûn. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kampanya îmzayan hate lidarxistin û 891 îmza ji Parlemana Iraqê re hate pêşkêşkirin ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê.

Di 17’ê Tirmehê de li Restoranta Hoqebaz ya li bajarê Hewlêrê di êrîşekê de, endamê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin.

Hikûmeta herêmê û PDK’ê gerîla ji vê bûyerê sûcdar da nîşandan. Heman demê KCK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ti eleqeya wan bi vê çalakiyê nîne.

18’ê Tîrmehê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek nivîskî da û têde hate gotin; “Di êrîşa balafirên şer ên Tirk de ya 21'ê Adarê Newrozê ya li Qendîlê, yek ji fermandarên destpêkê yên têkoşîna gerîla Sînanê Sor (Alî Aktaş), ji kadroyên me yên têkiliya derve Serhat Varto û Navdar Sînegîr, Serhat Şafak û şervanê me yê ciwan hevrê Şiyar Faraşîn şehîd bûn.”

 Di 19’ê Tîrmehê de balafirên şer ên dewleta Tirk Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir û di encama êrîşê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn. Di heman demê de asayişa PDK’ê li bajarê Hewlêrê avêtin ser avahiyên ciwanan û ew destgîrkirin.

Ji wê rojê heta niha Wargeha Mexmûr ji aliyê hikûmeta herêmê û asayişa PDK’ê ve hatiye dorpêçkirin. tevî hemû serlêdan û hewldanan dorpêç bi dawî nebûye. Ji ber dorpêçê bi kêmanî 5 zarok di dema ji bo gihandina nexweşxaneyê de mirin û astengiyên li pêşiya gihandina nexweş û karkeran di asta herî jor de ye.

Di 21’ê Tîrmehê de hêzên pêşmerge ya Helgûrd ya girêdayê PDK’ê bang li nûçegihanê Roj Newsê Zûbyir Biradostî kir û wî destgîrkirin, piştî 4 meh û 18 rojan di 8’ê Kanûnê de hate azad kirin.

TEBAX

Di 2’ê Tebaxê de Dayikên Aştiyê yên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî dorpêça ser wargehê ya di roja 47. de xwestin biçin Hewlêrê li gel waliyê bajarê Hewlêrê û berpirsên din yên hikûmetê derbarê dorpêça li ser wargehê nîqaş bikin, lê li benda kontrola Hewlêr û Mexmûrê di rawestînin û rê nadin ku biçin Hewlêrê. Dayikên Aştiyê weke nerazîbûn li benda kontrolê dimîne û dest bi çalekiya rûniştinê kirin.

Dayikên Aştiyê di 27’ê Tebaxê de piştî berxwedana çalakiya rûniştinê ya 28 rojan, dawî li çalakiya xwe anî û diyar kirin ku wê çalakiyên xwe bi rêbazên cuda bidomînin.

COTMEH

Di 14’ê Cormehê de piştî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye, bi banga seferberiyê ji Başûrê Kurdistanê jî kom bi kom ciwan çûn Rojava di sengerên Berxwedana Rûmetê de li dijî dagirkeran şer kir.

BOYKOTA MALÊN TIRKÎ

Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan ya li ser Rojava pêngava boykota kelûpelên Tirkî û geştên ji bo Tirkiyê hate ragehandin, heta niha jî berdewame ku tê gotin ew pêngav sala 2020’an jî li xwe bigre.

Di 15’ê Cotmehê de gelê Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya Rojava û şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan dest bi çalakiyan kirin. Di wê rojê de bi dehan kampanyayên piştgiriyê yên komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê li hemû bajar û bajarokên herêmê destpê kir. Her wiha bi rêya Heyva Sora Kurdistanê alîkariyên hatîn komkirin rêkirin Rojavayê Kurdistanê.

Roja 15’ê Cotmehê balafirên bê mirov ên Tirk li ser çiyayê Ezmer yê Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir. Piştre roja 22’ê Cotmehê di daxuyaniyek ya Komîteya Peywendiyên Derve a KCK’ê de hate gotin, di êrişa 15’ê Cotmehê de Endamên wan Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û Cemîl Amed (Eser Irmak) şehîd ketine.

Roja 19’ê Mijdarê balafirên bê mirov carek din bajaroka Xanesorê bombebaran kir. Li gorî zanyariyên ji herêmê hatin, cihên hatin bombekirin cihên sivîlan bûn.

Helbestvan Mihemed Omer bi nasnav Generalê Payîzê di temenê 62 salî de, roja 22’ê Cotmehê li mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê, xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Generalê Payîzê bi beşdariya malbat û dostên wî li Goristana Girê Seywan hat definkirin.

Di 2’ê Mijdarê ku weke roja cîhanî ya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatî destnîşan kirin de, li 7 bajar û deverên bajarê Başûrê Kurdistanê meş û çelekî hatin kirin. Di wan çalakiyan de piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê re nîşandan.

NAKOKIYÊN IRAQÊ Û KIRÎZA SIYASÎ

Rewşa Iraqê ji destpêka sala 2019’an ve ber bi nakokiyê ve çû. Piştî dawî anîna DAÎŞ’ê û destdanîna li ser navçeyên nakok û pêkanîna hikûmeta nû tevîlhevî û nakokî destpê kir.

Ji destpêka meha Tîrmeha sala 2019’an ve ji ber sedemê ne bûna xizmetgûzariyên bingehîn, zêdebûna rêjeya diziyê, zêdebûna bê karî û li dijî destwerdana derve ya Îranê ya ji bo Iraqê ev nakokî li Besrayê serî hilda û demek nêzîk de vegeriya xwepêşandanan.

Yek ji sedemê herî bingehîn ji aliyê dewleta Îranê ve qirêjkirina kendava Erebî bû ku gelek caran di nava hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de bi awayê komên eşîrtî bi çekên giran rûberûyî hev dihatin.

Her wiha di meha Îlonê de xwepêşandan gihişte wê astê ku bi awayekî berfirehtir destpê kir, konsolons û baregehên Şîa yên girêdayî Îranê li Besrayê şewitandin.

Piştre xwepêşandan gihşte Bexda û hemû bajar û bajarokên din yên Iraqê. Di 1’ê Cotmehê de li dijî dizî, bê karî û guherîna sîstema rêveberiyê li Bexdayê xwepêşandan destpê kir. Her wiha daxwaza dest ji karberdana serokwezîrê Iraqê Adil Abdûlmehdî jî hate kirin.

Di 2’ê Cotmehê de hêzên ewlekariyê li Bexdayê qedexeya ji derve ragehand û ji bilî herêma Kurdistanê bi giştî li Iraqê hemû xetên înternetê qûtkirin.

Her wiha ji ber sedemê teşwîq kirina xelkê ya ji bo anîna ziman ya nerazîbûnên xwe, komek kesên veşartî dest bi kuştina çalaekvanan kir ku yek ji wan kesan jî Hisên Adil û hevjîna xwe Sara li Besrayê di mala xwe hatin kuştin bûn.

Di 3’ê Cotmehê de Rêxistina Efûya Navnetewî (Amenesty) li ser xwepêşanderên ku ji aliyê hêzên veşartî û çend komên Heşdî Şebî ve hatîn kuştin dest bi lêkolînan kirin.

Di 5’ê Cotmehê de Serokê Parlemenê Mihemed Helbûsî bang li parlemenê kir ku guh bidin nûnerê xwepêşandanan. Xwepêşanderan ragihandin ku ew ti nûnertiyan qebûl nakin li ser navê wan biçin bi dewletê re bicivin.

Di heman rojê de hêzên ewlekariyê êrîşî qenalên Erebîye, El Hedes, NRT, Dîcle kir û dest bi girtina rojnamevanan jî kirin.

Di 6’ê Cotmehê de serokwezîrê Iraqê di derbarê rûbirûbûna dizî, dabeşkirina xanî û erd, dayîna mûçe ya ji bo malbatên hejar de çend soz dabûn.

Di heman rojê de jî xwepêşanderan dest bi şewitandina avahiya Rêxistina Dewey Îslamî, Rêxistina Fezîley Îslalmî, Rêxistina Bedir û Tevgera Hikmey Nîştîmanî kirin. Her wiha xwepêşander ketin avahiya Rêxistina Şîayên Iraqê û dest danîn li ser giştî kelûpelên di avahiyê de.

Di roja 7’ê Cotmehê de hêjmara kesên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatîn kuştin gihişte 110 kesan. Ji ber vê sedemê serokwezîrê Iraqê Adilabdûl Mehdî biryar da hêzên artêşê ji wan navçeyan bikişînin û li cihê wan jî polîsên federalî erkdar kir.

Di 8’ê Cotmehê de xwepêşandan ji ber roja Îmam Hûsên hate rawestandin ku piştî wê navberê jî xwepêşanderan di 25’ê Cotmehê de bi amedekariyek baştir, dest bi xwepêşandanê kirin.

Her wiha vê carê hemû bajarên Başûr û yên navenda Iraqê li xwe girtin ku ew bajar jî weke: Bexda, Zîqar, Diwaniye, Mîsan, Besra, Necef, Wasit, Babîl, Mûsena û Kerbela.

Di 28’ê Cotmehê de di asta gelemperî de ji zanîngehan û dibistanên Iraqê biryar hat dayin ku beşdarî xwepêşandanê bibin û çûyîna dibistan û zanîngehê boykot bikin.

Di 1’ê Mijdar de xwepêşanderan dest danî li ser bendera Um Qesir ya li bajarê Besrayê, her wiha biryar dan ku heta daxwazên wan neyên pêkanîn ew ji bendera Um Qesir venakişin. Li bajarê Mîsan jî dest danî li ser kaneke ya nefta Bizirgan û nehiştin karamendên wê li kanê karê xwe bikin.

Di 3’ê Mijdar de xwepêşanderan li bajarê Kerbelayê Sefaretxaneya Îranê şewitandin, ev cara duwê bû Sefaretxaneya Îranê ya li bajarê Besraya Iraqê hatibû şewitandin.

Di 10’ê Mijdar de Desteya Parlemena Iraqê ji Mafê Mirovan re ragehand ku 319 kes ji xwepêşanderan hatine kuştin û zêdetirî 15 hezar kes jî birîndar in.

Di 16’ê Mijdar de wesayîtek bombebarkirî li Qada Tehrîrê teqiya ku bû sedema kuştina 4 xwepêşanderan û birîndarbûna 20 kesan. Her wiha li ser wê teqînê jî ti alî û hêz bûyerê li xwe negirtin.

Di 27’ê Mijdar de xwepêşanderan li bajarê Necef Sefaretxaneya Îranê şewitandin ku hêzên ewlekariyê jî bi dijwarî ser xwepêşanderan de hat û bû sedemê kuştina 16 xwepêşanderan û birîndarbûna zêdetirî 100 kesan.

Di 28’ê Mijdar de Serokwezîrê Iraqê biryara dest ji kar berdanê da û îsifaya xwe jî pêşkêşî Parlemena Iraqê kir. Di heman demê de waliyê bajarê Zîqar Adil Dexêlî û Waliyê bajarê Necef Telal Bîlal dest ji erkê xwe berdan.

Ji ber vê sedemê xwepêşanderan jî şahî kirin û bal kişandin li ser vê jî ku xwepêşandan ranaweste heta ku hemû desthiledar ji kar neyêne dûrxistin.

Di 1’ê Kanûnê de Parlemana Iraqê li ser vekişîna Serokwezîrê Iraqê Adilabdûl Mehdî ya ji kar bi fermî razî bû.

Di 4’ê Kanûnê de Komîsyona Iraqê ji Mafê Mirovan re ragihad û got: “Ji ber sedemê tevîlheviyan heta niha 460 kes hatine kuştin û 17 hezar kes jî birîndarin.”

BÛYERÊN REVANDINÊ

Ji destpêka xwepêşandanê heta niha 48 kes hatine revandin û çarenûsa wan jî ne diyare.

Her wiha bi ketina sala nû re ango sala 2020’an xwepêşandan di asta Iraqê de berdewam e ku heta niha hikûmeta Iraqê nekariye rewşa welat aram bike û pirsgirêkê çareser bike.