Girtina Hevşaredar Sûna Atabay weke dewama vê zextê tê dîtin. Bûyereke din a balkêş ku li şaredariyê qewimî ew e; 'Buroya Rewşa Awarte' ya piştî ragihandina Rewşa Awarte hat îlankirin, agahiyên li ser xebatkarên şaredariyê xwest.
Kesên ku gotin ew rayedarên 'Buroya Rewşa Awarte' ne, bi rêya telefonê li Şaredariya Ebexê ya DBP'yî geriyan û ji Midûriyeta Karên Nivîsê ya Şaredariyê xwest, agahiyên li ser xebatkarên şaredariyê ji wan re bişînin.
Piştî ku Midûriyeta Karên Nivîsê agahiyên li ser xebatkarên şaredariyê bi rêya WhatsAppê par ve kir, heman buro careke din li xebatkarên şaredariyê geriya û ji wan re got, "Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, we pere şandine ji rêxistina terorê re. Agahiyên li ser hesabê xwe yê bankayê bidin, em ê lêkolînê bikni."
Xebatkarên şaredariyê ketin nava gumanan û li ser vê yekê agahî dan rayedarên şaredariyê.
'AGAHIYÊN XWE NEDIN'
Xebatkar her wiha ketin nava tevgerê, ku pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Serî li emniyetê jî hat dayîn, lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn. Rayedarên şaredariyê gotin, wan hê tespît nekirine bê bûyer sextekarî ye yan jî hewldaneke fermî ye. Rayedarên Şaredariyê ji xebatkaran xwestin, agahiyên li ser hesabê xwe yê bankayê nedin kesî.
Rayedarên Şaredariyê gotin, ew ê bûyerê bişopînin.