Bûldan: Wê 31’ê Adarê de li Çewligê roj hilê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Çewligê mîtîngek li dar xist. Bûldan got ku “Di 31’ê Adarê de wê li Çewligê roj hilê.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û heyeta pê re çû Çewligê û beşdarî mitînga partiya xwe ya li vir bû. Beriya mîtîngê Bûldan û şandeya pê re di têketina navçeya Dara Hênê de hatin pêşwazîkirin. Bûldan û heyeta pê re di otobusa hilbijartinê de li Dara Hênê gel silav kirin û pişt re derbasî qada mitîngê ya li ber Durêyana PTT’ê ya li Navenda Çewligê bûn.

Beriya mitîng pêk were bi hezaran welatî li qadê kom bûn û li qadê govend gerandin. Welatiyan bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Paralmenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, Namzetên Hevşaredariya Çewligê Hişyar Ozsoy û Senem Çakas û namzetên hevşaredariyan ên navçeyan beşdarî mitîngê bûn û derketin ser dikê gel silav kirin û kurte axaftin kirin.

ÇAKAN: EM Ê LI ÇEWLIGÊ BI SER BIKEVIN

Namet Çakan got: “Em ê pir bi hêzdar li Çewligê bi ser bikevin. Wê di 31’ê Adarê de li Çewligê roj hilÊ û em ê carek din destûr nedin ku roj biçe ava.”

Namzet Hişyar Ozsoy jî got: “Heke gelê Çewligê riza nîşanî me bide em ê gelê xwe mehçûp nekin û em vê sozê didin gelê xwe. Em tev bi hev re biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.”

Peyamên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Balûken ên girtî hatin xwendin.

Piştî xwendina peyaman Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi berzkirina dirûşma “Çewlig bi te serbilind e” derket ser dikê û gel silav kir.

‘EZ JÎ JI ÇEWLIGÊ SERBILIND IM’

Bûldan di mitîngê de wiha axivî:

“Îro ji ber em li Çewligê ne, em serbilind in. Dema ez li girseya Çewligê dinêrim dibînim ku her ku diçe em pirttir dibin.. Em dizanin gelê me yê Çewligê bi çi zehmetiyan re rû bi rû ye. Şaredariya vir bi salan AKP’ê bi dest xist. Em lê dinêhirin AKP kevir daniyeye ser kevir. Hemû rê û kolan herî ne. Nirxa ku didin gelê me ewqas e. Wezîrek ji vir lê tenê ji bo xwe dixebite. Li Çewligê jî wek bajarên din sewalkarî û çandiniyê qedandin. Li Çewligê her ku diçe gel xizan dibe û esnaf deyndar dibin. Yên ku vê polîtîkayê ji bo gelê Çewligê rewa dibînin wê di 31’ê Adarê de dersa xwe bigirin.

 Ji ber kar nîne ciwanên Çewligê heta êvarê betal in. Ji ber polîtîkaya xîzankirinê gelê Çewligê neçar e koçî rojava bikin. Vê axê anîn wî halî ku însan wek karker diçin koçberiyê. Lê ev yek ne di xema kesî de ye. Ew tenê alîgirên xwe difikirin. Ji bo Çewligê bi qasî serê derziyê xizmet nekirine. Çimkî ew hemû razemeniya xwe ji bo Qesrê dikin. 80 milyon însan ji bo Qesrê dixebite. Tenê lêçûyîna Qesrê ji gelê Çewligê re razînin wê li vir pirsgirêka bêkariyê nemîne. Ji bo me van hemû tiştan tînin ziman me bêdîn û bêîman îlan dikin. Yaw rojek ji devê we gotinek xweş ji bo gel derketiye û gotinek ku gel bi bawer bike derketiye? Yên ku ji me re dibêjin bêdîn û bêîman bila viya baş dizanibin, gelê Çewligê jî û HDP jî hin bêtir girêdayî Xweda û dînê xwe ye. Li dijî van hemû kirinên AKP’ê û faşîzma wan em hêvîdar in wê gelê me yê Çewligê tercîha xwe ya 31’ê Adarê rast bikar bîne.

‘BERXWEDANA ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOME’

Berxwedana Leyla Guven û bi hezaran girtiyan dewam dike. Daxwaza wan daxwazek rewa ye. Li zindanan însan jiyana xwe ji dest didin. Baş e wê Wezareta Dadê kengê van mirinan bibîne? Wê kengê fêm bikin ku berpirsê van mirinan ew in? Em carek din bang li Wezareta Dadê dikin. Divê demildest tecrîdê rakin û Leyla Guven û hevalên xwe bijîn.”

Bûldan di nava hefteyê de wê li Mûş, Bedlîs, Agirî û Îdirê beşdarî mitîngan bibe.