Bûldan û Temellî: Kurd wê dersê bidin AKP'ê!

HDP'ê namzetên xwe yên ji bo hevşaredariyan li Amedê eşkere kir. Hevşaredarên HDP'ê li civînê axivîn û silav dan Leyla Guven. Di civînê de hate gotin, "Kurd wê vê firsenda mezin bi kar bînin û dersê bidin AKP'ê."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya li navçeya Peyas a Amedê civînek li dar xist û namzetên xwe yên ji bo hevşaredariyan eşkere kir.

Li ber deriyê salonê dirûşma HDP'ê ya hilbijartinê "Ya me ye" û bi çar zimanan pankarta bi nivîsa "Hûn bi xêr hatine" hatin daliqandin.

Di civînê de Leyla Guven hate silavkirin û sînevîzyonek li ser Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ên ji sala 1978'an heta 2014'an hate nîşandan.

BÛLDAN: EM Ê XWEDÎ LI ALA LEYLA GUVEN DERKEVIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li civînê axivî û destpêkê Leyla Guven silav kir ku 78 roj in ji bo wekhevî, edalet û siberojên azad di greva birçîbûnê de ye.

Bûldan berxwedêrên greva birçîbûnê yên li welêt û derveyî welêt hemû silav kir û got, "Em ji vir soz didin; em ê bi hev re bi ser bikevin. Ala ku Leyla Guven hildaye ya me hemûyan e. Daxwaza wê daxwaza me ye. Soza wê soza me ye."

'GELÊ ME BI BIRYAR E, WÊ BERSIVA PÊWÎST BIDE'

Bûldan anî ziman, şaredariyên ku wê bi dest bixin, wê bibin şaredariyên gel, wê ji aliyê gel ve werin birêvebirin û got, "Em hemû dibînin, ji roja ku qeyûm hatine tayinkirin û vir ve her roj heqaret li nirx û baweriya gelê Kurd tê kirin, bawerî û nasnameya wan tên bipêkirin û bi îradeya gel tê lîstin. Gelê me bi bi biryar e. Wê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bide AKP'ê. Ji ber ku bi vê zanin, dest bi hîleyan kirine. Navê hilbijêran jê dibin û li şûna wan ên sexte bi cih dikin. Lê bila bi vê zanibin, gelê Kurd wê rê nede wan. Hûn sindoqan bibin fezayê jî, bibin Qesrê jî gelê me wê xwedî li deng û îradeya xwe derkeve."

TEMELLÎ: TECRÎD ZEXTEKE JI RÊZÊ NÎNE

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî berxwedanên greva birçîbûnê silav kir û got, "Tecrîda ku li Îmraliyê tê kirin, li Tirkiye û Rojhilata Navîn derfetên aştiyê têk dibin. Şaş e ku mirov tecrîda li Îmraliyê weke polîtîkayên ji rêzê yên zextê yên dewletê bibînin. Ji bo mirov berxwedana bi rûmet a Leyla Guven fêhm bikin, girîng e mirov vê şaşitiya dîrokî nekin. Tecrîda heyî ji bo tinekirina derfetên aştiyê yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tê ferzkirin."

'KURD WÊ FIRSENDA MEZIN BI KAR BÎNIN'

Temellî anî ziman, hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê referandûma demokrasiyê ye û got, "Li pêşiya kurdan firsendeke mezin heye. Rêxistin û partiyên Kurdistanî bi tifaqê îradeya yekîtiyê nîşan dan. Ev îrade wê 31'ê Adarê pêşkêşî dengdanê were kirin. Ev yek wê di rûpelên bi heybet ên dîroka Kurdan de bê nivîsandin."

'WÊ DI ASTA REFERANDÛMÊ DE BE'

Temellî bi dewamî diyar kir, hilbijartin wê ji bo gelên Tirkiyeyê referandûma demokrasiyê be û got, "Wê rojê wê hesab ji qeyûman bê prisîn. Wê hesab ji tifaqa AKP-MHP'ê bê prisîn. HDP li rojavayê welêt jî partiya diyarker e. Anket tên ber me, em dibînin. Li her derê tifaq di asta hev de ne. Dengê namzetên AKP û CHP'ê, li Enqere û Stenbolê weke hev in. Ya ku encama hilbijartinê diyar bike, partiya HDP'ê ye. Gelê me wê di vê dema dîrokî de bi rola xwe rabe û derba mezin li tifaqa AKP-MHP'ê, li faşîzmê bixe.

Ji bo têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê, ji bo têkbirina şerxwaziya wan, em ê 31'ê Adarê dereke mezin bidin wan.

Parastina aştiya li Minbicê, li Rojava, li Sûriye û Rojhilata Navîn li vir dibe, bi serketina me ya di hilbijartinên 31'ê Adarê dibe."