Bûldan: Serdema laleyan a AKP’ê wê biqede

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Şemzînanê li mîtîngê axivî û got, "Gelê Şemzînanê pir berdêl dan, gelê Şemzînanê her tim hate înkarkirin. Lê her demê li têkoşîna xwe xwedî derket. Li ber kesî serî netewand."

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li mîtîngê axivî.

Bûldan bi bîr xist ku par bi SÎHA’yê gelê Şemzînanê hatiye bombekirin û diyar kir, wan ev ji bîr nekiriye û 24’ê Hezîranê wê bersivê bidin.

Bûldan got, "Li Şemzînanê êşkence li şivanên me kirin, xwestin ku serî li gelê Şemzînanê bitewînin lê gelê Şemzînanê serî netewand."

Bûldan tevlêbûna Tansû Çîller a li mîtînga AKP’ê jî bi bîr xist û got, "Salên 90’î bi Çîller û Agar re mil bi mil dimeşiyan. Niha jî heman sehne. Lê em ê nehêlin welêt bibin salên 90’î. Bi destûra Xwedê 24’ê Hezîranê em ê bi ser bikevin."

ŞEMZÎNAN WÊ LI LEYLA GUVEN XWEDÎ DERKEVE

Bûldan slavên parlamenterên rehîn Abdullah Zeydan û Selma Irmak ji gel re şand, her wiha bi bîr xist ku namzeta parlamentera wan a girtî Leyla Guven bi bîr xist û got, "Leyla Guven a ezîz li girtîgehê ye. Lê ez bawer dikim ku gelê Şemzînanê wê li Leyla Guven xwedî derkeve. Colemêrg wê bike 3-0, em ê vîna Colemêrgê nîşanî dost û dijminan bidin. Colemêrg 224’ê Hezîranê wê serkeftineke mezin bi dest ve bîne. Em vê demê ji Şemzînanê rekoreke zêde hêvî dikin."

AKP 24’Ê HEZÎRANÊ WÊ TÊK BIŞIKE

Bûldan her wiha bang kir ku her kes li sendoqan xwedî derkeve û xwest ku kesek sendoqan bernede. Bûldan got, "Ji ber ku ev hemû ji HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş ditirsin. Em ji wan re bûne şevreşk, her şev di xewna xwe de Selahattîn Demîrtaş dibini. Ev xewna wan wê pêk were û Demîrtaş wê li pêşberî wan be. Wê hewl bidin ku em bendê derbas nekin lê em ji wêrekiya gelê xwe bawer dikin, û em dizanin ku hûn ê destûrê nedin ku dengekî jî bidizin. 24’ê Hezîranê, li vêmeydanê em ê bi hev re bi lîlandinan govenda azadiyê bigirin."