Bûldan: Mîadê AKP'ê roja 24'ê Hezîranê diqede

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan got, Erdogan li qadên hilbijartinê li ser êş û azarên nû siyasetê dike.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan ku di çarçoveya karê hilbijartinê de dest bi tûr Kurdistanê kiriye, li navçeya Pirsûs a Rihayê bû. Rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan li bajarokê Alîgorê bi dahol û zirneyê Pervîn Bûldan û heyeta pê re pêşwazî kirin. HDP'yî bi konvoyeke ji sedan wesayitî berê xwe dan navenda navçeyê û li ser rê ji aliyê şêniyên herêmê û esnafan ve bi nîşaneya serketinê hatin pêşwazîkirin. Konvoy piştî ku li navenda navçeyê geriya li ber buroya hilbijartinê sekinî. Piştî ku namzetên parlamenteriyê yên Rihayê hatin nasandin Pervîn Bûldan axivî.

'GELÊ PIRSÛSÊ SERÎ NETEWAND'

Bûldan diyar kir, gelê Pirsûsê berdêlên gelekî giran daye, êşên mezin kişandiye û got, "Gelê Pirsûsê tevî ku êşên giran kişand û berdêlên giran da, serî li ber kesî netewand. Ya ku me li ser piyan digire, berxwedana we ye."

'MÎADÊ HIKUMETA AKP'Ê 24'Ê HEZÎRANÊ DIQEDE'

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku wê bi hev re roja 24'ê Hezîranê çarenûsa xwe diyar bikin û got, "Mîadê hikumeta AKP'ê 24'ê Hezîranê diqede. Em ê ji AKP'ê re bêjin, oxir be ji te re. Tevî ku li vî welatî êşên gelekî giran hene jî, AKP radibe ji bo êşên giran der bike, siyasetê dike. Ev du roj in Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li meydanan qala îdamê dike. Vî welatî gelek îdam dît. Dît ku Denîz Gezmîş, Adnan Menderes, Seyît Riza çawa hatin darvekirin. Lê belê ev yek şerma Tirkiyeyê bû. Hikumeta AKP'ê jî niha bi heman mejî îdamê dixe rojevê. Em bang li hemû Kurdan û her kesên ji xwe re dibêje mirov im dikin, ku li ber hikumeta AKP'ê rabin. Ji ber ku îdam sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em ê ti carî destûrê nedin ku sûcê li dijî mirovahiyê bê kirin."

Piştî mîtînga li navçeya Pirsûsê, Bûldan li Sifra Rojê ya li Rihayê ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad ve hate organîzekirin, fitara xwe vekir.

Dûre li taxa Dîreklî ya navçeya Eyyubiyeyê, bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya jinê hate vekirin.