Buldan: Guven ta tecrîd were şikandin wê greva birçîbûnê bidomîne

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got, Leyla Guven heta ku tecrîra li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin wê greva birçîbûnê bidomîne.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan bi Parlamentera Leyla Guven re ku ji Girtîgeha Amedê hate berdan, li mala Guven hatin cem hev. Buldan piştî serdanê daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê û got Leyla Guven ragihandiye ku ew ê greva xwe bidomîne.

'PIR BIHÊZ Û BIMORAL BÛ'

Buldan got, ''Leyla Guven a xweştivî beriya niha hat berdan. Me ew anî mala wê. Beriya niha me pê re axaftineke kurt kir. Dixwazim peyama wê ragihînim. Malavayî li wan hemû kesan kir di roja 79''an a greva birçîbûnê de li rex wê sekinîne. Got ji nav welêt û ji derveyî welêt gelek name jê re hatin û peyama destekê danê. Diyar kir, van peyaman û destekan ew li ser piyan hiştiye. Got ew pir bihêz û bimoral e. Lê got grevên birçîbûnê yên li zindanan ku ew jî di nav de ye, wê bidome. Ji ber ku daxwaza wê hê bi cih nehatiye.

Daxwaza rêzdar Leyla Guven ew bû ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan were şikandin. Got heke bi Rêzdar Ocalan hevdîtinên malbatê û parêzeran bi rengekî perîyodîk werin kirin, piştî ku ev hevdîtin dest pêk irin dikare biryara xwe biguherîne. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven didome. Li mala xwe wê bidomîne.

BERSIV DA PIRSAN

Buldan li ser pirsa bê ka bi rayedarên dewletê re ji bo rabûna tecrîda li ser Ocalan, li ser hevdîtinên bi parêzer û malbatan re teqwîmeke hatiye danîn an na, Buldan got, ''Hewceyî pê nîn e ku em hevdîtinê bikin, ew hay ji rewşê hene. Mekanîzmayeke ku hay ji her tiştî heye sazkar e. Hewceyî pê nîn e ku em jî hev bibînin, demildest ji bo gavên wiha werin avêtin divê biryar werin standin. Ji bilî vê tiştekî ku were gotin tine.

Li ser pirsa Leyla Guven çawa li biryara berdanê neriye jî Buldan got, ''Ez li derve me, lê giyanê min, bedena min û hêla min a manewî li hundir'' e. Diyar kir ku hevalên xwe li hundir hiştine, li girtîgehê gelek mirovên bêsûc hene. Ango niha pir hestiyar e. Ji hêla wê ve zor bû ku dev ji hundir berdev û li derve binere, lê dawiyê biryara berdanê heye. Ev ji hêla hiqûqî ve diviya ji mêj ve bihatana kirin. Lê ev rewş jixwe bi hiqûqê re ne têkildar e. Bi biryareke siyasî li girtîgehê bû û ji bo vê jî, divê mirov wateyeke zêde li biryara berdanê bar neke. A girîng ew e ku nehiqûqiyên li hemû girtîgehan bidawî bibin, hevdîtinên bi Ocalan re her dem werin kirin.''