Bûldan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Rêxistinên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk li navçeyên wanê serdanên xwe yên Cejna Qurbanê îro jî berdewam kir.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk li navçeyên wanê serdanên xwe yên Cejna Qurbanê îro jî berdewam kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de şandeya ji rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk pêk dihat serdana navçeyên Elbak, Payizava û Westanê kirin. Şandeyê cejna rêveberên partiya xwe û xelkê pîroz kir.

Bûldan anî ziman ku tevgera siyasî ya Kurd dema ku neket hilbijartinê jî têkoşiya û got: “Me bi têkoşînê hewl da ku nasname, ziman û çanda xwe biparêzin. Hilbijartin parçeyek ji vê têkoşînê ye, lê bi dîtina min neheqiyek mezin e ku em encamên hilbijartinê wekî têkçûn binav bikin. Em bi şert û mercên partiyên din neketin hilbijartinê. Em bi îmkanên dewletê neketin hilbijartinê. Em hemû dizanin ku hikûmet bi bikaranîna medya, artêş, dadwerî, pere û çavkaniyên vê dewletê desthilatdar e. Encamên hilbijartina ne di şert û mercên demokratîk de divê moralê me xera neke.  Em ê bi kêmasî û xeletiyên xwe re rû bi rû bên."

Bûldandiyar kir ku ew ê xeteke nû ya têkoşînê ava bikin û got: “Bi guhertin û veguhertina ku wê di kongreyê de dest pê bike, em ê kêmahiyên xwe bibînin û li ber xwe bidin. Em dizanin ku bi zanîn û dîtina kêmasiyên xwe me ji cihê ku lê hiştiye berdewamkirina vê têkoşînê berpirsyariyeke mezin e. Helbet em dixwazin encamên baştir bi dest bixin. Zîhniyetek heye ku bi dosyaya girtina HDP'ê û komploya Kobanê her roj rêveberên me bi operasyonan tên destgîrkirin û girtin. Di pêvajoyeke ku polîtîkaya tecrîd û şer berdewam dike de, divê em bi polîtîkayên AKP-MHP'ê yên ji bo HDP'ê ji hilbijartinê dûr bixin, zanibin. Dem bi dem, em bi pêvajoyên wiha re rû bi rû mane, lê em tu carî bê hêvî nebûne û em bi ser ketine.”

Bûldan di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê bi hemû nasnameyan têkoşîna xwe bidomînin û berfireh bikin.

Serdana şandeyê piştî serdanên Payîzava û Westanê bi dawî bû.