Bûldan: Bila tu kes pişta xwe nespêre AKP’ê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku AKP dike biçe û bal kişand ser vî tiştî ku di 25’ê Hezîranê de ew ê li Tirkiyeyê AKP û Erdogan tunebin.

Rêxistina HDP'ê ya Mûşê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Mûşê mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes tev li mîtîngê bûn. 

‘DIVÊ GELÊ MÛŞÊ XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVE’ 

Namzeta HDP'ê Gulistan Koçyigit, gel silav kir û wiha got: "Duh li vir mîtîngek hebû. Li gel ku her kes bi maşîneyan ji bajarên derdorê kişandin vir jî dîsa qat li vir vala bû. Ji ber ku kesên li vir axivîn gotinek wan tune bû. Tenê tiştek weat kirin. Ew jî bêtir şer, bêtir kuştin, bêtir xizanî waatî gelê Tirkiye kirin. Ji ber vê yekê gelê me eleqe nîşanî wan nade. Lê em li vir soz didin we. Em ê bibin bersiv û karê me yê di 7'ê Hezîranê de nêvî mabû em ê temam bikin. Gelê Mûşê biryar daye û dibêje Temam. Em zêde tiştekî naxwazin em mafên xwe dixwazin. Divê hûn jî li sindoqan û dengê xwe xwedî derkevin. 
 
BÛLDAN: GELÊ MÛŞÊ KAR Û HILBERÎNÊ DIXWAZE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî derket ser dikê û gel bi Kurdî silav kir. Bûldan, anî ziman ku îro Mûş bêtir xweş û rengîn e û wiha got: "Ji ber ku hûn îro li vir in. Min 3 silavên cuda ji we re anîn. Min Silavek ji Girtîgeha Kandirayê ji Bûrcu Çelîk Ozkan ji we re anî. Min salek ji Ewropa Ahmet Yildirim ji we re anî. Min silavek jî Manîsayê ji Namzetê me yê Manîsa Sirri Sakik ji were anî. Em dizanin herî zêde gelê Mûşê êş û jan ji polîtîkayên AKP'ê kişand. Herî zêde gelê Mûşê rastî înkarê hat. Bûrcû Çelîk ji keça wê ya 3 salî û gel qut kirin û şandin Girtîgeha Kandirayê. Birêz Ahmet Yildirim ku nûnerê wê yê Enqereyê bû wekîltiya wî xistin. Bi sedema ku heqaret li Serokomariyê kiriye. Lê îro wekîlên li meclîsê ku heqaret li Serokomar nekirine tune. Yê herî zêde heqaretê li Erdogan dike Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî ye. Lê îro milê wan di hev de ne. Ji ber ku we tehamul nake wekîltiya wekîlên we dixin.”
 
Bûldan axaftina xwe wisa domand: “Gelê Mûşê nikare çandiniyê bike. Esnafê Mûşê nikare sifteha bike. Gelê Mûşê bi betalî û xizaniyê re têdikoşe. Serokomar radibe dibêje ku wê kiraatxaneyan veke. Lê gelê Mûşê kiraatxaneyan naxwaze. Kar dixwaze. Lê karê wan firandina F-16'an e. Lê gelê Mûşê û gelê Tirkiye şer naxwaze. Kar û hilberînê dixwaze. Me got aştî em avêtin zindanê. Me got çareserî em binçav kirin. Wisa fikirîn ku me bigirin wê me biqedînin. Lê nizanin ku her em tên girtin em bêtir zêde dibin. 
 
 ‘TU KES NIKARE NASNAMEYA KURDAN ÎNKAR BIKE’

Bûldan, bal kişand ser koalîsyona AKP û MHP'ê û wiha got "Em dizanin ji bo bêtir dijminatiya Kurdan bikin AKP û MHP koalîsyon ava kirin. Gotin 'Em ê kevir li ser dîwar, serî li ser mil nehêlin' Yên ku vîna me, rûmeta me nas neke û hurmetê nîşan nede em jî hurmetê nîşan nadin. Hêza tu kesî tune ku nasname, vîn û çanda Kurdan înkar bike. Gelê Kurt tu carî serî netewand û wê li dijî Erdogan jî serî netewîne û bîat neke. 
 
‘ERDOGAN JI DEMÎRTAŞ DITIRSE’

Erdogan ji ber ku di xewnê xwe de Selahattîn Demirtaş dibîne, dema diçe Trabzonê dibêje ez li Tokatê me. Dema diçe bajarekî din navê bajarekî din dibêje. Ji ber ku ji siyaset û wêrekiya Demîrtaş ditirse navê bajaran û dîrokê tev li hev dike. Ji ber ji Demîrtaş ditirse wî li zindana Edîrneyê dîl digire. Namzetên serokomariyê yên partiyên din bajar bi bajar digerin tev li mîtîngan dibin. Lê Demîrtaş li Edîrneyê dîl hatiye girtin." 
 
Bûldan herî dawî xwest dema çûn ser sindoqê Sûr, Nisêbîn, Gever, Efrîn, Dayika Taybet û tiştê ku AKP'ê bi serê Kurdan de anîne ji bîr nekin û 4 wekîlên HDP'ê bişînin meclîsê. Bûldan, destnîşan kir ku êdî dema bidawîkirina îktîdara AKP û Erdogan hatiye. 
Mîtîng bi muzîk û sloganan bi dawî bû.