Bûldan: Bayê aramî, aştî û hêviyê ji Îmraliyê radibe

Bûldan diyar kir, kengî li Îmraliyê hevdîtin bê kirin bayê aramî, aştî û hêviyê radibe û li welêt belav dibe.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi wesîleya cejnê serdana rêxistina HDP'ê ya Îdirê û Şaredariya Îdirê kir.

Bûldan diyar kir, cejna îsal cejneke cuda bû û bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîdê.

Bûldan got, "Ne tenê grevên birçîbûnê, rojiya mirinê jî pêk hat. Hêvî kirin, li ber xwe dan, têkoşiyan û bi ser ketin."

Bûldan destnîşan kir, tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan e, di heman demê de ya gelên Tirkiyeyê hemûyan e û got, "Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, li her devera Tirkiyeyê belav bûye."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê diyar kir, bi berxwedana grevên birçîbûnê re çûn û hatina Îmraliyê dest pê kir û got, "Em ji destpêkê ve vê dibêjin. Her ku hevdîtin li Îmraliyê pêk tê bayê aramî, aştî û hêviyê radibe û li welêt belav dibe. Her ku tecrîd hebe, destûr neyê dayin ku parêzerên Birêz Ocalan biçin Îmraliyê, bêhêvî li welêt rû dide. Ji ber vê yekê em dibêjin divê tecrîd teqez bi dawî bibe. Bi çûna malbatê û parêzeran ji bo Îmraliyê gavek hatiye avêtin û tecrîd hinekî bi dawî bûye. Ji bo tecrîd careke din nekeve rojeva Tirkiyeyê, di serî de hevalên me yên di greva birçîbûnê de bûn, em û gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê vê yekê ji rojeva xwe dernexînin."