Bulbul: Gelê Dêrsimê divê projeyên li dijî bîr û baweriyê qebûl neke

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku li Dêrsimê hin projeyên li ser warên pîroz wê cewhera bîr û baweriyê xera bike û got “Divê gelê me van projeyan qebûl neke.”

Di demên dawîn de li Dêrsimê xweza û warên pîroz dibin hedef. HES û bendav di serî de, ocaxên kanan di qada neteweyî û navneteweyî de dibin sedema nerazîbûnan. Gelê Dêrsimê li hemberî van mekanên pîroz têdikoşe. Ev têkoşîn hinek projeyan dide sekinandin lê dîsa jî hin proje tên çêkirin. Herî dawîn jî tê xwestin ku li Mûnzûrê xebata peyzajê were kirin. Gelê Dêrsimê diyar dike ev tişt dibe sedema ku mudaxeleya Çaviyên Mûnzûrê yên ku ji bo gelê Dêrsimê gelekî pîroz e.

Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul peyzaja li warên pîroz ên Dêrsimê û vekirina wê ya ji tûrîzmê re nirxand.

‘MEKANÊN ME MUTEWAZÎ NE’

Bulbul diyar kir ku li Dêrsimê pêdivî bi peyzaja warên pîroz tune û got “Mekan û warên me mutewazî ne. Ji war û mekanê pîroz wêdetir, miraz û armanc pîroz e. Keda ji bo xizmeta mekan û makamê û nirxa vî tiştî pîroz e.”

Bulbul bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji bo Cemxaneyan gotibû ‘ûcûbe’ û got “Ev li hemberî civaka Elewî û mirovayetiyê sûcekî nefretê bû. Ev tişt çima gotibû, ji ber ku ew Cemxane avahiyeke normal bû. Ne avahiyeke bi şatafat û dilkêş bû. Wekî ku tê zanîn dema qala îbadetxaneyan tê kirin bi tenê şatafat tê bîra AKP’ê. Me li gundan li mala xwe îbadeta xwe dikir, carinan zivistanê dema hewa sar bû, me axur paqij dikir û li vir îbadeta xwe dikir.”

Bulbul diyar kir ku nirxa mekanan ne ev e ku ew der were texrîbkirin û ji xizmetê re were vekirin. Bulbul got “Xwezayîbûna Duzgun Baba û Mûnzûr Baba nayê wateya ku ew der nayê parastin. Gel dixwaze ev der xwezayî be. Heke orîjînaliya cihekî were parastin û peyzaja wê were çêkirin ev normal e. Lê heke taybetiya war û mekan were xerabkirin û nirxên wê were texrîbkirin ev ne xizmet e û ne jî peyzaj e. Tê wateya ku dewlet dixwaze feraseta xwe li wir bi cih bike. Ji ber vê jî wê ne mumkun be ku em vî tiştî qebûl bikin. Sermesele ez çûm makamê Duzgun Baba. Bi saetan mirov li ser çiyayan dimeşe. Jixwe armanca baweriyê jî ev e. Divê hinek tişt were jiyîn û were hîskirin. Dema mirov diçe Duzgun Baba divê mirov bibe hevalê ax, dar, av û hewa, teyr û tilûran. Heke li vir dêrencek an jî teleferîk were çêkirin, ev tê wateya xerabkirina cewherê baweriyê. Divê gelê me, pîrên me, li hemberî vî tiştî helwesta xwe diyar bikin û nehêlin ku ev tişt were çêkirin. Baweriya me xwe dispêre tevazû û xwezayê. Di vî warî de divê em xwedî li mekan, war û makamê xwe derkevin.”