Boykota li Başûrê Kurdistanê zêde dibe

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li hemberî dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Civak û şîrket jî bangên boykotê dikin.

Xwendekar û mamosteyên zanîngehên Silêmaniyê bi slogana ‘Bijî berxwedana Rojava’ li ser rêya Salimê hatin ba hev. Xwendekaran dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin û bang kirin ku divê berhemên Tirkan werin boykotkirin.

Xwendekar Mihemed Elî diyar kir ku wan ji Tirkiyeyê 12 milyar dolar berhem stendine û got “Tirkiye niha li Rojava gelê Kurd qir dike. Divê em Kurd berhemên Tirkan boykot bikin û xisareke mezin bidin aboriya wan.”

Şîrketa Eko Gold a ku li Silêmaniyê amûrên elektrîk û avê difiroşin, diyar kirin ku êdî ew ê ji Tirkiyeyê tiştekî nestînin.

Pastaxaneya Dêla jî firotina berhemên Tirkan da sekinandin û acenteya gerê Serko Travelê jî seferên ji bo Tirkiyeyê dan sekinandin.

Berê jî KTO Travel, Green Jet Travel û Bella Travel jî hemû karên xwe yên vîze, bilêt, kirêkirina otelan û gera li Tirkiyeyê dabûn sekinandin.