Botan: Dewletê 2 cenaze ji herêmeke din anî û li gundê Talê danî

Parlamenterê HDP'yî Botan diyar kir, li gundê Talê 7 saet piştî êrîşa SÎHA ya li dijî gundiyan operasyon hatiye destpêkirin û got, hêzên dewletê du cenaze ji herêmên din anîn gund. Botan got, "Dewlet li ser sûc hatiye zevtkirin."

Çend roj berê li gundê Talê yê Colemêrgê Balafirên Keşfê yên Bêmirov ên bi Çek (SÎHA) gundî gulebaran kirin. Di vê êrîşê de gundiyekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn. Walîtiyê jî di daxuyaniya xwe ya der barê bûyerê de sivîlên bûn hedefa guleyan wek 'hevkar' îlan kirin. Di daxuyaniya walîtiyê de hatibû diyarkirin ku di êrîşê de 4 PKK'yiyan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê Parlamenterê HDP'yî yê Wanê Lezgîn Botan jî bi gundiyan re axivî û got, ku daxuyaniyên walîtiyê dûrî rastiyê ne. Botan bi welatiyên birîndar re rûnişt û diyar kir ku roja bûyerê ji bilî 4 welatiyên birîndar bûne kes li gundê Talê nebûne. 

Botan anî ziman ku cenazeyên 2 PKK'yiyan rakirine morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê. Botan got ku gundiyan ji wan re gotine leşkeran ev cenaze ji herêmeke din anîne û ji bo walî ser kuştina sivîlan binixumîne daxuyaniya "di êrîşê de 4 PKK’yî hatine kuştin" daye. 

ÇIMA NEHATIN BINÇAVKIRIN?

Botan bibîr xist ku Îbrahîm Sak, Mûsa Tarhan, Mehmet Temel û Îsmaîl Aydin saet li dor 13.00 di nuqteya polîsan a Depînê re derbas bûne û wiha dewam kir: "Dema dîtin ku ev kes sivîl in walîtiyê ew wek 'hevkar' îlan kir. Walî li gor çi van gundî û mirovên esnaf wek 'hevkar' îlan dike. Walî xwe hem dixe şûna dadwer, hem şûna dozger û hem jî şûna îstixbaratê. Ev mirov nehatine darizandin û di der barê wan de ti biryar nehatiye dayîn. Madem 'hevkar' bûn, ji bo çi dema di nuqteya polîsan re derbas bûn nehatin binçavkirin. Ev gotina 'hevkar' jî ji bo kuştina sivîlan kirasekî nû ye."

DOZGER DAXWAZNAMEYAN QEBÛL NAKE

Botan wiha pê de çû: "Çekên ku nû hildiberînin li ser gundiyên Kurd diceribînin. Dema bi Balafirên Keşfê yên bê Mirov gule li sivîlan direşandin û wan radikin nexweşxaneyê, malbatên wan diçin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê polîs êrîşî malbatan dikin û 5 kes birîndar dibin. Dema ev kes dixwazin giliyê polîsan bikin, polîs bi 'endamtiya rêxistinê' gefan li wan dixwin. Lê dîsa jî malbat serî li dozgeriyê didin û dixwazin daxwaznameyên giliyê bidin. Lê belê dozger daxwaznameyên wan îadeyî wan dike. Ev rewş derî aqilan e. Sepandineke bi vî awayî di ti rejîmê de tine ye."

DEWLET LI SER SÛC HATE ZEVTKIRIN

Botan diyar kir, ku keyayekî ev agahî daye wan û gotiye: "Ez çûm qereqoleke li herêmê. Min ji leşkeran re got, hûn ji bo çi guleyan li sivîlan direşînin. Leşkeran jî got hûn meseleyê nizanin û em ê heta serê sibehê ji cihekî din 2 cenazeyan bînin." Botan anî ziman ku ev yek jî bi awayekî eşkere nîşan dide ku cenazeyên 2 PKK'yiyan ji herêmeke din anîne. Botan destnîşan kir ku çawa dewlet li Roboskiyê li ser sûc hate zevtkirin, li vir jî careke din li ser sûc hatiye zevtkirin. 

OPERASYON PIŞTÎ 7 SAETAN HATE KIRIN

Botan ragihand, ku li gorî vegotinên gundî û şahidan, piştî vê bûyerê 6-7 saet li herêmê operasyonek hatiye destpêkirin û got, "Operasyon heta roja din danê nîvro didome û cenazeyên 2 PKK'yiyan tînin. Di hevdîtina me ya bi çavkaniyên herêmî re, hat gotin ku cenaze ji herêmeke din anîne. Ji bo ser vê bûyerê bigirin cenaze ji cihekî din anîne. Heke heman bûyer bûna wê cenaze jî di heman saetê de û ji heman cihê bihatanan wergirtin."

SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN

Botan destnîşan kir ku dewlet bi awayekî eşkere sivîlan dikuje û ev yek sûcê şer e. Botan bibîr xist ku hemû hilbijartî, hevserokên Colemêrgê û navçeyên wê girtî ne. Botan got ku meha borî polîsan li ber çavê zarokên wî, karkerê bi navê Necmettîn Fendîk kuştiye û wiha got: "A rast dewlet di şexsê Fendîk de li her tax û herêmê bi înfazkirina çend kesan dixwaze gelê Geverê û yê herêmê teslîm bigire. Yanî dixwaze vê peyama ku ji bilî bîadê ti şanseke wê tune ye bide an jê wê aqûbeta we hemûyan wekhev be."

Botan da xuyakirin ku li hemberî van pêkanînan divê bi lezgîn Meclîs têkeve dewrê, lewra ev bûyer ne bûyerên ji rêzê ne û got: "Divê raya giştî li hemberî vê rewşa giran ku li Colemêrgê rû da nerazîbûn nîşan bide. Li Colemêrgê rêveberiya awarte ya giran heye."