Botan: 1'ê Hezîranê tevger bi bask kir û ji ser kendêl firand

Endama Koordînasyona PAJK'ê Melsa Botan diyar kir, her kesî mîna li fîlmekî temaşe bike li benda hilweşîna tevgera azadiyê bû û got, Pêngava 1'ê Hezîranê tevgera azadiyê ji ser kendêl rizgar kir û mîna bazekî firand.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Melsa Botan, tevlî bernameyeke Stêrk TV bû û di salvegera 13. de Pêngava 1'ê Hezîranê ya sala 2004'an nirxand.

Botan bal kişand ser girîngiya dîrokî, leşkerî û stratejîk a Pêngava 1'ê Hezîranê û got, "Dema pengava 15ê Tebaxê dest pê kir, gelek kesan digot Kurd wê careke din nikaribin rabin ser xwe. Digotin Şêx Saîd du jenderme kuştin, nîvê Kurdistanê çû. Digotin careke din wê Kurd nerabin ser xwe, wê nikaribin li ber xwe bidin, wê nikaribin xwedî li nasnameya xwe derbikevin, wê nikaribin navê xwe derbixin pêş. Bi vê psîkolojiyê nêzî gelê Kurd dibûn, şerekî taybet li ser gelê Kurd dihate meşandin û rastî jî çavtewisandinek li ser Kurdan bipêş ketibû. Bi vê ve girêdayî li hundir çi dibû? Gelek partiyên reformist ên nasnameya Kurdan nediparastin derketibûn holê. Kurdewarî tenê bi gotinê diparastin, lê nekiribûn çalakiyê. Ji ber vê sedemê di civaka Kurd de bendewariyeke pir kûr hebû. Ya rastî dudiliyeke gelekî li pêş hebû. Mirovan digot gelo em ê karibin careke din rabin? Careke din wê Kurd karibin hebûna xwe misoger bikin? Wê bikaribe bibe nasnameyeke Kurdî? 

15'Ê TEBAXÊ LI HEMBERÎ BÊHÊVÎTÎ Û TARÎTIYÊ BÛ RONAHÎ

Di rewşeke wiha de dîsa jî derketina komeke ciwanên Apogerî yên bi biryara avakirina heviyeke nû û bi bawerî hêvî dane avakirin. Ev baweriyeke felsefî, ilmî, dîrokî bû û ya girîng herî zêde bi civaka xwe bawer dikirin. Di demeke ku hêvî nemabû de, êrişên dijmin gelekî dijwarbûn de Rêber APO ji bo ku rêyekê bibîne, gelê Kurd careke din zindî bike derketibû derveyî welat, amadekeriya penagava 15'ê Tebaxê dikir, fermandarên wê amade dikir. Mirovan digot careke din nabe. Di nav me de jî yên bê bawer, bê hêvî yên temsîla xeta reformist hebûn. Ji diyalektîka Apogerî bawer nedikirin. Bi felsefe û sirê civaka Kurd a karibe careke din gelê Kurd nûjen bike ne bawer bûn. Di qonaxeke ku hêvî xelas bûye de, dihate gotin ku têkoşîn nikare were meşandin de bi pêşengtiya hevrê Egîd şoreşgerên Apogerî biryara serketinê di kesayeta xwe de biserxistin. Xofa dijmin û şerê pîskolojîk di kesayeta xwe de bin xistibûn. Zêhniyeta dewletperestî di hişê xwe de bin xisitbûn. Di aliyê zîhnî de serketin misoger kiribûn. Ji ber vê 15'ê Tebaxê ya bi pêşengtiya hevrê Egid ruhekî nû ye. Gelek navên weke nû de xwe avakirin, nûjenkirina nasnameya gelê Kurd, guleya yekemîn, çiruska azadiyê, vejîna gelê Kurd hwd. lê têne kirin. Em çi jê re bêjin lê tê. Biryar yek be, mirov di stratejiyê de qanex be, mirov dikare taktikê bi ser bixe. Rastiya şer jî hinekî wilo tê avakirin. Rêber APO stratejiyek ava kiribû, Heval Egît jî taktîka wê pêk anî. 15'ê Tebaxê li hember behêvîtiyê, tarîbûnê ronahî ye.

BIRYARA KU BANDORA XWE JI ÇEKA HERÎ MEZIN ZÊDETIR E

Bi vê ve girêdayî komploya navneteweyî hate kirin. Ez bawer dikim ku cara yekemîn di dîroka mirovatiyê de li hember kesekî, li hember Rêber APO ewqas hêz bûne yek. Rêber APO em nikarin weke kes jî bigrin dest. Fikir û felsefeya Rêber APO alternatîfa pergala desthilatdariya dagirker a kapîtalîzmê ye, ya hêza dagirker e, ya faşîzmê ye. Dema komploya navneteweyî pêk hat, desthilatdaran tiştek ji bîr kiribû. Felsefeya Rêber APO felsefeyeke gerdûnî ye, ne tenê ji bo miletekî ye. Hereketa me tenê weke herekete şerker digirtin dest ku tenê bi şer xwe li ser piya digre. Em zarokên vê civakê ne, em ji şaneyên vê civakê derdikevin. Şer bê polîtika, bê dîplomasî, beyî avakarina civakê nabe, beyî xwe nûjen bike nabe. Dijmin jî bawer dikir ku bi dîlgirtina Rêber APO wê hereket teslîm bibe, wê nikaribe xwe li ser lingan bigre. Ji ber vê sedemê pengava 1'ê Hezîranê weke mîladekê ye, gelekî girîng e. Ruhekî nû dide avakirin. Di hunera şer de cudahiyê dide avakirin, gaveke nû ye. Biryara Pengava 1'ê Hezîranê gelekî girîng bû û ruhek jê re dihate xwestin. Hin dem, kêlî hene gelekî girîng in. Dibe ku gotineke di dema xwe de ji çeka herî mezin gelekî zêdetir bibandor be. Biryar jî wilo ye. Di hin keliyan de, dema ku pir tengasî, bêhêvîtî, tarîtî heye biryareke tund dihêle ku gelek tişt vegerin."

NÊZÎKATIYA 'MÎLADA ŞERÊ ÇEKDARÎ QEDIYA YE' DIHATE FERZKIRIN

Botan da xuyakirin, ku yên digotin mîlada şerê çekdarî qediya, rola gerîla nema, şerê modern dest pê kir, diyar e ku doktrîna şer, stratejiya şer baş nexwendine û wiha dewam kir: "Gerîlatî kevin nabe, hertim nûjen e. Gelek kesan ev gotin digotin, ev Kurdên hevparên dijmin jî ev gotin digotin. Teoriya dema şerê çekdarî, şerê gelê şoreşgerî yê demdirêj qediya bi pêş dixistin. Di vê pêvajoyê de, gelekî girîng e, hêzên derve di 2002'an de AKP avakirin. Bi vê ve girêdayî di 2003'an de bi rêbertiya DYA (Dewletên Yekbuyî yên Amerîkayê) mudaxeleya ji Rojhilata Navîn re heye. Yên di nav me de digotin konjonktura Rojhilata Navîn hate guhertin. Pêwîst e em xwe biguherin, êdî pêwîst nake em şerê çekdarî bimeşînin, êdî em siyasetê bikin. Bêguman ji bo ku em polîtîkayeke rast bikin, nasnameyeke azad misoger bikin, li Kurdistanê em karibin azad bijîn şer dikin. Em aşiqê şer nînin. Em mafê xwe dixwazin. Ne tenê mafê Kurdan, li Rohilata Navîn Mafê Gelan tê înkarkirin. Yek dewlet, yek zêhniyet, yek al, yek zilam ev e, li pêşiya civakan tiştekî din nahêlin. Sedamekî dibin, Sedamekî din dideynin dewsê. Weke Erdogan. Dibêjin mîlada te qediya, ewqas teslimîyet jî nabe rastî. Ewqas xwe firotin nabe. Ewqas ixanet li gelê xwe, li civaka xwe nabe. Me jî weke hereketa azadiyê, milîtanên ku di fikrê Rêbertî de hêstên xwe rast hunandibûn û paradîgmaya nû baş xwendin bi vê biryarê rabûn. Yên ku şehîd ketin, yên ku dijîn jî li hemberî vê bêhêvîtiyê biryareke tund dan.

LI SER BINGEHA STRATEJIYA PARASTINA REWA, XURTKIRINA ŞER

Li hember vê nêzîkatiyê çi hate destpêkirin? Giştî rêxistina me biryar da ku di aliyê stratejiya parastina rewa de, li ser esasê şerekî hê zêdetir xurt were meşandin. Gerîlayên hê zêdetir pispor şer bike, karibe civakê di her milî de biparêze, xwe li herderî di kurahiya veşartîbunê de birêxistin bike. Li ser esasê pisporiya kes ê karibe di aliyê zêhnî de esnek be, karibe di heman rojê de şer jî bike ji aştiyê re jî amade be dema dijmin were ser rê. Ji bo vê fikrandineke kûr, esnek hewce ye, lezbûn hewce ye, biryargirtin hewce ye, baş şixulandina mêjî û mêjiyê pratik hewce ye. Bi lawaziyê ev nabe. Ruhekî nû jê re hewce ye. Fermandariya bibiryar pêwist e, bi dudilîtî nabe. Dema konjonktur rê bide, di mewziya şer de karibe aşitiyê pêk bîne. Disîplîna herî jor lazim e. Ne tarzê belavkirin, bêçek. Him ji şer re him ji aşitiyê re dive amade bin. Ji ber wê jî stratejiya parastina rewa hê zêdetir berfireh e. Parastina rewa di qada navneteweyî de jî mafekî hiquqî ye. Şerekî exlaqî ye. Dema hin têne ser mirov, mirov xwe diparêze. Ev mafekî xwezayî ye. Li gorî wê me teoriya wê bipêş xist û pratika wê me pêk anî. 

PKK BÛYE RASTIYEKE GERDÛNÎ

Li vir dixwazim tiştekî girîng binîm ziman. Bi avakirina hikumeta AKPê teoriya bendewariyê hatiye çêkirin. Ruhê di rewşa bendewariyê de ye. Bi vî awayî ruhê mirov her tim civakê mijûl dike, civakê bêruh dike. Civakê jehrî dike, nava wê pûç dike, motîvasyona wê nahêle. Dijmin xwest vê di nav gerîla de jî, hêzên eskerî de jî bi pêş bixe, xwest di cepheyê siyasetê de jî bipêş bixe. Gelek însanê me mixabin hê jî bi vê têne xapandin. Rolê AKP'ê ew bû ku bi rêbazê modern, bi tevizandina hêdî hêdî hereketê tune bike û heta îro jî dibe ezê tune bikim. Hukumeta AKPê bi hêza derve hat, ez hêvîdarim û bawer dikim jî ku wê bi destê hêza derve biçe. Motîvasyona xwe, siyaseta xwe, hêza civakê li ser tinekirina civaka Kurd dide avakirin. Ev Kurd xelas nabin, ev PKK xelas nabe. Ji ber ku PKK vêca ne tenê partiye ke, hizbek e, ne tenê rêxistinek e. PKK bûye rastiyeke gerdûnî him li Rojhilata Navîn û him jî di nav Kurdan de. Ber kes vêca hêviya ji xwe re nekin, ji ber ku gelek caran hêviyên wan ketin avê de. Mirov jê dersê derdixe. Ne hêviyên hevparên Kurd wê pêk werin, ne yên hikumeta AKP, ne jî yên evê li benda tinekirina PKKê ne ku hebûna xwe li ser me ava kirine. Wê ev kengî dersê jê derbixin? Ev hereket xelas nabe. Ji ber ku şaneyên xwe berdane nav civakê, hertim xwe nûjen dike. Weke pêlên behrê her roj mezin dibe. Pêve girêdayî pêşengan biryara vegera Bakûr da. Li hemû herêmên bakûr hêzên me xwe bicih kirin.

DESTPÊKA PÊNGAVÊ

Di salên 2002-2003'an de amadekariyan dest pê kir. Perwerdeyên pisporiyê hatin dayîn. Îda 2003-2004-2005an dest pê kir. Vê pêvajoyê pêşî bi qeweteke hindik, hejmara 50-60 kes dest pê kir. Ez ne şaş bim, weke hemleyeke li hemû herêman destpêkê hêzeke ji 500 hevalan derbas bû. Li Dersim, Erzîrom, Amed, Botan, li hemû herêman bi pêşengtiya Sorxwîn, Serxwebûn, Nûcan, Ferhat, Kurtayan bi biryareke gelekî xurt berê xwe dane Bakurê Kurdistanê. Bi bawerî, hêvî, hunera şer li ser esasê parastina rewa li Bakurê Kurdistanê jinûve dest pê kirin. Her wiha di qada siyasî de jî bû destpêkeke nû. Di demeke ku gelek hêzan hêviyên xwe bi tinekirina me ve girêdabûn de ev pêk hat. Gelek hêzan di nav xwe de Kurdistan, destkeftiyên hereketa me di nav xwe de parçe kiribûn, li benda tinekirina me bûn, hesabê tiştên ji wan re bimîne dikirin. Partiyên reformist ên ji xwe re xeyal çêdikirin ji felsefeya kedê dûr in. Ji felsefeya ku ked dikare çalakiyê misoger bike, bi kedê serkeftin dikare bidest bikeve dûr in. Civakê jî dest bi hemleyên nû kir. Pengava ‘Êdî Bes e’ dane destpêkirin. Dîsa di dîroka Kurd de 2006'an de li Amedê gel ala KCK'ê weke nasnameya Kurdê azad, Kurdê demokratîk û ketina paradîgmaya nû hilda, li hemû kolanên Amedê bi vê nîşaneyê Newroz pîroz kir. Ji aliyekî ve di raya giştî de dijmin hêviyê aştiyê ava dikirin, ji aliyê din ve êriş dibir ser gel. Însanê me weke salên 90'î qetil kirin, dîsa dest bi kuştinên kujerê wan nediyar kirin, gelek însanê me yê welatparêz şehîd xistin, li Kurdistanê li gelek cihan êrîş birin ser gerilla, di qada navneteweyî de di aliyê dîplomasî aborî de hertişt pêşkêş kirin. Êrişên derve û hundurîn gelekî zêde bûn, yên ji nav me çûbûn jî gotibûn hereket nikare biser bikeve. Civakê ev dît û pêşengtiya vê pêvajoyê kir.
  
PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ TEVGER JI KETINA JI KENDÊL RIZGAR KIR

Pengava 1'ê Hezîranê nehatiba avêtin, ev biryar di aliyê bîrdozî, eskerî û stratejîk de nehata dayîn, dibe ku gelek xeterî me bijiya. Weke Rêber APO dibêje û pêşengên vê hereketê dinirxînin, em li ber devê kendalekê bûn, li ber ketinê bûn. Herkes weke ku li filmekî temaşe bike, li bendê bû ku rêxistin bikeve. Lê bi carekê weke qartalekî bi per bibe û bifire, biryareke wilo ye pengava 1'ê Hezîranê. Bi roja me ya îro ji ez dixwazim girê bidim. Gelek kes xwe dixapînin. Di berxwedana xweseriyê de dîsa em heman teorî, heman wêneyî dibînin. Gelek kesan got Kurdistan xerabû, gel tirsya. Tiştekî wilo nîne, ev jî xwexapandinek e. Ev gel dizane ku bi dagirkeriya li Kurdistanê jiyan nayê afirandin, azadî nayê çêkirin. Hikumeta AKPê dibêje wan dest pê kir, lê stratejiya çokên ên li hember xwe deynê erdê meşandibû. Ez dixwazim çi bêjim, zanebûna rasitiya şer, dîplomasî, siyaset û dîroka civaka xwe pir girîng e. Yên ku dixwazin li ser hêza hineke din xwe bikin hêz, ew nabin hêz. Ji ber ku rastiya heyî, felsefeya heyî, jiyana heyî înkar dikin. Di cîhanê de li ser înkarê heta demekê desthilatdarî dibe û demekê şûnde dikevin."

AVABÛNA YJA STARÊ Û DILSOZIYA GERÎLAYÊN JIN BI RÊBERÊ GELÊ KURD RE

Endama Koordînasyona PAJK'ê Melsa Botan diyar kir, di pêngava 1'ê Hezîranê de wan xwe weke YJA Starê bi rêxistin kirine û got, "Weke hereketa jin mîsyoneke me ya dîrokî hebû. Serokatî berî wê ji bo hereketa jin nêrîneke wiha dabû 'temînata xeta partîbûnê jin e'. Di vê pêvajoyê de gelek mesajên Rêbertî ji hereketa jin re hat. Rêbertî got 'herkes çiya berdê jî, divê jin bimînin', “'divê jin li çiya bajarê jinê ava bikin', 'keçên ji min hez dikin divê berê xwe bidin Botanê'. Ji ber ku Botan di warê stratejîk de şerê me diyar dike. Wekî din 1. Konferansa YJA-Starê pêk hat. Hevalên jin di vegera Bakurê Kurdistanê de pêşengtî kirin. Pêşî hevala Silav di vê pengavê de li Botanê çalakiya fedayî pêk anî. Li hemû herêmên Kurdistanê careke din me weke jin xwe birêxistin kir. Gelek kesan jî digot ber hevalên jin necin hemû herêmên Kurdistanê, pêwist nake, ber di xebatên avakirina binesaziyê de cih bigrin, ber di xebatên din de xwe bipêş bixin. Ev teoriyê berê bûn. Lê Rêber APO ev red kirin. Bi sedan hevalên jin gelekî bibiryar bûn ku herin mewziyên berê bigrin û jê wêdetir mewziyan bigrin. Mesela heval Têkoşîn ew çûne Dersimê, li wir şehîd ketin. Heval Jînda hebû. Hevalên destpêkê şehîd ketin, biryara xwe ya çûna bakûr di her şert û mercan de dabûn. Ruhê fedayî li pêş bû. Van beşên tesfiyekar digotin ku pêwîstî bi hêzeke mezin nîne. Weke hereketa jin jî bi avakirina YJA-Star re me darbeyeke mezin li beşên tesfiyekar da. Bi paradigmaya nû li ser esasê parastina rewa me xwe weke artêşa jin nûjen kir. Biryara me bandora xwe li polîtîka û civakê jî kır ku jin, ciwan dikarin pêşengtiya civakê bikin. Di qada serhildanê de jî pêşengtiya jinê derkete pêş. Di qada eskerî de jî jin di asta herî jor de tevlîbûn pêk anî. Di çarçoveya guhertin û veguhertinenn bi paradîgmaya nû biryara me ji ya giştî kêmtir nebû. Weke hereketa jin û ya giştî me bihevre biryar girt. Li hember nêzîkbûnên weke jin pewîst nake şer bike, ber di qadên civakî, çapemenî de cih bigre me bi avakirina YJA-Starê artêşa jin hê xurttir kir, akademiya Ş. Berîtan, akademiyên jin ava kirin û berovajî nêzîkbûnên çewt tevgeriyan. Di şexsê fermandarên jin ên weke hevaş Çîçek, heval Roda de biryara herî tund li hember bêhêvîtiyê, teslîmiyetê, paşverûtiya desthilatdariya mêr hate dayin. Dagirkeriya li ser Kurdistanê dixwestin li ser jinê jî bemeşînin. Van kesên xeta teslîmiyetê dixwestin têkiliyên jin û mêr di nav me de bipêş bixin. Piraniya jinên teslîmiyet qebûl kirin bi xwe re revandin birin. Li hemberî felsefeya Serokatiyê dixwestin jiyaneke pûç, ji rê derketî ava bikin. Li hemberî afirandina jina azad jina kole ferz bikin. Dema êrîş li ser civakê gelekî xurt dibe afirandina xwe xurt dikin. Minak em li Cihûyan binerin, di aliyê fikir de afirandina xwe xurt kirin. Dagirkerên li Kurdistanê yê civakê bi asîmlasyonê rûbirû dihêle, dixwazê hemû afirandin di warê tekiliyê jin û mêr de be. Dagirker pirbûne ne weke parastin, weke tinebûnê digre dest. Ji bo mirov tenê li ser buyerên seranser bifikire. Ne ku weke hebûna mirov a xwezayi vê dixwazê, ji bo ku mirovan pêve asê bike. Cihana mirovan pê tê sînor kirin, nerîna wan tê tengkirin. Stratejî û felsefeya mirovan a jiyanê tê guhertin. Beşên tesfiyekar jî li hember hereketa jin jî nêzîkbûneke wiha bipêş xistin. Li hemeberî vê jî bi sekna jinên milîtan ên Apogerî, jinên di xeta PAJK û PKK'ê de kûr bûne, şexsiyeta xwe ava kiribûn, bi zêhniyet û paradîgmaya nû li hember sekinîn. Parêznameyên Serokatî û taybet jî Parastina Gelekî ji HPG û YJA-Star re weke şokekê nûbûnek çêkir. Di aliyê zêhnî, stratejî de, parastinê de, şer de bû rênasiyeke nû. Şer îda bi çek tenê nabe, di fikir de û zêhnî pêşketin, di huner, stratejî û taktîka şer de kûrbûn weke hereketa jin biryareke xurt hebû. Xeterî di asta herî jor de hebûn. Li cihê ku xeterî heye de di milê gotin û çalakî de fedayîtî hewceye. Hereketa jin bi biryara xwe gotin û tevgerên weke hereketa jin hew dikare xwe li ser lingan bigre me pûç kirin."

PÊŞKETINÊN HEYÎ LI SER RUH Û KOKA PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ AVA BÛNE

Botan destnîşan kir, ku pêşketinên heyî li ser koka Pêngava 1'ê Hezîranê, ruhê serketinê yê 1'ê Hezîranê hatine avakirin û wiha dewam kir: "Hevalê Îbrahîm, hevalê Huseyn, hevalê Medenî, Heval Nûda, Heval Sorxwîn, Heval Çîçek, Heval Gulbahar, Heval Adil, van fermandarên pêşeng ruhek da avakirin, pêşengtiyek dewir kirin. Felsefeya Rêber APO, paradîgmaya ava kir ne tenê di warê eskerî de, îda zanistiya Kurdewarî, xweparastinê, jiyanek û nasnameyeke demokratîkku bikaribe pê politikaya demokratîk bimeşîne, nasnameyeke azad bijî, neteweyeke bikaribe bi zimanê xwe, nasnameya xwe, çanda xwe hebûna xwe misoger bike. Ev fikir li her çar parçeyê Kurdistanê ava kir. Li her derê Kurdistanê di nav civakê de zanista xweparastinê bipêş ket. Şerê me berê xwe guhert, bû şerê gel ê şoreşgerî. Şerê Gelê Şoreşgerî li ser ruhê pengava 1'ê Hezîranê ava bû. Li ser himê parastina rewa birêxistin bû. Ev li her derî û li her qadê pêk hat. Ne tenê kesê çek di dest de xwe diparêze. Di milê çandê de xwe xurtkirin, parastina çanda xwe ye. Di milê polîtîkayê de xwexurtkirin, polîtîkaya xwe diparêze. Mesela civaka bêrêxistin mexkumî binketinê ye û li hember vê faşîzmê xwe birêxistin kiriye. Bi taybet li dijî gelê Kurd bi pêşengtiya hikumeta AKP'ê û pêşengtiya MHP'ê faşîzm li Kurdistanê qirkirineke ji ya Hîtler xirabtir pêk tine. Ev faşîzm dixwazê di hemû şaneyên civakê de Kurdbûnê tine bike. Kurdê hebe divê yê mirî be. Li hemberî vê jî Kurd mecbûr in xwe li her cihî biparêze. Ne tenê xwe, ya rastî Kurd li Rojhilata Navîn ne tenê xwe diparêze. Ji bo avakirina Rojhilateke Navîn a nû ya demokratîk bi felsefeya Rêber APO têkoşînê dimeşînin. Bi paradîgmaya nû, li ser esasê avakirina biratiya gelan Kurd di nava liv û tevgerê de ne. Li hember faşîzma li ser navê İİslamê Rojhilata Navîn dagir dike û bi rastî mirovatiyê ji holê radike têdikoşe. Hêza faşîzmê taybet jinê, ne weke hîmeke bingeha civakê, weke amûreke bikar bîne dibîne. Li hember vê jî bi rêya YPJ, YJŞ li hember DAİŞê şer dike. Erdogan jî eynî DAIŞ e. Weke emîrekî DAIŞê hereket dike. Rastiya Rojhilata Navîn demokrasiyê înkar dike, hebûna neteweyan, rengên heyî înkar dike. Yên ku li Rojhilata Navîn ev rastî înkar kirine çûne, yek jê Sedam. Lê dawiya Erdogan wê ne li ser erdê bimre. Li Rojhilata Navîn dixwaze dema Sultana bimeşîne, ew dem derbas bû. Li Rojhilata Navîn em ne di çaxê navîn de ne, di sedsala 21. de ne. Rewşa Rojhilata Navîn ne rewşa berê ye. Êdî gel dixwazin bi hev re bijîn. Gelê Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Çerkez dixwazin bi hev re bijîn.

HÊZA PARASTINA GELÊ KURD BÛYE ÎLHAMA CIVAKA ROJHILATA NAVÎN

Li Rojhilata Navîn him weke hereketa jin, him jî weke hêza parastina gelê Kurd, weke hêza parastina Rojhilata Navîn bûye îlhama vê civakê. Bûye çavkaniyek, hêviyeke ku herkes xwe lê digre, herkes xewnên xwe li ser vê hêviyê dihune. Çawa ev dikare were înkar kirin! Erdogan her roj heman sloganê davêje, dibe em ê Kurdan tine bikin. Em bêjin li bakûrê Kurdistanê tine kir, li başurê Kurdistanê wê karibe tine bike. Pişta xwe daye hevparên Kurd, xeyalên wan jî wê têk biçin. Mixabin Kurdên ku ji rastiya Kurdewarî dûr ketine, ji Kurdbûna wan re sed şahîd pêwîst e hene û dawiya wan jî wê bibe wekê yên li pey wan diçin. Dawiya Erdogan çibe, dawiya Kurdên xwefiroş jî wê ew bibe. Gelê me divê vê zanibe û çavtirsandî nebe. Li Rojavayê Kurdistanê ev rastî hatiye avakirin. Gelê Kurd, Ereb, Suryanî dikarin bihevre bijîn, komunên xwe, meclîsên xwe bihevre çêbikin. Li heman xakê, bihevre beyî ku zimanê civakekê jê qedexe be bijîn. Paradîgmaya Rêbertî ev e. Ji ber çi evqas êrîş heye li hember vê? Ji ber ku tinebûna xwe di vê hebûnê de dibîne.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ENIYEKE NÛ DIVÊ

Li hember faşîzmê divê cepheyeke nû vebibe. Hemû kesên li hember faşîzmê, îmhayê, înkare berê xwe bikin yek, xwe birêxistin bikin, xwe biparêzin. Parastin ne tenê çek e, parastina herî girîng xwebirêxistinkirin e. Dema taxek birexistin be, faşîzm nikare bikeve wir. Gund bi gund, bajar bi bajar divê hemû gelê Kurd di her milî de bi ruhê pengava 1'ê Hezîranê xwebirêxistin bike. Di warê xweparastinê de xwe birêxistin bike. Taybet jî jin, heke jin xwe neparêze wê hertim bi tacîz, tecawizê re rû bi rû bimîne. Di her kolanê de tecawizkarek heye. Divê jin xwe di her kolanê de birêxistin bike. Divê jin xwe li mala xwe, kolana xwe, taxa xwe biparêze. Kolanên Kurdistanê wê li ser ruhê şehîdan careke din werin avakirin. Kes bere xwe nexapîne û nebêje ku kolanên Kurdistanê wêran bûn. Ewder carekê bi xwîna şehîdan wêran bû û wê ala azadiyê li wir were daleqandin. 

DÎROKA KURDISTANÊ WÊ CAREKE DIN LI SÛR A AMEDÊ ZINDÎ BIBE

Dîroka Kurdistanê wê careke din li Sûra Amedê zindî bibe. Şehîdan ev got 'em nebin jî, wê yê piştî me werin'. Ji ber ku ala xwe dewrî hêzeke din kirin. Ew al wê di vê rêyê de serbikeve. Ev rêya serketinê ye. Sedsala 21.mîn wê bibe yekîtiya neteweyan, bi pêşengtiya jin û milîtanên Apogerî yên PKK û PAJKê wê serketin misoger bibe. Ev xeyal nîne. Azadiya Rêber APO ji bo me bê gotin e, pêwîst e em Rêber APO azad bikin. Ev jî bi ruhê berxwedaniya asta herî jor, bi ruhê fedayîtî weke Şervanan, Zinaran, weke Dogaya û bi ruhê Ulaşan ku sembola yekîtiya neteweyan e, pêkan be."