Biryara domandina girtina du jinên 71 û 79 salî dan

Biryara domandina girtina ji rêveberê MEBYA DER’ê Meryem Soylû a 79 û Hatûn Aslan a 71 salî hate dayîn.

Biryara domandina girtina Meryem Soylû a 79 û Hatûn Aslan a 71 salî yên bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ ya di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) hatibû destpêkirin de, hate dayîn.

Di nirxandinên li ser Soylû û Aslan de, hate hînbûn ku sûcên wan sûcên katalogê ne, li gorî bendewariya ku cezayê lê bê birîn, îhtimala revînê bi hêz e û kontrolên tedbîrên edlî wê têrê neke, biryara domandina girtinê dane.

Li Amedê di lêpirsîna navbera dîrokên 27’ê Sibatê heta 3’yê Adarê ya li ser rêveberiya MEBYA-DER’ê de, rêveberên komeleyê jî di nav de 29 kes hatibûn destgîrkirin.