Biryara dadgehê ya li ser qeyyûm şandin Dadgeha Şêwirmendiyê

Biryara dadgehê ya ku pêkanîna desteserkirina qeyyûm dabû sekinandin lê ji ber îtîraza Wezareta Karê Navxweyî biryar ji holê rakiribû, birin ji Dadgeha Şêwirmendiyê re.

Baroya Amedê ji ber desteserkirina peywira Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û ji bo betalkirina peywira qeyyûm doz vekiribû. Dadgehê berê biryar da ku divê ev pêkanîn were sekinandin lê ji ber îtîraza Wezareta Karê Navxweyî 12 roj şûnde biryara temyîzê da.

‘ŞAŞIYEKE MEZIN HATE KIRIN’

Ji aliyê Baroyê daxuyanî hate dayin û hate gotin ku ‘Dadgehê hukma xwe ji holê rakiriye’. Baroyê diyar kir ku dadgehê şaşiyeke mezin kiriye.

Di daxwaznameya temyîzê de hate xwestin ku bila biryara sererastkirinê ji holê were rakirin.

Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî desteserkirina bi destê qeyyûm da û got ku “Îradeya hilbijêran ji holê hate rakirin û mudaxeleyî pergala qanûnî hate kirin.”