Biraziyê Hakan Fîdan li Bradostê li dijî dagirkeriyê şer dike

Yek ji gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer dike, gerîlayê HPG'ê Egîd Zîlan e. Egîd Zîlan biraziyê Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan e.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî ya gerîlayên HPG/YJA Starê dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de li qada Lêlîkanê ya herêma Bradostê çalakiyên mezin ên gerîla tên kirin.

Yek ji gerîlayên ku di şerê dijî dagirkeriyê de cih digire Egîd Zîlan e. Egîd Zîlan ku ji navçeya Erdîş a Wanê ye, biraziyê Musteşarê Rêxistina Îstîxbarta Tirk (MÎT) Hakan Fîdan e. Egîd, sala 2015'an tevlî nava refên HPG'ê bû. Egîd Zîlan mîna Hakan Fîdan li Dibistanên Herêmê yên Mayinde (YÎBO) ku navendên asîmîlekirina Kurdan e, mezin bû.

Egîd got, "Li YÎBO'yan yên mîna Hakan Fîdan tên perwerdekirin". Egîd Zîlan li çepereke eniya şer a li Xakurê, ji ANF'ê re axivî.

'HAKAN FÎDAN JÎ LI YÎBO MEZIN BÛ'

Egîd Zîlan diyar kir ku ji bo xwendina zarokên Kurdan ji bilî YÎBO ti alternatîf nayê dayin û malbat jî zarokên xwe dişînin van dibistanan. Egîd Zîlan got, "Me û zarokên li derdora me bi giranî li YÎBO'yan xwendin. Ji ber vê yekê li şûna ku em bi çanda xwe mezinb ibin, em bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk mezin bûn. Rêbaza wan asîmîlekirinê jî bi şîdetê bû. Ev yek tenê ji bo zarokên Kurd derbas dibû. Şîdet li zarokên Tirkan nedikirin. Ji ber ku malbatên wan qebûl nedikirin. Malbatên me ji ber ku digotin 'yekane rêya bûyina mirovê mezin, xwendin e' di nava her şert û mercî de israr dikirin ku em bixwînin."

Egîd da xuyakirin ku derdora wî timî Hakan Fîdan mînak nîşan dida û got, "Mîna ku destê Hakan Fîdan di komkujiyên ku her roj tên kirin de nîne, qala wî dikirin. Em Kurd in û Hakan Fîdan jî Kurd dikuşt. Min ti carî ev mînakên ku malbata min dida ti carî fêhm nedikir. Ji bo mirov bibe mirovekî mezin, gelo divê weke Hakan Fîdan xwişk û birayên xwe bikujin?"

'JI BO TOLÊ JI FÎDAN HILÎNIM TEVLÎ BÛM'

Egîd Zîlan got, "Sedema herî girîng a tevlîbûna min ew komkujî ne ku bi destê Hakan Fîdan û Kurdên mîna wî li gelê me dihate kirin" û wiha dewam kir: "Bi Hakan Fîdan re em xizmên ehv in. Kalkê min û bavê wî birayê hev in. Yanî ew dibe Apê min. Di nava malbata min de hin kesan Hakan Fîdan red dikirin, hinekan jî qebûl dikirin."

Egîd anî ziman ku ji zarokatiyê ve nakokiyên wî li ser dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan hebû, lê belê ji sala 2011'an û pê ve ev zelal bûn û got, "Min di erdheja ku sala 2011'an de qewimî baştir dît bê dijminatiyeke çawa li Kurdan dikin. Gotina Muge Anli ku daxwaz ji Xwedê kir ku Kurd bimirin, tê gelek wateyan. Gelo çima Xwedê mirovên ku bi xwe afirandiye bixwaze bikuje? Di vir de dijminatiyeke heye. Di wê erdhejê de bi sedan mirov mirin. Dijminatiya li Kurdan roj bi roj zêde dibû."

'EM DI PÊNGAVA XWE YA SERKETINÊ DE GAVÊN MEZIN DIAVÊJIN'

Egîd Zîlan da xuyakirin artêşa Tirk bi pêşengiya MÎT'ê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrîş dike û li dijî vê yekê şerekî giran tê dayin. Egîd Zîlan got, "Em li dijî dagirkeriyê di vê çeperê de ne. Weke gerîlayên azadiya Kurdistanê, di çarçoveya pêngava xwe ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roj bi roj em bi pêş ve diçin. Me soz da ku em ê teqez bi ser bikevin. Di çarçoveya pêngavê de em li dijî dagirkirinê şer dikin. Çalakiyên me yên pêngavê her roj mezintir dibin û nêzî serketinê dibin."