Binçavkirina siyasetmedarên Kurd kete rojeva Meclîsê de

Li Amedê beriya bi 3 rojan siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin, balkêş e ku dema ku li Amedê civîna jinan dest pê kiribû ev hatin binçavkirin. Wekîla Êlihê Başaran ev mijar bire rojeva Meclîsê û şermezar kir.

Wekîla HDP’ê ya Elihê Başaran li Meclîsê li derveyî rojevê mafê axaftinê wergirt û mijara binçavkirina siyasetmedarên Kurd a li Amedê anî rojava Desteya Giştî ya Meclîsê. Başaran diyar kir beriya bi sê rojan ev binçavkirin çêbûn, binçavkirin di dema destpêkirina civîna jinan de bûye û ev jî nîşana wê ye ku dixwazin xebatên jinan bidin rawestandin. Başaran got pêşî Pervîn Buldan bi henceta îfadeyê ji otêlê birine edliyê, roja dî jî jinên ku wê tevlî civînê bibûna hatine binçavkirin û got:

‘’Di nav van hevalan de Sara Aktaş hebû. Aktaş beriya bi çend mehan bi taybet kirin hedefê, hate binçavkirin û cezayê girtîgeha malê danê. Lê wiha xuya dibe ku qîma xwe bi vê neanîne, bi ser malê de girtin û ew girtin, kirin girtîgehê. Beriya bi çend rojan tehliye bûbû. Di vê operasyona daw^ide hate binçavkirin. Di nav wan kesan de ku hatine binçavkirin, Yuksel Baran, Zeynep Altinkaynak, Ayşe Gokkan jî hene. Ayşe Gokkan wê bi bîra we hemûyan were, e hevaleke me ya wiha ye ku bi binçavkirinê hûn bikaribin wê bipirnisînin. Bi taybetî dema ku Şaredara Nisêbînê bû, ji bo dîwarê li Nisêbînê hatî lêkirin dest bi rojiya mirinê kiribû. Ji vir ez dixwazim li ser navê wê vê mesajê bidim.’’

Başaran got piştî 15’ê Tîrmehê êrîşa li ser jinan zêdetir bûye, bi taybetî saziyên jinan ji xwe re dikine hedef, wan digirin, jin li dijî van girtinan li derveyî avahiyan jî wê têkoşîna xwe bidomînin.