Bîlîcî: Li girtîgehan beriya kincên yekreng hazirî hene

Serokê Şûbeya Amedê Racî Bîlîcî got êşkenceya li ser girtiyên siyasî di civakê de şikestin çêkiriye û got, ‘Wek ku beriya kincên yek reng haziriyek heye’

Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê êşkence û tehde bi dawî nabe. Her roj bi binpêkirina mafan têne rojevê. Bi taybetî jî li ser girtiyên PKK’ê ev bûye rengekî sîstematîk û xeleka vê ya dawî li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Kalkandere ya Rîzeyê pêk hat. Girtiyan di hevdîtinan de ku bi malbatên xwe re kirin gotin qerdiyan tehdê li wan dikin, êrîşê  bi ser wan de tînin û êşkencê li wan dikin. Girtiyên li Tîpa E ya Kirikkaleyê ya Xarpêtê ya bi Nimro 2 jî li gorî giştînameyeke ku ji Wezareta Dadmendiyê hatî hijmartina leşkerî, ku rêbaza êşkenceyê ya 12’ê Îlonê bû ferz dike.

 ‘LI SER RÛYÊ WAN BIRÎN HEYE’

Serokê Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî ji ANF’ê re axivî û got parêzerên bi ser komeleya wan ve bi wan malbatan re ku li Rîzeyê êşkence li zarokên wan hatî kirine, axivî. Bîlîcî got girtiyan tiştên ku dijîn, êşkence ji malbatên xwe re gotine û wiha domand: ‘’Bi kêfî ketine koxuşan. Xwestin ku rabin ser piyan, bikevin rêzê, bikevin nîzama leşkerî û hijmarê bidin. Ên ku ev nekirine jî li wan xistine û êşkence li wan kirine. Hin ji wan birîndar bûne. Me jî di cih de ji cihê hewce re nivîsî û xwest ku mudaleyî li pêvajoyê bikin. Li Xarpêtê jî heman rewş heye. Hevalên me yên parêzer bi girtiyan re ku êşkence li wan hatiye kirin axivî ne. Li ser rûyê girtiyan şopa êşkenceyê hebûye. Li ser laşê wan. Li ser vê rapor jî standine. Me li ser rewşa Xarpêtê rapor amade kir û bi baroyê re me gilih kir.’’

 ‘WEK KU BERIYA KINCÊN YEKRENG HAZIRIYÊ DIKIN’

Bîlîcî got ev êşkeneya li girtîgehan polîtîkayeke giştî ye û dibe ku sibe li girtîgehên dî jî bibe û wiha domand: Ev tiştên ku dibin bi teqezî ji hev ne bêrî ne. Hem tiştên ku li Kalkandere û Xarpêtê dibin û yên li deverên dî bi zanebûn, bi plan û bername ye. Em dibînin ku ketine wê mantiqa kincên yekreng û 12’ê Îlonê. Wek ku haziriya beriya kincên yekreng hene. Ji ber ku hema bi dest xwe re bi ser koxuşan de digirin. Her carê îçtîmaya leşkerî ferz dikin, dixwazin li ser piyan hijmara xwe bidin û tekmîlê bidin. Ev rewşeke nû ye.’’

 ‘BI CIVAKÊ RE ŞIKESTIN ÇÊDIBIN’

Bîlîcî got girtîgeh qadeke nazik e û divê ji rewşa derve karîger nebin û got, ‘’Divê rageşiya polîtîk a derve bandorê li girtîgehan neke, divê neterise ser girtiyên siyasî. Divê veneguhere amûra zext û tundiyê. Niha rewşa li derve berçav e; rejîma Reşwa Awarte li ser kar e, rêyên siyaseta demokratîk hatine girtin, wekîl, şaredar û nûnerên civaka sivîla ên tevgera siyasî ya Kurd hatine girtin. Şerekî çekdarî heye. Divê mirov li van nenere û berê xwe nede girtîgehan. An na wê bi civakê re şikestinên mezin çêbibin.’’

 ‘RAGEŞÎ WÊ RÛ BIDIN’

Bîlîcî got sicîla dewleta Tirk a derbarê girtîgehan ne baş e, tarî ye û tije binpêkirin e. Bîlîcî got divê hikûmet û Wezareta Dadê guh bide parêzvanên mafê mirovan û wiha pê de çû: ‘’Em dixwazin li ser mijara kincên yekrneg dengê xwe li Tirkiyê bikin. Di serdemeke wiha de ku aşiya civakî jixwe ne di rewşeke baş de ye ev arîşeyên wiha jî wê meselê girantir bike. Bi gotineke dî, heke ev êrîş bidomin rageşî wê rû bidin. Ti sûda vê li kesî jî wê nebe.’’