Bîlîcî: Em dizanin ku kujer kî ne

Xizmên windayan vê carê jî li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn yê ku di 21’ê Îlona 1995’an de hatibû binçakirin û careke din haya kesî ji wî çênebû. Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan Racî Bîlîcî diyar kir ku, ew ê kujer rojekê hesab bidin.

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi slogana ku “Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin” çalakiya rûniştinê ya 448’an li dar xistin. Çalakî li avahiya ÎHD’ê hate lidarxistin û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Xizmên windayan vê carê jî li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn yê ku di 21’ê Îlona 1995’an de hatibû binçakirin û careke din haya kesî ji wî çênebû.

‘EM DIZANIN KUJER KÎ NE’

Di çalakiyê de Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan Racî Bîlîcî axivî û got, “Sedsal derbas bibe jî, wê edalet pêk were û wê kujer werin darizandin. Em dizanin ku kujer kî ne.”

Bîlîcî diyar kir ku di demên dawîn de li hemberî kesên sîvîl lînc tê kirin û destnîşan kir ku vê carê jî dixwazin Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû lînc bikin û got, “Berê jî Tahîr Elçî hatibû lînçkirin niha jî dixwazin Tanrikûlû lînç bikin. Em vê lînçkirinê qebûl nakin.”

’22 SAL IN ME TU SALOX JI EROGLÛ NESTENDIYE’

Piştî axaftina Bîlîcî endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Şeyhmûs Eroglû yê ku di 21’ê Îlona 1995’an de hatibû binçavkirin û careke din haya kesî ji wî çênebû. Yalçin got ku, “Şeyhmûs Eroglû di sala 1930’î de li Midyayê ji dayîk bûye û bavê heft zarokan bû. Leşkeran bi ser gundê wan de digirt û dixwestin Eroglû bibe cerdevan. Ji ber van zextan Eroglû ji gund bar kir û hat li Batmanê bi cih bû. Di 21’ê Îlona 1995’an de bi şev girtin ser mala wî û ew binçav kirin û anîn Mêrdînê.  Rayedaran ne binçavkirin û ne jî serdegirtina malê qebûl kirin. Li gorî hin kesên ku wê demê bi hev re di binçavan de bûn, êşkenceyeke giran li Şeyhmûs kirine. Li gorî hin şahidên bûyerê yên Midyayê, Şeyhmûs serbest hatiye berdan û lê piştre di wesayîta tîmên taybet de hatiye dîtin.”