Bîlîcî: Bila girtîgeha Îmraliyê bê girtin

Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Racî Bîlîcî diyar kir ku ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk û ji bo jiyanek bi rûmet, divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin û Ocalan azad bibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Heteyeta Îmraliyê jî ji 4'ê Nîsana 2015'an ve nikare li Îmraliyê bi Ocalan re bicive. Herî dawî jî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de bi birayê xwe re hevdîtin kir û ji wê rojê ve ti agahî ji Ocalan nayên girtin. Der barê mijarê de Alîkarê Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî ji ANF’ê re axivî.

'TECRÎD GEFEKE METIRSÎDAR E'

Bîlîcî da zanîn ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinê mafên mirovan di asta herî jor de ye û wiha axivî: "Li Îmraliyê binpêkirina mafên mirovan di asta jor de ye û ev binpêkirina mafên mirovan li hemû girtîgehên Tirkiyeyê vediguhere tecrîdê. Tecrîdkirina Birêz Ocalan li ser Kurdan gefeke metirsîdar e û ev tecrîd divê bi kêfa kesî neyê girankirin. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û kilîda aştiyê ya çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Divê mirov bi du aliyan tecrîdê binirxînin. Birêz Ocalan divê bikare hemû mafên xwe yên weke, telefon, name, hevdîtina malbat, parêzer, rojname û televziyonê bi kar bîne. Ne tenê Birêz Ocalan divê hemû girtî bikarin mafên xwe bikar bînin. Ev yek mafekî rewaye."

'TECRÎD RABE, WÊ BÊHN BÊ BER TIRKIYEYÊ'

Bîlîcî anî ziman ku tecrîd destpêkirina gelek pirsgirêkên bingehîn ê welêt in û wiha pê de çû: "Tecrîd dema kûr dibe, hevdîtin û diyalog tê birîn, ret, înkar û şidet kûr dibe. Di dawiya vê de jî binpêkirinên mafan dest pê dike. Eger tecrîd pêk neyê, rêyên diyalog û çareseriyê vebe, rêyên demokratîk vebe wê pirsgirêkên sereke yên vî welatî bên çareserkirin. Ya herî girîng wê şîdet bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser bibe. Wê bêhn bê ber Tirkiyeyê û hemû astengiyên li dijî ramanê wê rabe. Em ji vê bawer dikin û li gorî me jî ev çareseriyek mayînde ye." 

'JI BO JIYANEK BI RÛMET DIVÊ TECRÎD RABE'

Bîlîcî destnîşan kir ku ji bo jiyanek bi rûmet divê tecrîd ji holê rabe û wiha dom kir: "Ji bo jiyanek bi hevre û di nava aştiyê de divê tecrîd demildest rabe. Tecrîd rabe wê dawî li krîza aboriyê û rageşiya Tirkiyeyê bê. Her wiha wê welat demokratîk be û nirx û rêgezên hiqûqê di asta jor de bi pêş bikeve. Mirovê ji her alî ve xw ewle bibîne. Li Tirkiyeyê sedema hemû pirsgirêk û astengiya tecrîd e, lewma divê tecrîd rabe."

'DMME JI ARMANC Û RÊGEZÊN XWE DÛR KETIYE'

Bîlîcî nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û got: "DMME'yê bi vê biryarê ji rêgez û armanca xwe dûr ketiye. Berî niha DMME li gorî rêgez û hevpeymanên navneteweyî tevdigeriya. Lê belê bi biryara Îmraliyê armanc û rêgezên xwe bê wate kir. Divê DMME nebe parçeyek ji siyaseta welatan û li gorî heq û hiqûqê tevbigre.  Biryara DMME'yê siyasî ye û bûye parçeyek ji polîtîkayên Tirkiyeyê."

'TECRÎD BANDORÊ LI TEVAHIYA GIRTIYAN DIKE'

Bîlîcî got, weke ÎHD daxwaz û banga wan, roj ji rojekê zûtir Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan rê li ber rageşiyên mezin vedike û bandorê li ser tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê dike. Tecrîd tenê bandorê li girtîgehan nake, bandorê li tevahiya jiyanê dike. Gelek xalên civakê difetisîn e."