Bîlgen: Gel wê encamê diyar bike, ne Erdogan

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku li gel gefên Erdogan ên li dijî partiya wan, wê encamên hilbijartinê ji aliyê gel ve diyar bibe. Bîlgen got, "Eger mûxalefet karibe bêzariya ji nava civakê ji holê rake, wê bi ser bikeve."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen got, desthilatdariya AKP'ê mîna her carê ji bo hilbijartinên herêmî dest bi kiryarên xwe yên antî demokratîk kiriye û diyar kir, li gel van kiryaran jî encama hilbijartinê wê ji aliyê gelan ve bê diyarkirin.

Bîlgen li ser gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li partiya wan dixwe, operasyonên destgîrkirinê yên li dijî partiya wan û hilbijartinên herêmî ji ANF'ê re axivî.

'DESTHILATDARÎ DITIRSE KU DI NAVA ŞERT Û MERCÊN ASAYÎ DE TEVLÎ HILBIJARTINÊ BIBE'

Bîlgen kiryarên antî demokratîk ên AKP'ê yên beriya hilbijartinên bihurî bi bîr xist û got, desthilatdarî wê van kiryarên xwe di vê hilbijartinê de jî bidomîne. Bîlgen diyar kir, desthilatdarî ditirse ku di nava şert û mercên asayî de tevlî hilbijartinê bibe wê têk biçe û got, "Hem bandora krîza aboriyê ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye afirandin, hem jî şaşitiyên ku di polîtîkayên derve û hundir de tê kirin, desthilatdariyê dixe nava zor û zehmetiyan. Lewma, ji bo aloziyên ku karibe krîza aboriyê pê binixumîne û girseya xwe bi rê ve bibe, hewl dide dijminatiyan biafirîne. Ji ber vê yekê, HDP'ê ne weke partiyeke qanûnî ya ku mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne, wê weke partiyeke li derveyî siyasetî nîşan dide."

'TEVÎ ZEXT Û ZORDARIYAN JÎ WÊ ENCAM JI ALIYÊ GELAN VE DIYAR BIBE'

Bîlgen got, ya ku encamên hilbijartinê diyar bike, wê plan û kiryarên desthilatdariyê nebe û wiha pê daket: "Ya ku bandora xwe li encaman bike wê stratejiya xurt û encamgir a mûxalefetê be. Eger serî li ber tirsê were tewandin, eger teslîmî vê sîstemê bibe, bêguman wê derfet nebe ku alternatîfek were afirandin. Lê eger rewşeke berevajî vê derkeve holê, yanî stratejiyên ku bêzariya li nava civakê ji holê rake were afirandin, alternatîf û hêviyên bû bên afirandin, wê bi hilbijartinên herêmî re atmosfereke ku sîstema hatiye afirandin bê nîqaşkirin, derkeve holê."

'PÊWÎSTÎ BI YEKÎTÎ Û BIRYARDARIYÊ HEYE'

Ayhan Bîlgen got, AKP'ê zûdeyî dest bi karê ji bo hilbijartinên herêmî kiriye û vî karî jî bi polîtîkaya reşkirina HDP'ê dike. Bîlgen ragihand, gotinên Erdogan ên li dijî HDP'ê hewldana ji bo dîzaynkirina HDP û pêkhateyên wê ye û got, girîng e Kurd li dijî vê yekê bi hev re tevbigerin û biryardariya ji bo rêvebirina xwe bi xwe, nîşan bidin.