Bîlgen: Divê Erdogan tercîha gel qebûl bike

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li Qersê bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir û got, "Divê Serokkomar bi rengekî vekirî eşkere bike ku ew ê tercîha gel qebûl bike."

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li Qersê civîneke çapemeniyê li dar xist û rojeva heyî nirxand.

Bîlgen got, "3 roj man e ji bo dengdanê. Di rewşa heyî de ewlekariya hilbijartinê wê bibe îmtihana herî girîng a ji bo demokrasiyê."

Bîlgen ji bo hurmet ji tercîha dengdêran re bê nîşandan bang kir û got, "Berpirsyariya hemû partiyan û burokrasiyê ye, ku vê îmtihanê bi rengekî erênî bi ser bixin. Li welatekî tercîha mirovan dikare biguhere. Gel dikare siyasetmedarê ku berê qebûl kiribû vê carê qebûl neke. Wezîfeya siyasetmedaran e ku gel tercîha çi kiribe, hurmetê nîşanî wê bide. Divê beriya dengdanê eşkere bike ku wê hurmetê nîşanî tercîha gel bide."

Bîlgen bang li Erdogan kir û got, "Pêwîste Serokkomar bi awayekî vekirî eşkere bike ku wê tercîha hilbijêran qebûl bike. Nêzîkatiyeke berevajî vê yekê wê bibe bingeh ji bo rûdana bûyerên neyînî di roja hilbijartinê de."

Bîlgen destnîşan kir ku desthilatdarî çawa bi hilbijartinê hatiye, divê li xwe qebûl bike ku bi hilbijartinê dikare biçe.

Bîlgen ji bo mûxalefetê jî got, divê mûxalefet eşkere bike ku wê erkên sîstema yek şexsî bi kar nîne.