Bîlançoya 'şewitandinê' ya mehekê ya Însiyatîfa Zarokên Agir

Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku ew tola sed salî hiltînin û bîlançoya çalakiyên şewitandinê yên mehekê eşkere kir.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 'tola' qirkirin û hovîtiya li dijî Kurdan tê kirin hilînin û got, "Em Kurdên bi rûmet e in ku bersivdana li vê hovîtiyê li her qadê ji xwe re kirine armanc. Lewma Însiyatîfa Zarokên Agir îradeya tolhildanê ya Kurdan e."

Însiyatîfê got, "Însiyatîf platforma hesabpirsîna ji hovîtiya 100 salî ya dewleta Tirk a dijmin e" û diyar kir ku di nava meha Hezîranê de bi dehan febrîqe, atolye û wesayit şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê mehekê 15 febrîqe, 4 navend, 3 AVM, 7 kargeh, atolye, 5 keştî-yat, 5 depo, otelek, restorantek, kantînek, 33 wesayit, 6 qemyon-TIR, 3 mînîbus, 3 makîneyên kar, karavanek hatin şewitandin.