Bîlançoya şerê 2017'an Tîrmeh-Kanûn...

Şerê li Kurdistanê 2017’an girantir bû. Rayedarên AKP’ê jî ji rojên destpêka 2017’an ve sond xwarin ku PKK’ê biqedînin..

DI MEHA TÎRMEHÊ DE BÎLANÇO GIRAN BÛ

Bi meha Tîrmehê re şerê li Kurdistanê girantir bû. Di meha Tîrmehê de operasyona ku herî zêde derkete pêş, operasyona dagirkirina Zapê bû. Ji ber çalakiyên bi bandor ên gerîlayan artêşa Tirk mecbûr ma ku xwe bi paş ve bikişîne. Di meha Tîrmehê de gerîlayan 145 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 420 leşker û polîs hatin kuştin. Hin çalakiyên bi bandor ên di meha Tîrmehê de ev in:

ÇALAKIYÊN LI HEMBERÎ OPERASYONA DAGIRKERIYÊ

Li hemberî çalakiyên dagirkeriyê yên leşkerên Tirk gerîlayan gelek çalakî li dar xistin. Yek ji çalakiya ku herî zêde bi bandor bû, di 4’ê Tîrmehê de li Girê Şehîd Mûnzûr ê Çelêya bi ser Colemêrgê hate kirin. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir ku helîkopterên artêşa Tirk ên ku dixwestin leşkeran sewqî qada çalakiyê bike, ji ber lêdana gerîlayan mecbûr mane ku ji qadê dûr bikevin. HPG’ê diyar kiribû ku di çalakiya li Qela Bedewê de leşkerek hatibû kuştin.

LI QILABANÊ 7 KONTRA HATIN KUŞTIN

Di 1’ê Tîrmehê de gerîlayan yekîneyeke leşkeran a nepen ya ku di navbera gundên Mijîn û Hîlalê yên bi ser Qilabana Şirnexê derketibû operasyonê, xistin bin kontrola xwe. HPG’ê diyar kir ku li vê derê yekîne hate îmhakirin a ku ji 7 kontrayan pêk dihat.

LI ELBAKA WANÊ 3 WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN LÊDAN

Gerîlayan di 3’ê Tîrmehê de li ser rêya Wan-Elbakê 3 wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk kirin hedef. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî hate îmhakirin û 2 wesayîtên zirxî yên Kobra jî hatin derbekirin. Di vê çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

3 WESAYÎTÊN ZIRXÎ TEVÎ 16 LEŞKERAN HATIN ÎMHAKIRIN

Di 6’ê Tîrmehê de li nêzî Pira Nergûşa ya Şemzînanê ya Colemêrgê gerîlayan li konwoyeke leşkerên Tirk dan.

Di heman rojê de gerîlayan li wesayîteke leşkerî dan a ku di navbera qereqola Sêrê Sêvê û Erîşê ya Çelêya Colemêrgê de bû. Di van her du çalakiyan de 3 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin û 16 leşker jî hatin kuştin.

DI OPERASYONA ZAPÊ DE 142 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê diyar kir ku operasyona dagirker a artêşa Tirk a ku dixwest Zapê dagir bike di 8’ê Tîrmehê de bi paş ve hate kişandin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Di 16’ê Hezîranê de saet di 21.45’an de operasyona artêşa Tirk a ku dixwaze Qela Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr, Girê Şehîd Xeyrî û dora gundê Gijnê yên li Başûrê Kurdistanê dagir bike, rastî berxwedana gerîlayên me hat.

Li dijî balefirên şer, helîkopter, fuze û topan hêzên me yên li qadê bi biryardarî û îradeyeke mezin li çeperên dijmin dane. Artêşa Tirk a dagirker her carê hêzên xwe guherandiye lê dîsa jî li hemberî berxwedana gerîlayên me nikaribûye bi pêş ve biçe.”

Di bîlançoya çalakiyê de ya ku artêşa Tirk têk çû, di 69 çalakiyan de 142 leşker hatin kuştin, 18 leşker jî birîndar bûn. Di van çalakiyan de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û 2 helîkopterên Skorsky hatin derbekirin.

LI ŞEMZÎNANÊ 20 JÊ JOH, 29 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 8’ê Tîrmehê de artêşa Tirk li qada Xapûşkê ya Şemzînanê operasyonek li dar xist û gerîlayên YJA-STAR’ê li van leşkeran da û li vê derê 9 leşker hatin kuştin.

Gerîlayan di 9’ê Tîrmehê de li nêzî taxa Êlde ya Şemzînanê 2 wesayîtên zirxî yên Ejder kirin hedef û li vê derê 9 leşkerên JOH’ê kuştin. HPG’ê diyar kir ku bi îmhakirina wesayîteke din a Ejder a ku ji qereqola Şapatanê diçû taxa Meydanê ya Şemzînanê 11 leşkerên JOH hatin kuştin.

LI GEVERÊ 12 POLÎS HATIN KUŞTIN

Di 9’ê Tîrmehê de gerîlayan li Gevera Colemêrgê benda polîsan kirin hedef û ragihand ku li vê derê 12 polîs hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne. Di çalakiyê de TOMA’yek jî hate îmhakirin.

LI DERSIMÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ POLÎSÊN SIVÎL

Li Dersimê li dijî wesayîteke Gerînendetiya Emniyetê ya Pilumurê gerîlayan di 8’ê Tîrmehê de çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Ev çalakî li ser rêya Erzinganê hate lidarxistin û di vê wesayîta hate îmhakirin de 4 polîsên sivîl hatin kuştin.

WESAYÎTA CEBILXANEYÊ TEQIYA, 16 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 13’ê Tîrmehê de gerîlayan li dijî konvoyeke ku ji Colemêrgê diçû Çelê çalakiyek li dar xistin. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de wesayîta ku cebilxane bar dikir, hatiye teqandin û ji ber teqandinê agir bi wesayîtên din jî ketiye. Di heman demê de di vê çalakiyê de wesayîteke Kîrpî jî hate îmhakirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 16 leşker hatine kuştin û 14 leşker jî birîndar bûne.

LI ŞEMZÎNANÊ 22 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 14’ê Tîrmehê de saet di 17.30’an de 3 wesayîtên transît ên artêşa Tirk a ku ji qereqola Bedevê diçû qereqola Bêzelê di Geliyê Şehîd Silav de bû hedefa gerîlayan. Li vê derê transîtek îmha bû û 10 leşker hatin kuştin.

Di 15’ê Tîrmehê de jî li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Genîş ê Şemzînanê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 12 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

LI ÇELÊ Û BAJÊRGÊ 18 JOH Û 34 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 16’ê Tîrmehê de gerîlayan li qada Kanî Orê ya Çelê konwoyeke leşkerî ya artêşa Tirk kir hedef û li vê derê wesayîteke zirxî ya Kîrpî îmha bû û ya din jî agir pê ket. HPG’ê ragihand ku di vê çalakiyê de 16 leşkerên Tirk hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Di 17’ê Tîrmehê de jî gerîlayan li Bajêrgeya bi ser Colemêrgê di navbera gundên Bilindbasan û Soryayê de 2 wesayîtên transît ên JOH’ê kirin hedef û her du wesayît îmha kirin. Di vê çalakiyê de 18 leşkerên JOH’ê hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

LI OSMAYINA SABOTAJ

20’ê Tîrmehê trêne balhilgir a ku cebilxana ji artêşa Tirk re li Duzîçî ya Osmaniyê dibir bû hedefa gerîlayan. HPG’ê diyar kir ku di encama vê çalakiya sabotajê de ziyaneke giran li trênê bûye.

DI DU ROJAN DE 9 ENDAMÊN JOH’Ê Û 29 LEŞKER HATINE KUŞTIN

22’yê Tîrmehê konvoyeke leşkerî ku ji  Colemêrg Geverê ber bi Şemzînanê ve diçû bû hedefa gerîla. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de, ku çalakî di navbera  taxên Êldê û Meydanê yên Şemzînanê de çêbû, 1 wesayita zirxî hatiye rûxandin, 9 endamên JOH’ê hatine kuştin.

Heman rojê li Colemêrg Çelê, li mintiqeya Mêrganişê çalakiyek hate kirin û di encamê de 5 leşker hatin kuştin.

23’yê Tîrmehê li Colemêrg, di navbera Şemzînan û Geverê de konvoyeke leşkerî ya Tirk ku ji 40 wesayitî pêk dihat bûye hedefa gerîla. Di navbera gundên Pagê û Miçîçê de gerîlayan li hemû wesayitan reşandiye, 1 wesayita zirxî ya kirpî bi temamî hatiye rûxandin.  Di vê çalakiyê de ku artêşa Tirk ne li benda çalakiyeke wiha bû 15 leşker hatin kuştin.

LI HEREKOLÊ OPERASYONA ŞOREŞGER

26’ê Tîrmehê gerîlayan li dijî leşkerên Tirk ku li Herekolê ya Sêrtê derketibûn operasyonê çalakiyek kirin. HPG’ê diyar kir ku di encamê de 9 leşker hatine kuştin û gelek muhîmmatên leşkerî hatine bidestxistin.

LI BAZIDÊ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

30’ê Tîrmehê li Agirî Bazidê li navbera gundê Kulê û Demîrkapi wesayiteke ku tîmên taybet û îstîxbarat hebû çalakiyek hate kirin. Di dema çalakiyê de yekîneyeke xef a li araziyê jî xwest ku mudahele bike. Gerîla wesayit rûxandin û bi rengekî serkeftî derb lê hate xistin. HPG’ê diyar kir ku di encamê de 10 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

LI FARQÎN, LICÊ Û ÇELÊ 27 LEŞKER HATIN KUŞTIN

31’ê Tîrmehê li Colemêrg Çelê konvoyeke leşkerî bû hedefa gerîlayna, HPG’ê diyar kir ku 2 wesayitên bi tîpa kirpî hatine rûxandin û 15 leşker hatine kuştin.

HPG’ê diyar kir ku heman rojê li Farqînê ya Amedê li dijî yekîneyeke xef a artêşa Tirk çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 5 leşker hatine kuştin. Her wiha li qada Sîsê ya Licê jî li dijî yekîneyeke xef çalakiyek hate kirin û di encama vê çalakiyê de jî 7 leşker hatine kuştin.

TEBAXÊ 276 LEŞKER-POLÎS HATIN KUŞTIN

Meha Tebaxê jî şer bi hemû giraniya xwe dom kir. Li dijî operasyonên dagirkirinê yên artêşa Tirk çalakiyên gerîla bi taktîkên dewlemend berdewam kir û gelek derbên giran li artêşa Tirk xistin. Meha Tebaxê gerîlayan 113 çalakî hatin kirin û HPG’ê ragihand ku di encama şer û çalakiyan de 276 leşker, polîs hatine kuştin. Hin çalakiyên meha Tebaxê wiha ne:

SABOTAJA LI HELÎKOPTÊRÊ

4’ê Tebaxê li Colemêrg  Çelê li girê Bermêşa ya Koordîne artêşa Tirk xwest ku bi helîkoptêrên skorsky leşkerên Tirk deyne, gerîlayan çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyan gerîlayên YJA Stare de 10 leşker hatin kuştin.

LEŞKERÊN KU DERB XWARIN ÊRÎŞ BI SER GUNDIYAN DE DIBIRIN

5’ê Tebaxê li Şemzînanê, li Dola Apociyan li dijî yekîneyeke xef a artêşa Tirk ku derketibûn operasyonê çalakiyek hate kirin, di encama çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin û 5 leşker birîndar bûn. Leşkerên Tirk ku ji gerîlayan derb xwrain, li Şapatan, Bêtkarok, Bêtto, Eldê û Meydanê bi ser malan de girtin, dijûn li gundiyan kirin û nêzî 100 Kurdistanî binçavk irin. Leşkeran li taxan bax û baxçeyên gel şewitandin.

LI ÇELÊ 19 LEŞKER HATIN KUŞTIN

7’ê Tebaxê li Colemêrg Çelê çalekiyek li dijî konvoyeke leşkerî ji hêla gerîlayan ve hate kirin. Di çalakiya sabotajê de ku li nêzî gundê Maymûka çêbû wesayita zirxî hate rûxandin, 12 leşker hatin kuştin û 3 leşker birîndar bûn.

13’ê Tebaxê li Çelê, li nêzî Qela Merganişê li dijî leşkerên Tirk gerîlayan çalakiyek kirin û HPG’ê ragihand ku di encama öçalakiyê de 7 leşker hatine kuştin.

LI TRABZON MAÇKAYÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Çalakiyên gerîla roj bi roj bela bûn û li derveyî Kurdistanê jî çalakî hatin kirin. 11’ê Tebaxê li Maçka ya Trabzonê li nêzî gundê Aydinlar li dijî yekîneyeke xef a artêşa Tirk gerîlayan çalakiyek kirin. Di encamê de efeserek û 4 leşker hatin kuştin, 1 leşekr birîndar bû.

ÇALAKIYA DI SALVGERA 15’Ê TEBAXÊ DE BI DRONE HATE TOMARKIRIN

Destpêka şerê gerîla yên li Kurdistanê 15’ê Tebaxê li gelek deverên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk çalakî hatin kirin, ji van çalakiyan ya herî karîger li Şirnexê pêk hat. Bi çalakiya li qada Bestayê gerîlayan bi navê Şehîd Serdem-Şehîd Nûdem pêngaveke nû ya şoreşger dane destpêkirin. Di nav çarçoweya pêngavê de li Besta, mintiqeya Deriyê Beroj çalakî hatin kirin û 6 leşker hatin kuştin. Di çalakiyê de gelek malzemeyên leşkerî ketin destê gerîla. Ev çalakî bi Dronê hate tomarkirin û wiha gerîla bi belgekirina şer gaveke nû avêt.

DI 3 ÇALAKIYAN DE 14 LEŞKER HATIN KUŞTIN

19’ê Tebaxê li Dersimê, li girê Şahîd li dijî leşkerên Tirk gerîlayan çalakiyek kirin û di encamê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker birîndar bûn.

22’yê Tebaxê li Geverê, li dijî wesayiteke ku alîkariya leşkerî dibin ji leşkerên ku li gir parastina tabûra Wargenima dikirin û di encamê de wesayit bi temamî hate rûxandin, 7 leşker hatin kuştin û 6 jê birîndar bûne.Heman rojê li Bazidê ya Agirî li dijî leşkerên Tirk ku li qada Kirê Halac derketibûn operasyonê gerîlayan çalakiyek kirin û di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

DI 24 SAETAN DE 24 LEŞKER HATIN KUŞTIN

22’yê Tebaxê li Gever a Colemêrgê li nêzî gundê Şemaşê li dijî konvoyeke leşkerî gerîalyan çalakiyek kirin û di encama çalakiyê de 20 leşker hatin kuştin, 10 jê birîndar bûn.

Heman rojê li Şirnex gundê Avkamaasiyan li dijî yeîneyeke leşker çalakiyek hate kirin û 1 kontra hate kuştin.

Heman rojê li Elbakê ya Wanê çalakiyek hate kirin, gerîlayên ku qereqola Guzeldere kirin hedef di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker birîndar bûn.

ÇALAKIYA KBDH’Ê

28’ê Tebaxê KBDH’ê (Tevgera Yekbûyî ya Şoreşger a Jinan) li Gever a Colemêrgê, li dijî konvoyeke leşkerî ku ji Wargenima diçû Colemêrgêr çalakiyek pêk anîn û di encamê de 15 leşker hatin kuştin.

31’ê Tebaxê şervanên KBDH’ê li Çelê çalakiyek kirin û di encamê de 15 leşkerên Tirk hatin kuştin.

KONTRAYÊ BERPIRSÊ TÎMA ‘HANÇER’ HATE KUŞTIN

HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi çalakiya gerîla ya 31’ê Tebaxê yek ji damezirînerê Tîma Hançer ku ev 20 sal in xebatên kontra dike yê bi navê kod Miho Ripînî, Mehmet Paksoy hatiye kuştin. HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku berpirsê Tîma Hançer ê bi navê kod Miho Ripinî, Mehmet Paksoy li Botanê destê di şehîdbûna gelek gerilayan de, mirovên welatparêz de hebûye û her wiha di her serdemê de bûye bûye ajanê bi qedro yê dewletê.

ÎLONÊ HEWLDANA OPERASYONA DERSÎNOR

Bi payizê de şerê li Kurdistanê berdewam kir. Artêşa Tirk li Kurdistanê li gelek deveran operasyonê xwe domandin. Yek ji hedefa van operasyonên artêşa Tirk jî Başûrê Kurdistanê jî komkujiya sivîlan bû. Li dijî operasyon û komkujiyan gerîlayan 111 çalakî kirin û 241 leşker-polîs hatin kuştin. Hin çalakiyên meha Îlonê wiha bû:

PÊNGAVA ŞOREŞGER, QONAXA 2.

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan li çiyayên Zap-Zagrosê, qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş dane destpêkirin, ku pêngav 8’ê Hezîranê dest pê kiribû. Bi qonaxa duyemîn a Pêngavê re çalakiyên gerîla dom kirin. HPG’ê diyar kir ku 2’yê Îlonê li Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk ku li Şapatan û Seraro derketibû operasyonê çalakî hatiye kirin û di encamê de 2 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Heman rojê gerîlayan li Geverê, li girê Sîser li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hijmara leşkerên ku hatine kuştin zelal nebûye.

6’ê Îlonê li Çelê li dijî leşkerên li girê Şehîd Colemêrg çalakî hate kirin û  di encamê de 8 leşker hatin kuştin.

NAVENDA TÎMÊN TAYBET BI ÇALEKIYEKE FEDAYÎ HATE RÛXANDIN

10’ê Îlonê gerîlaya YJA-Starê Têkoşîn Amed (Zelal Kartal ) li Licê ya Amedê çalakiyeke fedaî pêk anî. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, di çalakiya dijî qereqola Angolê de 12 leşker hatin kuşin û 55 leşker birîndar bûne.

SÎHA Û F-16 GELEK SIVÎL KUŞTIN

Artêşa Tirk tola derbên ku ji gerîla xwarî ji sivîlan hilanî. Artêşa Tirk di her fersendê de sivîl kirin hedefa xwe. Yek ji van bûyeran ew bû ku 19’ê Îlonê artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê, li bajarokê Şeladizê gundiyên ku diçûne ser rez û baxçeyên xwe kire hedefa xwe û di encama êrîşên SÎHA û F-16 ên artêşa Tirk de 10 gundî hatin kuştin.

LI DIJÎ KOMKUJIYA SIVÎLAN ÇALAKIYÊN TOLHILDANÊ

Gerîlayan li dijî komkujiya sivîlan gelek çalakî krin. Çalakiya pêşî 21’ê Îlonê li Geverê ya Colemêrgê li dijî konvoyeke leşkerî bû, gerîlayan li navbera Yekmale Jor û Binyasêvê konvoyeke leşkerî kir hedef, di encamê de gelek wesayitên leşkerî hatin rûxandin û 10 leşker hatin kuştin.

23’yê Îlonê konvoyeke ku ji Geverê ber bi qada Oramarê ve diçû, li navbera gundên Berdereş û Serangelê gerîlayan konvoy kir hedefa xwe, di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin.

Heman rojê çalakiyeke dî li mintiqeya Kanî Orê ya Çelê li dijî konvoyeke leşkerî çêbû û HPG’ê ragihand ku di vê çalakiyê de 10 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

OPERASYONA KU DERB XWARÎ VEKIŞIYA

Artêşa Tirk ku 21’ê Îlonê li Bazidê ya Agiriyê li dijî qada Demîrkapi operasyona dagirikirinê dayî destpêkirin li pêşberî xwe di nav çarçoweya pêngava şoreşger de berxwedaniyeke berfireh a gerîla dît. Di çalakiyên 21-23’yê Îlonê de, di 4 çalakiyan de 4 jê suîkastvan, 19 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Artêşa Tirk a ku li pêşberî gerîla neçar mayî 23’yê Îlonê piştî derbên giran vekişiya.

OPERASYONA DAGIRKIRINA BARZANÊ

27’ê Îlonê artêşa Tirk kete xaka Başûrê Kurdistanê û operasyona bi hewldana dagirkirinê da destpêkirin. Li mintiqeta Girê Xwedê li dijî operasyona ku leşker lê hate danîn gerîlayan berxwedaniyeke mezin nîşan dan. Gerîlayan nehiştin ku leşker werin daxistin, di çalakiyan û şer de gelek leşker hatien kuştin û gelek birîndar bûn.

LI AGIRÎ 69 LEŞKER HATIN KUŞTIN

27’ê Îlonê li Bazidê ya Agiriyê artêşa Tirk bi gelek leşekr û kontra li qada Demîrkapi operasyon da destpêkirin, 28’ê Îlonê derb li helîkoptera artêşa Tirk xistin ku helîkoptêran hewl dan ku bikevin qada operasyonê. Bi berdewamia şer li Kirê Gundê Tirkmenan yekîneyeke leşker kete ber hedefa gerîlyan. 29’ê Îlonê li dijî leşkerên ku xwestin bikevin qada Şehîd Navdar gerîlayan çalakiyek kirin, gerîlayan heman rojê 9 çalakî kirin û derbên giran li artêşa Tirk xistin. Heman rojê li Deşta Burno Rûto gerîlayan li dijî konvoya leşkeran çalakiyek kirin. 30’ê Îlonê Demîrkapi ku jê obûs û hawan dihatin avêtin bû hedefa gerîla û di bîlançoya 4 rojan de HPG’ê diyar kir ku 69 leşker hatin kuştin û 44 leşker birîndar bûn.

Fermandariya Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê hêza eyaletê ya Serhedê pîroz kir û got ‘‘ne ku tenê derba giran a salê li dijmin xistine her wiha derxistiye holê ku şerê psîkolojîk ê dijmin çendî derew e jî.’’

MEHA COTMEHÊ 467 LEŞKER, POLÎS HATIN KUŞTIN

Bi Cotmehê re operasyon û şer zêde bû. Her çendî AKP’yî  tevahiya salê soz didan ku gerîla biqedînin jî bîlançoya Cotmehê nîşan dide ku gerîla li dijî leşkerên Tirk çendî hêzeke karîger e. HPG’ê bi daxuyaniyên rojane bal dikişand ser wê ku Cotmehê 145 çalakî hatine kirin û di encamê de 467 leşker, polîs hatine kuştin, 2 kobra û 1 skorsky derb xwariye. Di meha Cotmehê de hin çalakiyên gerîla yên ku derketin pêş wiha ne:

LI BARZAN, AGIRÎ Û GEVERÊ 24 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li dijî operasyona dagirkirina herêma Barzanê ya artêşa Tirk meha Cotmehê jî çalakiyên gerîlayan dom kirin. Gerîlayan 2’ê Cotmehê bi ser girê Bayra de girtin û 5 leşker kuştin.

2’yê Cotmehê li Bazidê ya Aigiriyê li dijî wesayiteke ku leşker a tabûra Tûjik çalakiyek hate kirin û di encama çalakiya sabotajê de 10 leşker hatin kuştin.

4’ê Cotmehê li Gever a Colemêrgê li qereqola Şuwê gerîlayan çalakiyeke sabotajê kirin û di encamê de 9 leşker hatin kuştin û 4 leşker birîndar bûn.

15 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

5’ê Cotmehê li Bazidê ya Agirî li dijî otobûseke ku tîmên taybet tê de bûn, li mintiqeya Gurbulakê çalakiyek ji hêla gerîlayan ve hate kirin û di encama çalakiyê de otobûs bi temamî hatiye rûxandin, 15 tîmên taybet hatine kuştin û 20 ji wan birîndar bûne.

DI 3 ROJAN DE 37 LEŞKER HATIN KUŞTIN Û 1 KONTRA HATE KUŞTIN

7’ê Cotmehê li Bazidê ya Agirî gerîlayan bi ser tabûra Tûjik de girtin û di encamê de 8 leşker hatin kuştin.

8’ê Cotmehê gerîla ketin Tepê Xwedê yê Barzanê, di encama çalakiya gerîlayan de 11 leşker hatin kuştin.

8’ê Cotmehê li Qela Perîxanê li dijî leşkerên Tirk gerîlayan çalakiyek kirin û di vê çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin.

9’ê Cotmehê gerîlayên YJA Starê li Barzanê hêza operasyonê dane ber xwe, di çalakiya Adilbehê de 8 leşker hatin kuştin û 1 kontra hate kuştin.

LI DERSIMÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

13’ê Cotmehê li Dersimê li nêzî gundê Kale Kundir li dijî yekîneyeke leşkerê Tirk gerîlayan çalakiyek kirin û 5 leşker hatin kuştin, 1 leşker birîndar bû.

LI XEREGOLÊ DU DU ROJAN DE 49 LEŞKER HATIN KUŞTIN

16’ê Cotmehê artêşa Tirk li Çelê ya Colemêrgê, li qada Xeregolê operasyona dagirkirinê da destpêkirin. Gerîlayan bi çalakiyan bersiv da vê operasyonê, di heman rojê de, di 7 çalakiyan de 31 leşker hatin kuştin û 3 leşker birîndar bûne.

17’ê Cotmehê jî li Xeregolê gerîlayan 3 çalakî kirin û di encamê de 18 leşker hatin kuştin, 6 leşker birîndar bûn.

LI ŞÎRVANÊ 11 LEŞKER HATIN KUŞTIN

14 û 16’ê Cotmehê li Şîrvanê li dijî leşkerên Tirk çalakî hatin kirin. 14’ê mehê li dijî wesayiteke transît çalakiyek hate kirin û 8 leşker hatin kuştin, 7 leşker birîndar bûne. Her wiha 16’ê Mehê jî li gundê Sevê û Îkambo li dijî yekîneyeke xef çalakî hate kirin û 4 leşker hatin kuştin, gelek leşker birîndar bûn.

LI XEREGOLÊ 32 LEŞKER HATIN KUŞTIN

20’ê Cotmehê li Çelê ya Colemêrgê, li qadên operasyonê ya Xeregolê şer berdewam kir. Li Xeregolê ku balafirên şer bê navber bombe lê direşand artêşa Tirk xwest ku bi helîkoptêra skorsky leşker deyne lê gerîlayan çalakiyek kirin û di encamê de 11 leşkerên ku dixwestin ji bejahiyê ve bi pêş ve biçin ji nêz ve hatin kuştin.

Heman rojê yekîneyeke dî ya leşker hewl da ku bi bejahiyê bikeve Xeregolê û vê carê di şer de 14 leşker hatin kuştin.

Cara sêyan jî gerîlayan çalakiyeke li dijî artêşa Tirk kir û vê carê jî 6 leşker hatin kuştin.

Leşkerên Tirk li djî çalakiyên gerîla nezanîn ku çi bikin, careke dî hewl dan ku bi pêş ve biçin lê gerîla dîsa çalakiyek li dij leşkerên Tirk kir û 1 leşker hate kuştin.

LI MÊRSÎNÊ 10 POLÎS HATIN KUŞTIN

17’ê Cormehê li Mêrsînê, li Xaçerêya Dîkenlî ya Okan Mezercî li dijî wesayiteke polîsan çalakiyeke sabotajê hate kirin, di encamê de diyarbûyî 10 polîs hatin kuştin û 19 polîs birîndar bûn. Çapemeniya AKP’ê got 12 polîs birîndar bûne û weke her demê xwest ku rastiyan veşêre.

LI BARZAN Û ESENDERE 1 SERHENG Û 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

19’ê Cotmehê li Barzanê gerîlayan li dijî leşkerên ku derketibûn operasyona dagirkirinê çalakiyek kirin û di encamê de 6 leşker hatin kuştin, gelek ji wan birîndar bûn.

Heman rojê gerîlayan li Gever a Colemêrgê li dijî konvoyeke leşkerî ya ku bi ser rêya Esendere de diçû çalakiyeke sabotajê kirin û di encamê de 1 serheg, 2 leşker hatin kuştin.

Li SAMANDAGÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ FERMANDARIYA EWLEHIYA PERAVÊ

Heman rojê li Hatay Samandagê gerîlayan li dijî Fermandariya Ewlehiya Peravê çalakiyek kirin û di encama çalakiyê de kûlbeya nobetê, bota ewlehiya peravê hate îmhakirin û 3 leşker hatin kuştin.

LI GEVER Û ŞEMZÎNANÊ 18 LEŞKER HATIN KUŞTIN

20’ê Cotmehê li Gever Colemêrgê li Qela Perîxanê gerîlayan li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirin û di encama çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin, 6 leşker birîndar bûn.

26’ê Cotmehê li Şemzînanê, li qada Govendê li dijî yekîneyeke xef a leşkerna gerîlayna çalekiyek kirin û di encama çalakiyê de 10 leşker hatin kuşin, 3 birîndar bûn.

LI AMEDÊ DI DU ÇALAKIYAN DE 16 LEŞKER HATIN KUŞTIN

27’ê Cotmehê li Licê ya Amedê li dijî leşkerên Tirk lu li nêzî gundê Hindêsê derketine operasyonê çalekiyek hate kirin û di encamê de 8 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li Hezro ya Amedê, li dijî leşkerên ku derketibûn operasyona Berbûşê gerîlayan çalakiyek kirin û 8 leşker hatine kuştin, 4 leşker birîndar bûne.

LI COLEMÊRGÊ 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

30’ê Cotmehê li Gever a Colemêrgê gerîlayan li dijî yekînyeke leşkerî ya artêşa Tirk ku ber bi girê Baye ve diçûn çalakiyek kirin, di çalakiyê de mekîneyeke kar derb xwar û 8 leşker hatin kuştin.

Heman rojê yekîneyek leşker ku dixwest mudahele li qada çalakiyê bike jî derb xwar û gerîlayan di vê çalakiyê de li wesayiteke leşkerî xistin, 2 leşker hatin kuştin.

31’ê Cotmehê gerîlayan li Şemzînanê, li qada Govenê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kir û 5 leşker hatin kuştin.

MEHA MIJDARÊ JI BO ARTÊŞA TIRK BÛ MEHA DERBXWARINÊ

Meha Mijdarê Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu dîsa digot ew ê gerîla tine bikin. Vê carê heta 20’ê Mijdarê temen dabû. Meha mijdare di 35 çalakiyên gerîla de 98 leşker û polîs hatin kuştin û gerîla wiha bersiv dane Soylu.

Li gorî daxuyaniyên HPG’ê çalakiyên ku miha Mijdarê derketin pêş wiha ne:

LI ÇEMANÊ ÇALAKIYEK ŞOK: 21 KUŞTÎ

2’yê Mijdarê li Şemzînan a Colemêrgê bi hevdemî li dijî qereqola Çeman, Begijne û Bêlûta çalakî hatine kirin, di encamê de 2 jê qorîcî, 19 leşker hatine kuştin.

10 LEŞKER Û 2 KONTRA HATIN KUŞTIN

4’ê Mijdarê li Adilbeg a Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk ên li girê Koordîne çalakiyek hate kirin, di encama çalakiya gerîlayan de 3 leşker hatin kuştin. Heman rojê li li dijî leşkerên girê Petrût ê Çelê jî çalakiyeke sabotajê hate kirin û 1 leşkerê Tirk hate kuştin.

7’ê Mijdarê li Şirnexê, li nêzî gundê Avkamasiya li dijî leşkerên ku derketine operasyonê çalakiyek hate kirin û 2 kontra li vir hatin kuştin.

6’ê Mijdarê li dijî hêza operasyonê ya artêşa Tirk li qada Bestayê çalakiyek hate kirin, di çalakiya Girê Sevo de 2 leşker hatin kuştin.

12’ê Mijdarê gerîla li Girê Sevo dîsa çalakiyek kirin û di encamê de 8 leşker hatin kuştin.

LI BAZIDÊ 10 POH Û 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

10’ê Mijdarê li dijî otobûseke ku tîmên taybet tê de bûn ku ji Bazidê çûne deriyê sînor ê Gurbulukê gerîlayan çalakiyek kirin û di encamê de 10 endamên POH’ê hatine kuştin.

17’ê Mijdarê gerîlayan li nêzî qereqola Serêkaniyê ya Bazidê konveyeke leşkerên Tirk kire hedef û di encama vê çalakiyê de 1 wesayita teor bi temamî hate rûxandin, 10 leşker hatin kuştin.

17’ê Kanûnê li Bazidê çalakiyeke duyem ji hêla gerîlayan ve hate kirin, li dijî leşkerên li girê Veday Ozkaya çalakiyek hate lidarxistin di encamê de 1 jê fermandarê gir, 5 leşker hatin kuştin.

LI GEBAR, ŞEMZÎNAN Û ÇELÊ 17 LEŞKER HATIN KUŞTIN

16’ê Mijdarê li girê Koordîe yê Adilbeg ê Şemzîan Colemêrgê di çalakiya gerîlayan de 1 jê bi rûtbe 9 leşker hatin kuştin û gelek malzemeyên leşkerî ketin destê gerîlayan.

16’ê Mijdarê jî li Gabarê li dijî leşkerên Tirk ên operasyonê çalakî hate kirin û 2 leşker hatin kuştin.

17’ê Mijdarê li Colemêrg Çelê, li girê Petrût li dijî leşkerên ku xebatên rê dikirin çalakiyek hate kirin û 2 leşker hatin kuştin, heman rojê gerîlayên YJA-Starê bi ser qereqola Girê ya Çelê de girtin û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

LI ÎDIR, ŞEMZÎNAN Û ÇELÊ 8 POLÎS Û 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

28’ê Mijdarê li hêzên gerîla li dijî leşkerên Tirk ên li Tepê Xwedê yê qada Adilbeg a Şemzînan Colemêrgê çalakiye kirin û 1 leşker hate kuştin, heman rojê bi ser girê Koordîne ya Çelê de çalakiyek hate kirin, 2 leşker hatin kuştin.

29’ê Mijdarê li navçeya Aralikê ya Îdirê bi ser tîmên taybet de ku ji qererola Şilê diçûne Kozilî çalakiyek hate kirin, wesayita transît bi temamî hate rûxandin, 8 polîs hatin kuştin.

Heman rojê gerîlan leşkerên girê Kozilî jî kirin hedef û 1 leşker di çalakiyê de hate kuştin.

29’ê Mijdarê li Şemzînan Colemêrgê, li dijî kepçeyeke li ber nîzameya girê Ronahî yê li Adilbehê çalakiyek hate kirin û 2 leşker hatin kuştin.

LI KANÛNÊ OPERASYONA DAGIRKIRINÊ

Di meha dawî ya salê de çalakiyên gerîla berdewam kirin. Bi Kanûnê re artêşa Tirk li xeta Şemzînanê li dijî Başûr tevgera dagirkirinê da destpêkirin, li dijî vê hewldanê gerîlayan bi çalakî bersiv dan, di çalakiyên Kanûnê de 28 çalakî pêk hatin û HPG’ê bi raya giştî re par ve kir ku di van çalakiyan de 47 leşker hatine kuştin. Bi giştî çalakiyên Kanûnê wiha ne:

LI ÇEMANÊ CEBILXANE HATE TEQANDIN

1’ê Kanûnê li Şemzînan a Colemêrgê li dijî qereqola Çemanê çalakiyek hate kirin, di çalakiyê de wesayiteke kobra a zirxî hate rûxandin, şewat li qerqolê derket û li cebilxaneyê belav bû. HPG’ê diyar kir ku cebilxane îmha bûye lê diyar kir ku hijmara leşkerên mirî ne zelal e.

LI BAZIDÊ RÊZE ÇALAKÎ

1-5’ê Kanûnê li Bazidê ya Agirî gerîlayan gelek çalakî kirin.

1’ê Kanûnê di navbera sînorê Îranê û Gilîdaxê ya kepçeyeke artêşa Tirk a ku li ser rê dixebitî hate îmhakirin, 2’yê Kanûnê jî wesayiteke kontra di navbera qereqolên Alîbeh û Şilê de hate tinekirin.

4’ê Kanûnê li dijî leşkerên li nêzî qereqola Tûjik çalakiyek hate kirin.

5’ê Kanûnê li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk li ser rêya qereqola Serêkaniyê çalakiyeke sabotajê hate kirin, wesayit li gel leşkerên ku tê de bûn hate îmhakiri. HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di van çar çalakiyan de tespîtbûyî 7 leşker û 1 kontra hatine kuştin.

LEŞKERÊN KU TÎMA ÎRANÊ KUŞTIN, XWESTIN BÛYERÊ LI SER GERÎLA BIHÊLIN

4’ê Kanûnê li Bazidê ya Agirî piştî çalakiya li dijî qereqola Tûjikê ku 7 leşker hatibûn kuştin, artêşa Tirk xwest ku êrîşê bîne, leşkerên Tirk ku li ser sînor 7 leşkerên Îranê kuştin xwestin ku bûyerê li ser gerîla bihele, HPG’ê diyar kir ku derbarê bûyerê lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin û got êrîşa ku pê 1 leşkerê Îranê hatî kuştin û 2 muhendîs birîndar bûen ji hêla leşkerên Tirk ve hatiye kirin. Bi vê re derewên hikûmeta AKP’ê û çapemeniya wê ya şerê taybet derketibû holê.

DI ÇALAKIYAN DE 18 LEŞKER HATIN KUŞTIN

7’ê Kanûnê li Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqolên Çepera Şêxa û Tepê Sor du çalakî hatin kirin, di encamê de 5 leşker hatin kuştin û gelek mewzî û kûle hatin îmhakirin.

11’ê Kanûnê li Gire Xwedê yê Adilbeh a Şemzînana Colemêrgê li dijî artêla Tirk çalakiyek hate kirin, di encamê de 6 leşker hatine kuştin,1 çeka BKC li gel zincîr û guleyên wê hate bidestxistin.

11’ê Kanûnê li Gabarê ya Şirnexê li dijî leşkerên ku derketibûn operasyonê çalakiyek hate kirin, di çalakiya sabotajê de 3 leşker hatin kuştin.

13’ê Kanûnê li Gabarê li dijî hêza operasyonê ya artêşa Tirk çalakiyeke dî hate kirin, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 1 leşker birîndar bû û artêşa Tirk heman rojê hêza xwe kişand.

18’ê Kanûnê li Bazidê li dijî qereqola Serêkaniyê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyeke suîkastê hate kirin û  2 leşker hatin kuştin.

LI DIJÎ OPERASYONA DAGIRKIRINÊ DARBE

Artêşa Tirk 14’ê Kanûnê ji Şemzînanê ya Colemêrgê sînorên Başûrê Kurdistanê bezand û operasyoneke dagirkirinê da destpêkirin. Gerîla li dijî vê operasyona dagirkirinê ya li Tepê Sîro, Geliyêreş, Kanîreş û Bermizê yên Diyaneyê 25’ê Kanûnê du çalakî pêk anîn û di encamê de HPG’ê diyar kir ku 15 leşker hatin kuştin.

LI ÇELÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

28’ê Kanûnê li Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk, li dijî leşkerên li Petrût, Xerebolg û girê Koordîne çalakiyek hate kirin, HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 7 leşker hatine kuştin, 2 birîndar bûne û helîkoptêreke skorsky derb xwariye.