Bîlançoya hefteya dawî ya Pêngava Xezeba Firatê hat eşkerekirin

Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, bîlançoya şerê hefteya dawî ya pêngavê eşkere kir. Fermandariyê li ser rewşa dawî ya li herêmên Reqa û Dêra Zorê agahî da.

Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bîlançoya hefteyekê ya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê eşkere kir.

Daxuyanî li biryargeha giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li bajarê Hesekê ji aliyê Berdevka Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hat dayîn. Di dema civîna çapemeniyê de Fermandarê Xezeba Firatê Dijwar Xebat, Fermandara YPJ'ê Dilbirîn Kobanê û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewle amade bûn. Civîn ji aliyê nûnerên gelek saziyên çapemeniyê yên herêmî û cîhanî ve hat şopandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êdî qutkirina hemû rêyên Reqqayê nêzîk bû ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke ku tê zanîn, bi komên xwe yên cuda em pêngava rizgarkirina gundên Reqqa  û Dêra Zorê didomîne û soz me dane gelê xwe pêk tînin. Hêzên me derbên tinekirinê li terorîstan dixin, ku wan li Sûriyeyê tine bikin. Em berxwedana hêz, şervan û fermandarên xwe ya ji rizgarkirina gel ji terorîstan û tarîtiyê silav dikin. Bi vê munasebetê em hemû şehîdên xwe yên nemir û bi taybet Şehîdên gava duyemîn a Qonaxa Sêyemîn ya Pêngava Xezeba Firatê û di serî de Şehîd Xalid El-Ensarî bi rêzdarî bibîr tînin. Di heman demê de em spasiya gelê herêmê dikin, ku ji bo tinekirina terorê û alîkariya hêzên me dikin. Em spasiya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî Terorê ku alîkariya ezmanî û şêwirî dan hêzên me, dikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Hêzên me di kêmî hefteyekê de herêmeke berfireh ji gundewarên Reqa û Dêra Zorê bi lez ji çeteyan rizgar kirin. Hêzên me bi dehan gund û gundik ji bermahiyên çeteyan paqij kirin. Her wiha miqdarek mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî desteser kirin. Hêzên me alîkarî dan welatiyên ji gundên xwe derketibûn û wan li cihê bi ewle bi cih kirin. Tevî kêmaniya derfetan jî şervanên me li gorî îmkanan, alîkarî jiyanî dan gundiyan û ne hiştin gelê me yê sivîl ziyanê bibîne.

MIZGÎNÎ JI BO GELÊ REQA Û DÊRA ZOR

Wê pêngava me heta rêyên diçin Reqa qut bibin û bajar ji Dêra Zorê bi temamî were qutkirin bidome. Em mizgîniyê didin gelê xwe yê Reqa û Dêra Zorê re û ji wan re dibêjin ku serketin nêzîk bûye û wê teror tine bibe. Em soza xwe ji Şehîdên xwe û hevalên xwe re dubare dikin û dibêjin ku roja demokrasî, azadî û biratiya gelan nêzîk e.

Em kêfxweş dibin ku em bîlançoya hefteyekê ji hemeleya xwe bi raya giştî re parve bikin."

BÎLANÇOYA HEFTEYEKÊ

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya hefteyekê bi vî rengî ye:

Herêmek bi qasî hezar 762 km2 ji gundên Reqa û Dêra Zorê ji çeteyan hate rizgarkirin

18 gund û 34 gundik li Reqa û 46 gund û 177 gundik ji Dêra Zorê hatine rizgarkirin û ji bermahiyên çeteyan hatin paqijkirin.

172 çete hatin kuştin

Di şerê wê demê de 8 çete bi saxî ketin destê şervanê me

2 bargehên çeteyan ên amadekirina wesayîtên bombebarkirî û depoyek cebilxaneyê hatin ruxandin

Şervanên me 9 wesayîtên bombebarkirî, 6 wesayîtên leşkerî, 2 motorsîklet, 2 wesayîtên doçka li ser, 2 top û 3 balafirên keşfê rûxandin

Şervanên me 30 kleş, 11 şarjorên wê, 3 hezar guleyên wê û 3 rextên leşkerî, 24 bombebeyên destan, 1 berno, 1 çeka katyûşa tevlî 4 topên wê, 7 BKC tevlî 3 hezar û 250 guleyên wê û 206 zinxêr û 3 çenteyên wê, 7 RBC tevlî 31 guleyên wê, 30 heşweya wê, 2 çente, 2 doçkayên 14,5 tevlî 51 zincîrên wan, 500 guleyên wan, 1 doçka 12,5 tevlî zincîrek wê û 150 guleyên wê, 1 hawana 120 û 25 guleyên wê, 1 hawana 82, 1 hawana 62, 1 fûzaya germahiyê, dorbîneke şevê, 1 cîhazê dîjîtal, 17 çekên 12, 3 erebeyên leşkerî û motorsklêtek, desteser kirin.

10 ŞERVANAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di vê pêngavê de 10 şervanên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Her wiha 11 hevalên me birîndar bûn. Sersaxiyê ji malbatên Şehîdan re dixwazin û şifayê ji bîrndaran re hêvî dikin."