‘Bicihbûna PDK’ê ya li herêmê, gava yekem a Tirkiye ketina herêmê ye'

Welatiyên Zînî Wertê bicihbûna hêzên PDK’ê ya li herêma Zînî Wertê weke gava destpêkê ya ketina artêşa Tirk a dagirker a herêmê û dagirkirinê navçeyê ye.

Welatiyên devera Zînî Wertê, Dola Şawrê û gundên derdorî wê nerazîbûn nîşanî PDK’ê da ku hêzên pêşmerge li deverê bi cih kirine. Welatiyan diyar kiribûn ku berî bi çend rojan wan heyetek li ser navê herêmê şandibû gel hêzên PDK’ê yên li herêmê bi cih bûbûn, daxwaz ji wan kiribûn ku ji herêmê vekirşin. Dîsa daxwaz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku van hêzan ji herêma wan vekişînin. Welatiyan bicihbûna hêzên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ya li herêmê weke destpêkeke ya ketina qadê ya dewleta Tirk pênase dikin.

‘BILA HÊZ VEKIŞIN, NEBE SEDEMÊ BICIHBÛNA DEWLETA TIRK’

Welatiyê Darebene ya Dola Şawrê Rêbwar Îbrahîm diyar kir ku ew li dijî şandina hêzên PDK’ê ya li Zînî Wertê ye û got: “Em li dijî bicihbûna hêzên dewleta Tirk a li herêmê ne. Em naxwazin ev hêz li Zînî Wertê bi cih bibin. Daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku demek berî demekê vê hêzê vekişîne. Ev herêm herêmeke geştê ye, weke gelek deman nebe sedem ku dewleta Tirk li herêmê bi cih bibe.Em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin.”

‘HEBÛN VAN HÊZAN REWŞA HERÊMÊ XIRAB DIKE’

Welatıyê bi navê Geylan Mistefa yê ji Dolî Şawreyê diyar kir ku hebûna van hêzan a li herêmê dike ku hatin û çûna welatiyan asteng dibe û got: “Ev herêmê herêmek asayî ye. Em bi azadî li herêma Zînî Wertê digeriyan û diçûn geşt û seyranê. Lê niha rewş pir aloz bûye. Pêwîstiya me bi van hêzan nîne, em dixwazin ev hêz vekişin, herêm asayî bibe.”