Bi zimanê Tirkî xwe parast, lê heqê wergera Kurdî lê birîn

Li Amedê di doza sereke ya KCK’ê de dadgehê pereyên wergera Kurdî ku di nav 'lêçûnên darizandinê' de hatiye bicihkirin, li siyasetmedarên ku ceza xwarin birî.

Dadgehê biryar da ku Yûrdûsev Ozsokmenler a ku bi Tirkî parastina xwe kiribû, bi henceta ku 'bi Kurdî parastina xwe kiriye' cezaye pereyan ê wergera Kurdî lê birî.

Li Amedê, li Dadgeha Cezayê Giran ê 2. doza sereke ya KCK’ê hate dîtin. Dadgehê li 16 siyasetmedaran her yekê di  navbera 1 sal û 21 salan de ceza li siyasetmedaran birî. Biryara dadgehê ya bi berfirehî 11 hezar û 84 rûpel e. Dadgehê biryar da ku pereyê wergera Kurdî li siyasetmedarên ku ceza xwarin were birîn.

Di biryarê hate gotin lêçûnên dozê 238 hezar TL ye û lêçûnên ji bo wergera Kurdî jî bi tevahî 60 hezar TL ye. 

Yûrdûsev Ozsokmenler li gel ku bi Kurdî parastina xwe nekir jî cezayê 165 TL yê wergera Kurdî lê hate birîn.