BI DÎMEN

'Bi şêwaza Fermandar Egîd, em ê teqez bi ser bikevin'

Bi boneya Hefteya Qehremaniyê gerîllayan li Kerkukê merasîmeke bibîranînê li dar xistin. Fermandarê Eyaleta Mexmûr-Kerkukê Bawer Sîverek di merasîmê de axivî û got “Bi şêwaza Fermandar Egîd, em ê teqez bi ser bikevin.”

 

Li bajarê Kerkukê yê Başûrê Kurdistanê bi boneya Hefteya Qehremaniyê gerîllayan merasîma bibîranînê li dar xistin. Fermandarê Eyaleta Mexmûr-Kerkukê Bawer Sîverek, Raperîn Gabar, Selîm Zîlan, Nûxeyla Sîverek û bi dehan gerîlla beşdar bûn. Fermandar Bawer Sîverek axaftineke kurt kir û qala girîngiya Hefteya Qehremaniyê kir.

Bawer Sîverek bibîranîna fermandarê efsanewî Egîd dest bi axaftina xwe kir û got, “Di şexsê Fermandar Egîd de em ê bidin ser şopa şehîdan. Em ê layiqî keda wan bin. Di dîroka gelan de rojên taybet hene. Yek ji roja girîng a di dîroka me de jî şehadeta hevrê Egîd e. Dîroka me ya têkoşînê ya ku bi Kawayê hemdem Mazlûm Dogan dest pê kir, li Çiyayê Gebarê dewam kir.”

‘HEVAL EGÎD ALA BERXWEDANÊ LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ LI BA KIR’

Sîverek bal bir ser vê yekê ku Tevgera Azadiyê hefteya 21-28’ê Adarê wekî Hefteya Qehremaniyê îlan kiriye û got, “Bi sedsalan Kurdistan di bin piyê dagirkeran de, bêziman û bênasname maye. Li hemberî van tiştan ala berxwedanê ya heval Mazlûm ji zindana Amedê ji bo heval Egîd peyamek bû. Heval Egîd jî ev ala li çiyayên Kurdistanê bi cih kir. Û wî ev tişt kir giyanê berxwedanê û ji me re rojeke nû ava kir.”

Sîverek di dawiya axaftina xwe de got, “Di salvegera 31’emîn a şehadeta heval Egîd de, em fermandarê xwe heval Egîd bi rêzdarî bi bîr tînin. Li ser şopa Fermandar Egîd em ê xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.”

Merasîm bi sloganan bi dawî bû.