Bi ser mala girtî de girtin û pirsa girtî kirin!

Li Nisêbînê polîsan bi ser malekê de girtin, li kesê ku ev 3 sal in girtî ye, pirsîn!

Li Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan bi ser malekê de girtin û pirsa girtiyê bi navê Y.D kirin ku ev 3 sal in girtî ye. Wesayitên zirxî li taxa Firatê bi wesayitan mal dorpêç kirin, piştî ku kesî derî li wan venekir, ji baxçeyê dîwêr ketin malê. Polîsên ku cara pêşî tiştek nedîtin piştî ku dîsa hatin malê zarokê 14 salî dane ber pirsan.

ZAROK DANE BER PIRSAN

Polîsan piştre ji zarok pirsîn bê ka birayê wî Y.D li kû ye û dikarin li kû wî bibînin. Polîs piştî ku hîn bûn Y.D li girtîgehê ye piştî demekê ji mal derketine.

Y.D bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê û ‘sûcên medyaya sosyal’ 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birin û ev 3 sal in li girtîgehê ye.