Ji sedan zêdetir mal hilweşiyan, mirov mane di bin xirbeyan de

Di encama erdheja ku bi pileya 6.8 a li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê pêk hat de ji sedan zêdetir mal hilweşiyan, gelek kes mane di bin xirbeyan de.

Resedxaneya Kandîlliyê ragihand ku îro saet li dor 20.55'an li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdhej çê bûye û şideta wê 6.8 e. Her wiha tesîra erdhejê li Meletî, Semsûr, Dersim, Çewlig, Mêrdîn, Êlih û Amedê jî hat hîskirin. Piştî erd hejiya welatî ji mal û kargehên xwe derketin.

Hat diyarkirin ku li Sîvrîce, Xarpêt û Gezînê ji sedî zêdetir avahî rûxiyane û eglek welatî di bin kavilên avahiyan de mane. Piştî erdhejê ekîbên îtfaiye, ambulans û AFAD'ê sewqî bajêr û navçeyên wê hatin kirin. Ekîbmanên çûn deverên avahî rûxiyane, welatiyên di bin kavlan de mane derdixin.

Her wiha li navçeya Şankûş a Amedê jî gelek avahî texrîb bûne.

Ji ber teqîna gaza xwezayî ya yek ji avahiyên li ser Rêya Îstasyon a li navenda bajarê Xarpêtê ye ji ber erdhejê hilweşiyabû, teqînek pêk hat û şewat derket.

TÊKILDARÎ ŞIDETA ERDHEJÊ DAXUYANIYÊN CUDA

Resedxaneya Kandîlliyê têkildarî erdhejê daxuyaniyek da û şideta erdhejê weke 6.8 ragihand. Piştre daxist 6.5’an. Têkildarî erdhejê çapemeniya cîhanê weke 6.9 derbas kirin