‘Bi peymana Şengalê dixwazin destkeftiyên Kurdan tine bikin’

Berpirsa Meclîsa Şengal Neam Bedel û Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo yên nerazîbûn nîşanî peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê da, diyar kirin ku bi vê peymanê dixwazin destkeftiyên Kurdan tine bikin.

Nerazîbûnên li dijî peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê her diçe dorfireh û dewam dike. Li dijî peymanê ji 3’yê Kanûnê ve ji bo Asayîşa Êzidxanê çalakiya nobedê hatibû destpêkirin jî didome.

Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo li ser nerazîbûnên li dijî peymanê agahî da. Reşo diyar kir ku ji bo xwe biparêzin hêza xweparastinê avakirine û got: “Em dixwazin li Şengalê bi xweser û bi xwe li ser xwe biryar bigirin. Ev mafê me yê bingehîn e. Lê em dibînin hikûmeta Iraqê li ser navê me biryar dixwazin bigirin, li ser me li nav hev peymanan dike.”

Reşo wiha domand: “Hikûmeta Bexda û Hewlêr li dijî vê daxwaza me disekine. Ev jî dibe sedemê neheqî li Êzidiyan kirin. 6 sal in Êzidî bi xwe xwe rêve dibin. Heta niha dewletê ti alîkarî nekiriye. Hê jî gelek Êzidî nevegeriyane ser cih û warên xwe. Hikûmet bi vê peymanê dixwaze Êzidiyên heyî jî rû bi rûyê qetlîaman bibin. Li şûna gel biparêzin bi peymanê bêrê gel didin qetlîaman.

Bila bê zanîn ku çi bi serê vî gelî bê berpirsyar hikûmetên li hev kirine. Her biryara li derveyî vîna civaka Êzidî bê kirin, bila bê zanîn ku li dijî civaka Êzidî ye. Armanca esasî rû bi rû hiştina civaka Êzidî ya bi qetlîaman re ye. Em ti biryareke li derveyî vîna Êzidiyan qebûl nakin. Em ne Êzidiyên berê ne. Em jî dixwazin weke her gelekî li ser rûyê erdê bi awayekî azad û bi mafê xwe bijîn.”

Reşo bibîr xist ku ji ber qetlîaman Êzidî belavî cîhanê bû û êdî dixwazin li ser warê xwe azad bijîn. Reşo diyar kir ku divê guh bê dayîna daxwazên wan û got: “Daxwazên me daxwazên mirovî ne. Êzidî êdî naxwazin bên qirkirin. Tişta dixwazin li gorî hiqûqa navneteweyî û di hiqûqa Iraqê de jî mafên bingehînin. Di her du hiqûqan de jî tê gotin ku mafê gel heye ku xwe bi xwe birêve bibe. Daxwazên me ne daxwazên li dijî hikûmeta Iraqê ye. Daxwazên bi heq û mirovî ne. Ev daxwaz ne daxwazên cihêkirina Iraqê ne.

Me li Iraqê mîna her beşê xizmet kir ji bo vî welatî, me kar kir weke hemwelatî dijiya. Ji bo vê ti niyetekî me yê ji Iraqê cuda bibe tine. Tişta em dixwazin li Iraqê weke her kesê mafê me yên bingehîn bên erêkirin. Em welatiyên vî welatî ne. Her kes dizane di şerê Iraq-Îranê de şehîdên me hene. Dîsa mîna her welatiyekê me erkê xwe pêk aniye.

Daxwazên me yên bingehîn di rêveberiya xwecihî de biryarên xwe bi xwe girtin û di warê navendîbûnê de jî girêdan bi hikûmetê re pêkanîn. Eger ev bê qebûlkirin wê gel vegerin ser cih û warên xwe, azad bijîn.Wê ev yek pêşiya qetlîaman jî bigire. “

Berpirsa Meclîsa Şengalê Neam Bedel a berxwedana civaka Êzidî pîroz kir û diyar kir ku piştî 9’ê Cotmehê peymana di navbera Iraq-PDK’ê de hate îmzekirin û şûnde gel li ser lingan e.

Bedel destnîşan kir ku ji derveyî vîna civaka Êzidî ew li dijî her cûre peyman û lihevkirinan in û got: “Hê jî ti agahiyek ji hezarna jin û zarokên di destê DAÎŞ’ê de winda bûn nîne.”

Bedel anî ziman ku peyman di bin çavdêriya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanîne Hennîs-Plasschaert de hatiye kirin û got: “Bila Jeanîne Hennîs-Plasschaert bê şengalê guh bide jinên Şengalê, meclîsa jinan.”

Bedel got: “Divê li vir îtifaq li gel jinan bihata kirin ne li gel Hewlêr. Bi Kazimî û berdevkê Erdogan Barzanî re îtifaqkirin pirsgirêkên gelê Şengalê çareser nake. Em vê peyman û îtifaqê red dikin. Bang li hemû dewletan dikin; eger ku hûn dixwazin ji bo Êzidiyan tiştek bikin, bi gelê Şengalê re bikin, guh bidin gelê li vir. Gorên komî yên li vir bibînin, guh bidin êşên gel, wê demê hûnê bizanin çi li Şengalê bûye.

Dixwazin bi vê peyamanê carekî din civak Êzidî bikin kole, hemû destkeftiyên wê tine bike. Em Êzidî tiştekî wiha qet qebûl nakin, li ber rawestin. Jeanîne Hennîs-Plasschaert li şûna li gel xayînan lihev bike, bila biçe ji bo rizgarkirina jin û zarokên di destê DAÎŞ’ê de tiştek bike.”