Bi pêşengtiya Sîhad Barzanî hêzê PDK’ê li Sîdekan bi cih bûne

Hate ragihandin ku hêzên çekdar ên ser bi PDK’ê ku îro li herêma Sîdekan hatin bicihkirin, derket holê ku ev hêz li ser ferman û pêşengtiya birayê Mesûd Barzanî Sîhad Barzanî bi cih bûne.

Tevî hemû bang û hewldanên sazî û rêxistinên siyasî yên Kurd ku şerekî gengaz di navbera Kurdan de dernekevin jî PDK dev ji hewldanên xwe yên provakatîf û şerxwaz bernade.

Di saetên sibê de PDK’ê hêzên xwe yên çekdar ên bi çekên giran û zirxî sewqî devera Sîdekan kirin. Di nava çekên hatin sewqkirin de, topavêj, wesayîtên zirxî yên hamer û yên cûr be cûr ên din ên zirxî hene.

Wezareta Pêşmerge û Sererkanê Hêzên Pêşmerge ragihand ku wan ferman nedaye ti hêzekê û ev jî dide nîşandan ku ew hêza ku bi çekên giran hatî sewqkirin ne li ser feramana Wezareta Pêşmerge hatine şandin.

Li gorî agahiyên ji çend çavkaniyên leşkerî ew hêza ku îro ber bi Sîdekan hatî sewqkirin li ser hêza 80’ê ya PDK’ê ya girêdayî birayê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî Sîhad Barzanî ye û di bin pêşengtiya wî de ye ku ne hêzekî ya girêdayî hikûmetê ya malbatî ye.