Bi pereyê ku DEDAŞ dixwaze, gundek tê kirîn

Li bajarên Kurdistanê zilma DEDAŞ'ê dewam dike. Ava 7 gundên navçeya Hezo ya Êlihê 15 roj in ji ber fatûreya ceyranê hatiye birîn. Fatûreyên giran nikarin bêne dayin. Ji ber ku tenê ji gundekî 2 milyon û 600 hezar TL tê xwestin.

7 gundên navçeya Hezo ya Êlihê, ji ber deynên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) 15 roj in bêaev in. Li gundên Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê yên bajarokê Kaniyahenê, elektrîka li ser depoyên avê ji 23'ê Hezîranê ve ji ber deyn hatiye birîn. Bi hezaran gundî neçar mane ku bi traktoran û wesayitan ji Çemê Êlihê yan jî qenala avê ya DSÎ'yê avê bîne. Tê gotin, ava ji van deveran tê anîn jî dibe sedema nexweşiyan.

Gundî dibêjin, heta ku DEDAŞ bê herêmê fatûre li elektrîkê nedihate birîn. Li gorî agahiya SMS a ji saziyê hat, tenê deynê gundê Zîlanê 2 milyon û 400 hezar TL ye.

HETA DEDAŞÊ FATÛRE NEDIHAT BIRÎN

Keyayê gundê Zîlanê Mehmet Demîr ji ANF'ê re li ser mijarê axivî û anî ziman ku xeta avê ya gund ji dema ku ji aliyê Îdareya Taybet a Bajêr ve hate çêkirin û pê ve fatûre nedihate birîn, lê belê bi taybetîkirina vê xetê re DEDAŞ'ê fatûre biriye û deynekî wiha danîne pêşiya wan. Demîr ragihand ku wan bi qeymeqam re hevdîtin kirine, qeymeqam ji wan re gotiye 'ez nikarim tiştekî bikim'.

Veysî Aydin ê ji gundê Hiskutê jî wiha qala rewşê kir: "Sala 1994'an dema ku av hate gundê me, ji me re gotin ku wê fatûreya abonetiyê qet ji me re neyê. Gotin, ev yek weke xizmetekê ji gund re tê kirin. Ji wê rojê û vir ve DYP, DSP, ANAP, Partiya Refahê û di dema destpêkê ya AKP'ê de jî kesî ev pere ji me nexwest. Ev du sê sal in, ji DEDAŞ'ê û vir ve me diêşîne. Fatûreyeke ji milyonekê hatiye gund. Li gundê me fatûreya ji 710 hezar lîreyî, li gundê Zîlanê fatûreya ji 2 milyon û 400 hezar TL'î û li gundê Selîvê jî fatûreya ji 2 milyon û 600 hezar TL'î hatiye birîn. Zarokên me, extiyarên me perîşan bûne. Ne tenê mirov, derdora 500 hezar heywanên me jî li vî gundî ne. Min ji xwe ra tankerek peyda kir, heta pêr bi şev ji çem min av anî. Bavê min li qatê jorê yê mala me dimîne, em avê jê re dibin. Keya çû hevdîtina bi qeymeqam re, lê belê wan gotin 'tiştekî em bikin nîne'. Şewb heye, lê rewşa me ne xema kesî ye."

AVA KU GUNDÎ JI ÇEM DIKIŞÎNE JI BO TENDURISTIYÊ NEBAŞ E

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Bîlal Guldem ku ji gundê Zîlanê ye wiha qala rewşa li gund kir: "Dê û bavê min li gundê Zîlanê ne, her du jî extiyar in û gelek nexweşiyên kronîk bi wan re hene. Ji ber ku av li ser hatiye birîn zor û zehmetiyan dikişînin. Tenê xizm û gundî alîkariyê bi wan re dikin. Ava ji Çemê Êlihê, ji qenala avdanê ya DSÎ tê anîn, paqij nîne. Ji ber vê jî nexweşî der dibin. Doh bi şev bi dayika xwe re axivîm, nexweş ketiye. Li gund nava zarokan diçe. Nêzî 300 mal li gund hene. Ev rewş ne tenê li gundê me wiha ye. Li gundikê Bacaxê yê ser bi gundê Zîlanê nêzî 20 mal hene. Ev tê wê wateyê ku bi hezaran mirov li vê herêmê ne. Li gundên din jî rewş bi heman rengî ye. Nêzî du hefte ne bi hezaran mirov bêav in."

XELK TÊ CEZAKIRIN

Guldem destnîşan kir ku DEDAŞ li bajar û gundên Kurdan veguheriye saziyeke zordar û got, "DEDAŞ timî deyn dike hincet û elektrîka li ser depoyên avê yên gundan dibire, gundiyan ceza dike. Tenduristiya bi hezaran mirovî ne xema wan e. Rewş ne xema rayedaran e. Bi rojane li ser medya dîjîtal û li saziya çapemeniyê ya ku lê dixebitim di vê der barê de agahiyan radigihînim, lê belê hîn jî rayedar û DEDAŞ bêdeng in."

'XWEDÎ LÊ DERKEVIN'

Rojnamevan Guldem anî ziman ku li nava germa ji 40 pileyî mirov tî û bêçare hatine hiştin û bang li muxalefetê û saziyên civakî yên sivîl kir ku xwedî li vê meseleyê derkevin. Guldem got, "Van rojan ku germa herî giran a havînê ye, li vê xaka bi bereket avê li ser gel dibirin. Ev yek rêbazeke cezakirinê ye. Gundî dikarin li hev kom bibin û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Partiyên muxalefetê bi heyetekê hate gundan, lê ev têrê nake. Divê partiyên muxalefetê û rêxistinên civakî yên sivîl gundiyan bi tenê nehêlin. Divê pêşengiyê bikin û xwedî li gundiyan derkevin."