Bi neviya xwe Rahîme serbilind e

Rahîme Akşahîn qala neviya xwe Rahîme Akşahîn (Zenda Ekîn) kir, ku ji Kurdistanê çû Elmanyayê û ji wir jî berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Rahîme Akşahîn a 69 salî, ku neviya xwe ya navê wê lê hatibû di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd da, wiha ji kurê xwe re digot: "Rêyeke bi şeref û rûmet hilbijart. Bi rengekî azad wê biryar li ser jiyana xwe da. Li şûna bêrî bike û xwe bêşîne, em pê serbilind bin. Em zanibin ku ew di nava têkoşîneke bi vî rengî de cih digire û hê xurt bin."

Rahîme Akşahîn (Zenda Ekîn) di sala 1992'an de li navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik dibe. Rahîme Akşahîn a 69 salî, ku navê wê li neviya wê hate kirin û heta 15 saliya wê ew xwedî kir, qala neviya xwe kir:

DAYIK Û BAVÊ WÊ DIÇIN ELMANYAYÊ

"Tevî ku 2 xwişk û 2 birayên wê hebûn, ez û kalkê wê gelekî pê ve bûn. Hê ew biçûk bû, kurê min û bûka min tevî du zarokên xwe li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi cih bûn. Rahîme û 2 xwişk-birayê wê bi me re man. Piştî demeke kin, her du neviyên min ên din birin. Tenî Rahîme li cem me ma. Roja ku her du xwişk-birayê wê biçin Elmanyayê, li dibistanê gelekî giriya bû û li wir raza bû. Parçeyek ji dilê min qut bû bû, min jê re digot, 'ez jî dayika te me, malbata te me, ez ê timî bi te re bim' û bi vî rengî min hewl dida li ber bigerim.

DILSOZA ÇANDA XWE BÛ Û WÊREK BÛ

Zarokeke bêdeng, wêrek û gelekî zîrek bû. Rû li ken bû, her ku dikeniya gul li ser rûyê wê vedibûn. Gelekî dilsoza çanda xwe bû. Xweş govend digerand û hez ji stranên Kurdî dikir. Tevî ku emrê wê biçûk bû, karakterekî wê yê giran hebû. Di nava mirovên di emrê xwe û xwişk û birayên xwe de zarokeke cuda bû.

DI 15 SALIYA XWE DE DIÇE ELMANYAYÊ

Neviya min a bi me ve bû û dilsoza axa xwe bû, di 15 saliya xwe de dayik û bavê wê ew bir Elmanyayê cem xwe. Ev yek ji bo min û kalkê wê gelekî zor bû. Em hînî nebûna wê nebûn. Piştî ku çû Elmanyayê, perwerdeya xwe qet nebirî. Jêhatî bû. Ji ber ku dilsoza ax û gelê xwe bû, tevlî kar bû û dest bi naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Dema xwe ya li derveyî perwerdeya xwe li saziyên Kurdan derbas dikir.

DI 18 SALIYA XWE DE BERÊ XWE DA ÇIYÊ

Bi vî awayî du sal derbas kir. Piştre, di 18 saliya xwe de berê xwe da çiyê û min bihîst ku tevlî nava refên gerîla bûye. Car carna bi bavê xwe re daxivî û jê re digot, ew ê êdî weke 'Zenda Ekîn' têkoşîna xwe bidomîne. Rahîme êdî Zenda Ekîn bû û wê ji bo tiştên jê bawer dikir bijiya. Tevî ku demeke dirêj bi malbata xwe re nema jî, bi taybetî bavê wê gelekî jê hez dikir.

LI ŞÛNA HESRETÊ, DIVÊ EM PÊ SERBILIND BIN

Rojekê, kurê min piştî ku bi rêya telefonê bi keça xwe Zenda re axivî, yekser li min geriya. Digot ku wî gelekî bêriya keça xwe kiriye û nebûna wê wî gelekî dêşîne. Min jî jê re got, 'Keç a me rêyeke bi şeref û rûmet hilbijartiye. Bi rengekî azad biryar li ser jiyana xwe da ye. Li şûna ku em bêriya wê bikin, divê em pê serbilind bin. Lazim e em zanibin ku ew di nava têkoşîneke bi vî rengî de cih digire û bi vî awayî hê xurt bin'. Li ser vê yekê kurê min got, ku Zenda jî dilsoziya wî ya bi rengekî hestewar rexne kiriye û jê xwestiye, ku tevlî nava têkoşînê bibe. Ez qet matmayî neman, ji ber ku Zenda wekhev bû.

Piştî demeke kurt bavê wê bi nexweşiyeke giran ket. Tevî hemû hewldan û tedawiyê jî nekarî bê rizgarikrin û wefat kir.

PIŞTÎ WEFATA BAVÊ XWE ŞEHÎD BÛ

Min bihîst ku wefata bavê wê gelekî bandor lê kiriye û ji bo serxweşiyê geriya ye. Gotiye ku têkoşîna wê hem ji bo hezkiriyên wê hem jî ji bo gelê wê ye. Di sala sêyemîn a têkoşîna xwe de, di 6'ê Gulana 2013'an de min bihîst ku şehîd bûye. Ev bi min gelekî giran hat, ez gelekî giriyam. Bi qurbana hestiyên wê bim; min nekarî cenazeyê wê jî bibînim. Mîna bi dehan hevalên xwe, ji bo welat û gelê xwe şehîd bû. Tevî ku gelekî êşiya jî, ez pê serbilind bûm.

SERÊ ME BI RAHÎME BILIND E

Tevî ku nizanim bê goreke neviya min heye yan na, me li vir li Xelfetiyê konê sersaxiyê danîn. Gelek kes hatin serdanê. Wê demê Hevserokê BDP'ê yê Rihayê Celalettîn Erkmen got, 'Şehîdên me, weke nûnerên dozeke mafdar berê xwe dan çiyê. Ji bo gelê xwe bedena xwe kirin sîper û canê xwe feda kirin. Şehîd Zenda Ekîn ne tenê şehîda malbata Akşahîn e, ew ewlad û şehîda hemû Kurdistaniyan e. Em ê jî têkoşîna wê ji cihê mayî bidomînin'. Ez bi Rahîme serbilind im. Wê serê min her tim bê wê bilind be. Ew şehîda hemû Kurdên bi rûmet e. Min dixwest goreke wê hebe ku karibim li ser bigirîm."