Bi navê 'penaberan' çete li Kurdistanê tên bicihkirin

AKP, ku nikare bi berxwedana Kurdan, di bin navê 'penaberan' de çeteyan li Kurdistanê bi cih dike.

Tirkiyeyê, piştî ku bi qebûlkirina 3 mîlyon Afganên li Îranê û bi vekirina sînorên xwe re gef li Yekîtiya Ewropayê xwar, ji bo 'penaber'an gundekî ji konan li Bedlîsê çêdike.

Dewleta Tirk, ku beriya niha bi salan gelek Afgan li Wanê bi cih kiribû, çek dabû destê wan û li dijî Kurdan kiribû qoricî, careke din heman tiştî dike.

Li navçeya Elcewaz a Bedlîsê, bi beşdariya 4 ataşeyên ji Sefaretxaneyên Bilind ên Mogolîstan, Pakîstan û Urdunê merasîmek hate lidarxistin û kampa ji konan a tê plankirin bê çêkirin, hate nasandin.

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Veysî Kaynak, di meha derbasbûyî de bi daxuyaniyekê got, "3 mîlyon penaberên li Îranê dixwazin werin vê derê". Piştî vê daxuyaniyê, 150 penaberên Afgan di hefteya bihurî de di bin kontrola dewletê de hatin anîn û li Wanê hatin bicihkirin. Tevî ku Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk dabû xuyakirin, ku ew sînorên xwe mîna nava malekê dişopînin û ketin û derketinê kontrol dikin, Kaynak gotibû, "Tenê di sala 2016'an de 30 hezar kes bê destûr li Îdir û Agirî kete nava welêt." Her wiha 60 jê jin û zarok 150 kes bêyî agahiya dewletê gihîştin otogara Wanê. Vê yekê rê li ber pirs û fikaran vekir.

Tê payîn ku ev hejmara penaberan di rojên pêş de zêde bibe. Cih û şêweyê bicihkirina van penaberan bû mijara nîqaşê. Li gorî îdîayan, bi qasî 75 hezar penaberan wê bînin Tirkiyeyê.

Tevî ku der barê mijarê de hê daxuyaniyek ji raya giştî re nehatiye dayîn, ji bo li quntarên Çiyayê Sîpanê yê li navçeya Elcewaz a Bedlîsê kampek ji konan bê çêkirin, kar dest pê kiriye.

Li ser vexwendina Waliyê Tirk ê li Bedlîsê Ahmet Çinar, 4 ataşeyên çandê yên ji Sefaretxaneyên Mogolîstan, Pakîstan û Urdunê hatin navçeyê û li herêmê dest bi lêkolînan kirin.

Walî Çinar, Qeymeqamê Elcewazê Arîf Karaman û Şaredar Necatî Gursoy li vê derê der barê kampê de agahî dan ataşeyan.

Walî got, ew ê heta 12'ê Tebaxa îsal, vî 'gundê ji konan' biqedînin.