Bi ked û vîna xwe ambargoyê têk dibin

Şêniyên wargeha Mexmûrê bi sîstema xweseriya demokratîk aboriya xwe ji gelek aliyan ve bi pêş dixin. Şêniyên wargehê bi berxwedana xwe ambargoyê têk dibin.

Aborî zanista hilberandin belavkirin, bazirganî û beşên xizmetê ye. Hemû dan û standinên bazirganiyê dikeve nava vê zanistê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di parêznameya xwe ya 5’emîn a bi navê ‘Parastina Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de’ de aboriyê wiha pênase dike: “Nexasim, ji ber ku hatiye fetîşkirin, gelekî girîng e ku mirov ekonomiyê di nava sînorên destnîşankirî de bide naskirin. Lîberalîzm her tiştî bi ekonomiyê rave dike û bi vî awayî danasînê bêmane dike û her diyardeya berevajî ekonomiyê jî ekonomî dihesibîne. Bi awayekî giştî, mirov dikare ekonomiyê weke çalakiya tedarik û debarê ya pêdiviyên civakê yên maddî û weke îfadeya pîvan û saziyên wê rave bike, di çarçoveyeke tengtir de mirov dikare weke pevguhertina pêdiviyên maddî bi rêya bazarekê bide naskirin.”

Bingeha avakirina civakê li ser kedê ye. Gelê ku kedê dide dijî û didin jiyîn. Gelê Kurd rastî gelek êrîşên dagirkeriyê hatin. Di hemû êrîşan de yên ku ji aliyê dagirkeran û hevkarên wê ve hate kirin, keda gelê Kurd tune hate hesibandin. 

Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî yek ji wan cihan e. Rastî gelek êrîşên hovane hatin û neçar man koçber bibin. Ev gelê qedîm ya Bakurê Kurdistanê, bi keda xwe wargeha Mexmûrê veguherandin cihê jiyanê. Tevî hemû bê derfetiyên heyî ev 28 sal in di penaberiyê de bi keda xwe dijîn. Ji bo ku xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bûye sedema penaberiyê wan, bibin bersiv rêveberiya xwe ya xweser ava kirin. Heta niha 28 saziyên wan ên xweser hene. Yek jî wan jî saziya kedê ango ya karkeran e.

ŞÊNIYÊN MEXMÛRÊ BI HÊZA XWE ABORIYÊ PÊŞ DIXIN

Şêniyên Mexmûrê di sala 2009’an de ji bo aboriya wargehê pêş bixin saziya kedê avakirin. Bi vê yekê armanc kirin ku ji bo pêwistiyên jiyanî, neçar nemînin ku biçin ji derve û pêwistiyên xwe pêk bînin. Destpêkê bi yek, du dikanan dest bi kar kirin, niha 127 dikanên wargehê hene. Her wiha di sala 2017’an de li wargehê komîteya aborî hat avakirin. Bi awayek komînal kooperatîfek ava kirin. Ji bo avakirina kooperatîfê, şêniyên wargehê di nav xwe de budçeyek hevpar kom kirin. Armanca wan ev bû ku di aliyê aborî de hewceyî ji derve nebin û aboriya wargehê di nava wargehê de bidomînin. Niha li kooperatîfê 8 karker kar dikin û debara xwe dikin. Endamên kooperatîfê, bi destên xwe dest bi hilberîna tehîn û tirşiyan kirin. Lê ji ber ku berhemên wan ji aliyê Iraqê ve nehatine fermîkirin, ew dikarin tenê hetanî Mexmûra jêrî bifiroşin. Di her hêlê de tên astengkirin, ev jî dibe sedem ku nikarin karên xwe bi awayeke berfirehtir bidomînin.

BI KEDA DESTÊ XWE JI AXA ZÛHA BERHEM AFIRANDIN

Her wiha şêniyên wargehê di çandinî û xwedîkirina heywanan de jî xwe di gelek aliyan de xwe pêş xistin. Di demên destpêkê de ji ber avhewaya Mexmûrê û zûhabûna erd, gel di aliyê çandiniyê de gelek zorî kişandin. Lê vî gelî tu caran hêviyên xwe qut nekir û bê navber hewl dan ku rewşa çandiniya wargehê hîn baştir bikin. Di encama vê xwestek û hewldana bê navber de, êdî qasî pêwîstiya xwe gelek cûreyên sebze û fêkiyan diçînin; Tirî, hejîr, kaçik, hinar, bacan, xeyar, bacanê reş, bîber, zeytûn, maydanoz, marol û her wiha gelek cûreyên din. Van berhemên ku bi keda destê xwe bi dest xistin, bi cîran û derdorên xwe jî parve dikin. Li ser xwesteka dikandaran, ev berhem li dikanan jî bi erzanî tên firotin, yan jî xwediyê berhem li şûna dirav li gorî pêwistiya xwe tiştek din distîne û bi saya vê yekê hem dikandar, hem xwediyê berhem û hem jî gel sûdê jê dibînin. Li gorî gotinên gel mînak qaseyek tirî herî zêde bi 5 hezar dînaran tê firotin. Carnan ev berhem tên şandina Mexmûra jêrî, li wir jî tên firotin. 

NÎVÊ WARGEHÊ DEBARA XWE BI XWEDÎKIRINA HEYWANAN DIKIN

Yek ji karên din ku gel pê debara xwe dike jî,xwedîkirina heywanan e. Heywan û lawirên ku piranî tên xwedî kirin jî bizin, mih, mirîşk û elok in. Gel şîr, mast, hêk û goşt ji vir werdigire. Li gorî agahiyên herêmê ji sedan 50’ê gel heywanan xwedî dikin. Lê belê bi saya sîstema ku di aliyê çandiniyê de jî hatî ava kirin, ji sedî 50’ê gel ê ku heywanan xwedî nake jî sûdê ji berhemên heywanan werdigirin. Ango di nava gel de ev berhem tên belavkirin û yan jî tên firotina dikanên di nava wargehê de.

NIHA 127 DIKAN HENE

Her wiha endama Saziya Kedê a Mexmûrê Eyşê Yildiz jî ragihand ku şêniyên Mexmûrê di şert û mercên gelek zor û zehmet de karine aboriya xwe xurt biki û got “Zorî û zehmetiyên ku şêniyên wargehê derbas kiriye, ti penaberên cîhanê nekarine derbas bikin. Dema ku em nû penaberî vir bûyîn, me ev der veguherand cihê jiyanê. Ev jiyana ku me avakirî divê em bi rê ve jî bibin. Ji bo ku gelê me neçin ji derve tiştan neyînin, me biryar da ku em di nava xwe de keda xwe parve bikin ango bila mûçeyên me di nava gel de bigere. Di destpêkê de li wargehê 2-3 dikan hebûn lê îroj 127 dikan hatine avakirin.”

‘ŞÊNIYÊN WARGEHÊ JI TUNEBÛNÊ HEBUN AVA KIRINE’

Eyşê Yildiz anî ziman ku ew hemû bi hev re xwe bi rê ve dibin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Di sîstema me ava kirî de em bi cîran û mirovên xwe yên din re dibin alîkar. Hem esnaf û hem jî karkerên din, di saziya kedê de cihê xwe digirin. Karkerên me ji bo karkirinê neçar dimînin ku biçin Bexda, Mûsil, Silêmanî û Kerkûkê. Gelek karkerên me di van rêyan de, ji ber qezayan jiyana xwe ji dest dane. Karkerên bi qasî 3-4 mehan ji derve kar dikin hene. Gelek caran ji ber ku karker ji derve dixebitin, di karê xwe de zor û zehmetiyan dijîn û bi awayek sererast mûçeyên xwe nastînin. Rewşa me çiqasî ne xweş be jî, em hewl didin ku muhtacê kesê nebin û bi xwe bikarin li ser xwe bin. Me weke saziya kedê kooperatîfek hevpar ava kir. Gel ji vê koperatîfê sûdê dibîne; Ango gel berhemên xwe yên weke şîr, mast, hêk û h.w.d ji bo firotinê tîne koperatîfê û li vir heqdestê xwe distînin”

BI AMBARGO Û ÊRÎŞAN XWESTIN ÎRADE Û DESTKEFTIYÊN WARGEHÊ TUNE BIKIN

Gelê wargehê ji sala 1994’an ve di bin êrîş û ambargoyên dewleta Tirk û PDK’ê de dijîn. Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk wargeha Mexmûrê kiriye hedef, wargehê bomberdûman dike û şerê taybet dide meşandin. Herî dawî 5’ê Tirmehê balafirên dewleta Tirk a dagirker, wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Yekane armanca wan ew e ku wargehê belav bikin. Ji destpêkirina ambargoya 19’ê Tîrmeha 2019’an a li ser wargehê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û nûnerê wê PDK’ê hat ferzkirin, bi armanca tasfiyekirina modela civakî û pêgeha têkoşînî ya gelê wargehê heta roja îro didome. Beriya ambargoyê gelê wargehê pêwistiyên xwe yên jiyanî li Hewlêrê dabîn dikir. Piştî ku ambargo li ser wargehê hat ferzkirin, ev yek di aliyê aborî de jî bandorên neyînî li ser gelê wargehê çêkir. Karkerên wargehê beriya ambargoyê li Herêmên Kurdistanê kar dikirin. Ji ber ku di navbera Hewlerê û Wargehê de saetek hebû, ji ber vê yekê gelê wargehê piranî ji bo kar diçûn Hewlêrê. Lê piştî ambargo hat ferzkirin û şûn de ji karên xwe bûn. Her wiha gelek karkerên wargehê yên ku weke ajokar kar dikin, neçar man ji ber rêgiriyê rêyên dûr û dirêj de rêwîtî bikin. Heta niha ji 10’an zêdetir karkerên wargehê di rêyên nexweş û talûke de jiyana xwe ji dest da. Weke ku me anî ziman ambargo bû sedem ku gelê wargehê di aliyê aborî de bikevin tengasiyê, lê em dibînin ku ligel her tiştî berxwedan hilbijartine û tavîz ji sekna xwe nedane.

’BI AMBARGOYÊ XWESTIN WARGEHÊ BELAV BIKIN’

Endama Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Bêrîvan Kaya derbarê armanca ambargoya li ser wargehê wiha got: “Wek tê zanîn ev sê sal in bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê dorpêçek li ser wargehê heye. Di vê pêvajoyê de xwestin astengiyan têxin nav kar, xebat û şêwaza xwerêvebirina debarê ya gelê wargehê. Bi vê polîtikaya qirêj a berbiçav xwestin ku di nava çend mehan de wargehê dîl bigrin. Li dijî vê yekê şêniyên wargehê xwe bi xwe ketiye nava berxwedanekê. Di şertên zehmet de kariye bi serê xwe debara xwe bike. Şêniyên wargehê bûye şahidê polîtîkayên qirêj ên PDK’ê ku ji Etrûş, Nînowa û Nehdaran heta îro didome.”

Kaya da zanîn ku li wargehê çêkirina serayan, aşê tehînê, tirşû hatine avakirin û wiha pê de çû: “Şêniyên wargehê ji tunebûnê hebûn ava kiriye. Yek ji rêbazên ku ava kiriye jî rêyên pêşxistina aboriyê ye. Pêngavên destpêkê yên hatin avêtin serkeftî bûn. Piraniya vî gelî debara xwe bi xwedîkirina heywanan dike, li rex vê yekê bi karê çandiniyê re jî mijûl dibe. Li aliyê din di bin sêwana Meclîsa Gel a Demokratîk de jî, gelek projeyên aboriyê yên weke çêkirina serayan, aşê tehînê, tirşû hatine pêşxistin. Ev proje weke çavkaniyên aboriyê di nava gel de tên belavkirin. Ciwan jî xebatên weke pêşxistina çewlig û cihên çandiniyê diafirînin. Di bin banê komîteya aboriyê de berhemên ku tên bidestxistin, li hemû wargehê tê belavkirin.”

Kaya destnîşan kir ku gelê wargehê bi raman û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe rêxistin kiriye û wiha bi lêv kir: “Çavkaniya sereke ya hêza çareseriyê xwe rêxistinkirina gel e. Di nava gel de rê û rêbazên xwe pêşxistina di aliyê debarî û bîrdozî de, tu car nesekenîne. Ya din jî gelê Kurd gelekî çiyayî ye, di şert û mercên herî zehmet de kariye jiyana xwe bi hezaran salan di çiyayan de derbas bike. Ji ber vê fêr bûye ku di nava zehmetiyan de derfet ava bike. Ev jî weke alternatîfeke ku me kariye cihek wek Mexmûrê, veguherînin cihê jiyanê.”

Berdevkê Saziya Kedê Sedîq Hilalî têkildarî binpêkirina mafên gelê Mexmûrê û sekna gel a li hember van polîtîkayan wiha axivî: “Em li dijî ambargoya ku li ser me hatî ferzkirin stûyê xwe, xwar nakin. Ev 27 sal in em li dijî hemû cûrên bêmafiyê û êrîşan xwe diparêzin, bi rê ve dibin, perwerde dikin û jiyana xwe berdewam dikin. Ev jî bûye sedem ku ew êrîşî me bê kirin û mafê me were binpêkirin. Em wek gel ji ber zilm û zoriya ku li ser me di hat kirin, em bûne penaber. Ambargoya ku 3 sal in li ser me hatî ferzkirin, ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY), hikûmeta Iraqê, hevkarê dewleta Tirk PDK’ê û saziyên mafên mirovan şerm e. Ji dema ku 2014’ê DAÎŞ’ê êrîş li ser wargehê pêkanî û vir ve, em li vê wargehê bi îrade û bi hêza xwe dijîn.”