Bi kargoyê şandina cenazeyê Aslan ê HPG'yî hate şermezarkirin

Bi kargoyê şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsûm Aslan ku şehîd bûbû, li Amedê hate şermezarkirin.

Daxuyaniya ku hat xwestin ji bo Mahsûm Aslan ê HPG'î ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin bihata dayîn ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Endamên MEBYA-DER'ê vê rewşê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin.    
 
Mahsûm Aslan ê HPG'yî ku sala 2018'an  li Dersimê bi encama êrişeke hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbû, cenazeyê wî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê ve ji Miduriyeta Polisan a Erxenê re bi kargoyê hatibû şandin. Daxuyaniya ku MEBYA-DER'ê xwest ji bo vê rewşê li Amedê bide ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Rêveberên DBP û HDP'ê yên Amedê, rêveberên MED TÛHAD-FED û TÛAY-DER'ê û aktîvîstên TJA'yê jî tevlî daxuyaniyê bûn, ku hate xwestin li ber biryardariya Mafê Mirovan a li Parqa Koşûyolûyê bê dayîn bûn.
 
Polisan derdora girseya ku li ber biryardariyê kom bû girt û dorpeç kir û got ku wê destûr nedin daxuyaniyê. Li ser vê, komê astgengiya polisan bi çalakiya rûniştinê şermezar kir. 
 
Di peyaman de ku dema rûniştinê hatin dayin, hate diyarkirin ku şandina cenazeyê Aslan a bi kargoye nayê qebûlkirin.