Bi hinceta 'şewata daristanan' êşkenceyê li girtiyan dikin

Girtiyên li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Xarpêtê bi hinceta "şewata daristanan" dibin hedefa êşkence û lêdanê.

Li Tirkiyeyê di serî de li Antalya, Aydin û Mûglayê şewata ku beriya du hefteyan li daristanan rû da, dewam dike. Ji ber şewatê ku bi rojane nikare bê vemirandin 8 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran hektar qada daristanî şewitî, ekosîstem xera bû. Şewata ku gihîşt qadên bicihbûnê, xisar li sedan xaniyan kir, ji ber kêmasiyên destwerdana li şewatê, agir bêhtir belav bû.

Tifaqa AKP-MHP'ê şewatê dixe stuyê Kurdan û bi vî rengî bingehê ji êrişên nû yên nijadperestiyê re amade dike. Roja destpêkê ku li Manavgatê şewat derket, bi qanûneke li Rojnameya Fermî hate weşandin, karê avadaniya li qadên daristanî hate hêsankirin. Ji bo vê jî erkên berfireh radestî Wezareta Çand û Tûrîzmê hate kirin.

Girtîgeh yek ji wan deveran e ku herî zêde êrişên nijadperestiyê yên ji ber dijminatiya AKP-MHP'ê ya li Kurdan, rû didin. Bi hinceta 'şewata li daristanan' êşkence li girtiyên li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Xarpêtê tê kirin.

Girtiyê bi navê Baran Bariş Korkmaz roja Duşemê bi malbata xwe re hevdîtin kir, cihên şîn û werimî yên bedena xwe nîşan da û diyar kir ku gardiyanan bi hinceta 'şewata li daristanan' êşkence li wan kirine.

'JIYANA ME EWLE NÎNE'

Baran Bariş Korkmaz li ser êşkenceya ku li girtîgehê lê hate kirin ev agahî da: "Gardiyan bi hinceta şewata li daristanan êşkenceyê li me dikin. Hevalekî me yê nexweş, dema ku gardiyanan ew birin revîreyê bi gotina 'we agir berdan daristanan' êşkence lê kirin. Ji ber vê lêdanê bedena hevalê me şîn bû û werimî. Gardiyanan heman rojê bi heman hincetê êşkence li hevalekî me yê din kirin. Heman rojê gardiyanan bêyî tiştekî bêjin ji min xwestin ku bi wan re biçim. Dema ku min qebûl nekir, hatin li min dan. Jiyana me ewle nîne. Rewşa tenduristiyê ya hevalên min nebaş e."