Bi hinceta 'rîska xirabûna pergalê' heye qedexeya weşanê li ser kuştina Kûrkût anîn
Têkildarî Kemal Kûrkût ku dixwest biçe Newroza Amedê û ji hêla polîsan ve hatî kuştin qedexeya weşanê anîn.
Têkildarî Kemal Kûrkût ku dixwest biçe Newroza Amedê û ji hêla polîsan ve hatî kuştin qedexeya weşanê anîn.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî Kemal Kûrkût ku dixwest biçe Newrozê pîroz bike û ji hêla polîsan ve hatî kuştin biryara qedexeya weşanê da.
Di biryarê de hate gotin ku têkildarî kuştina Kûrkût a bi çekê, lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin û sedema ku 'di bûyera heyî de ji ber ku rîska xirabûna pergala cameweriyê heye' qedexe li ser weşana kuştina Kemal Kûrkût hatiye dayin.